1. Tekst

  2. Gotar

  3. İsmail Beşikçi
  4. Karîgerîya Domînoyê
Karîgerîya Domînoyê,karîgerîya,domînoyê

Karîgerîya Domînoyê

A+ A-

Serokê Konseya Netewî ya Şî’î Seyîd Amar El Hekîm, di axaftinek ku roja 16ê Tîrmeha 2017an, li Bexdayê kiribû da, got ku dê referandûma roja 25ê Îlonê ya li Herêma Kurdistanê dê bê çêkirin, karîgerîya domînoyê biafirîne.

Serokê Şî’î kirpand ku eger kurd ji Iraqê veqetin dê li hemû herêmê tisûnamîya dabeşbûnê pêk bê. Serokê Konseya Îslamê ya Bilind a Iraqê Seyîd Amar el Hekîm daxwaz kir ku biryara referandûmê paşve bê avêtin û bê betalkirin. Wateya dîtinên Serokê Şî’î yên li ser referandûma serxwebûnê wihaye: Dema ku kêşeyek dahatûya kurdan bê rojevê, li virê yê di serî da biryar bide Iraq e. Helbet mafê biryardayîna dewletên wek Tirkiye, Îran, Sûriyeyê jî heye. Di vê mijarê da ji kurdan ra mafê axaftinê tune. Bo kurdan çi rast e, çi çewt e, çi bisûd e, çi bizerar e, çi baş e, çi xerab e… dewletên ku kurdan bi rê ve dibin dê vana dîyar bikin. Kurd ne di wê astê da ne ku vana dîyar bikin. Bo kurdan çi rast e, çi bisûd e, çi baş e em dibêjin. Em dibêjin ku referandûm bo kurdan ne rast e, ne bisûd û baş e. Ji dervayê guhdana me rêyek dî ya kurdan tune ye.

Serokê Konseya Bilind a Îslamê ya Iraqê Seyîd Amar el Hekîm rasterast dixwaze vê bibêje. Dema vê dibêje jî hêsane meriv têbigihîje ku li ser navê Îran, Tirkiye, Sûriyeyê jî diaxive. Serokê Şî’î, Amar el Hekîm, hewildanên kurdan ên bo dîyarkirina dahatuya xwe bi vî awayî dinirxîne. Bêguman di kêşeyek dî ya Rojhilatanavîn da, di mijara hewildanên ku bo dîyarkirina dahatûya xwe ya erebên Filistînî dimeşînin da, dê gotinên pir berevajî vê bibêje. Wek ‘Helbet em pir rêz, ji tekoşîna ku Filistînî li hember Îsraîlê di mijara bo dîyarkirina dahatuya xwe da dimeşînin ra, digirin. Em heta dawîyê piştgirîya van hewildanan dikin…’ Li virê nejadperestîya ereban, cêwazîya ereban bi awayek pir balkêş dertê holê. Gotinên Serokê Şî’î, Seyîd Amar el Hekîmî, ji alîyê vegotina rewşa ku kurd, Kurdistan tê da ne ve, girîng e Ev daxuyanî ji hêlek ve dibe îtîrafa neheqîya dîrokî ya ku li kurdan hatîye kirinê.

Di 1920an da, di serdema Cemiyeta Miletan da, li Rojhilata nêzîk, Rojhilata navîn statukoyek hatîye avakirin lê ev statuko statuyek nedaye kurdan. Ji vê ra dikare statukoya Sykes-Picotî bê gotin. Kolonî statuyek e, kurd, Kurdistan ne xwedî statuya kolonî ne jî. Di 1920an da, li Rojhilata navîn gelek dewlet hatine avakirin. Di navbera van dewletan da nelihevî û kêşeyên cuda cuda hene. Kurd/Kurdistan hatine dabeşkirin, parçekirin, parvekirin. Kurdistanê di navbera van dewletan da, erka çîmentoya ku wan bi hev ve girê dide dîtîye. Tevgerek kurdan li Kurdistanê tê wateya wendakirina karîgerîya çîmentoya ku van dewletan bi hev ve girêdaye, belavbûna van dewletan.

Referandûm, ji layê van sîyasetmedaran ve wiha tê nirxandin. Domandina statukoyê bo her yek ji van dewletan ra mijarek pir girîng e. Serokê Konseya Bilind a Îslamê, Amar el Hekîm dixwaze ku statukoya Syekes-Picotî bi heman awayî bidome. Rêya vê jî ew e ku tiştên ji xwe ra dixwaze bi ti awayî ji kurdan/Kurdistanê ra nexweze. Tê gotin bila rewşa kurdan/Kurdistanê ya dabeşbûyî, parçebûyî, parvebûyî bi heman awayî bidome… Tê gotin ku bila kurd/Kurdistan nebin xwedî statuyek… Îslama Sunî jî ya Şî’î jî heman tiştan difikire. Îslama Sunî, di serdema Sedam Husên da, zulmek pir mezin li kurdan kir. Ev ne tenê di serdema Sedam Husên da, di serdemên hemû serwerên Iraqê da wiha bû. Di daxuyanîyên ku dijberîya referandûmê derdibirînin, desthilatdarên îro yên Şî’î li Iraqê da, wek Konseya Bilind a Îslamê ya Iraqê, Konseya Bilind a Netewî ya Şî’î ya Iraqê ku talibê Îqtîdara sîyasî ne, tehdîda ‘em ê jî heman zulmê bikin…’ heye. Dewletên ku li Rojhilata nêzîk, Rojhilta navîn, zulmê li kurdan dikin û yên ku hê jî zulmê difikirin her dewletên Misilman in. Desthilatdarbûna Îslama Sunî an jî Şî’î di zulmê da guherînek naafirîne.

Sedam Husên bi beşek dahata ku ji nefta Kurdistanê bi dest dixist, çekên şer distend, balafirên şer, zirihpûşan, gazên bijehr, mayînan û hwd. Wî ew dişandin Kurdistanê. Wek mînak, di ceribandinên ‘gazê herî bijehr kîjan e’ da pir pere hat xerckirin. Di navbera 1983-1988an da, him di sendina keresteyê gazên bijehr da, him di hilberîna wê da, bo pisporên ku di vê mijarê da dixebitîn pir pere hat mezaxtin.

Tê zanîn ku 72 pisporên ji Yekîtîya Sovyetan hatine di vê mijarê da xebitîne. Ev polîtîka bûn ku Kurdistanê sotin, hilweşandin. Bêguman kurd ji van sepandinan pir mexdûr bûn. Lê van polîtîkayên enfal, jenosaydê ti carî Iraqê îhya nekir, Iraq dewletek e ku hê jî gelek kêşe dijî… A rasttir, êdî dewletek wek Iraq tune…

Di pirtûkên ku li jêrê hatine nivîsîn da, vegotinên girîng û berfireh li ser vê mijarê hene:
1-Irak’ta Soykırım, Kürdlere Karşı yürütülen, Enfal Askeri Harekatı,, Ortadoğu, İnsan Hakları İzleme Örgütü, çev. Ümit Aydoğmuş, Avesata, 2001 İstanbul
2-Kennet R. Timmerman, Ölüm Lobisi,, Batı Irak’ı Nasıl Silahlandırdı? Çev. İbrahim Bingöl, Avesta, 2002 İstanbul
3-Kenan Makiya, Vahşet ve Sessizlik, Savaş, Diktatörlük, Başkaldırı ve Arap Dünyası, Çev. Arif Karabağ,, Avesta 2002, İstanbul
4-Jonathan C. Randal,, Bunca Bilgiden Sonran Ne Bağışlaması, Çev. Faysal Nerse, Avestas, 1998, İstanbul

Rêveberên Iraqê difikirin ku hê jî dê karibin kurdan bi polîtîkayên wiha bînin rê. Divê rêveberên Iraqê fam bikin ku êdî polîtîkayên wiha nikarin bikevin merîyetê. Li nav kurdan jî li Kurdistanê jî di van mijaran da hişmendîyek mezin bipêşketîye. Pêzanîna ku roj bi roj ev hişmendî mezin dibe û berfireh dibe girîng e. Êdî ne pêkane ku Iraq bi mexdûrkirina kurdan bê îhya kirin.
***.
Serokê Konseya Bilind a Îslamê ya Iraqê Seyîd Amar El Hekîm û sîyasetmedarên dî yên li dijî cihêbûna kurdan ji Iaraqê, îlankirina dewleta serbixwe ya wan in, li ser hev behsa biratîya Îslamê û biratîya umetê dikin. Dema ku behsa Enfal, Halebce, jenosayda kurdan bê kirin jî bi gotinên wek ‘em ê dîsa bikin…’ nefreta xwe ya li hember kurdan vedireşin. Rêya tekane ya pêşî lêgirtina van gotinan û di nava wan da hîştina wê pîsîyê, di 25ê Îlona 2017an da, pêkanîna referandûmê ye. Dengên erênî yên li dora ji % 80-85an, dê dengê wan bibire, wan bêbandor bihêle.
Nîşe: Nivîsek YaşarAbdusselamoglu binavê ‘Domino Etkisi/Karîgerîya Domînoyê’ di Heftenameya Basê da weşîya: http://www.basnews.com/index.php/tr/opinion/364160 (bas, Sayı 27, 17-24 Temmuz 2017, s.9) Yaşar xoce, di vê nivîsa xwe da, karîgerîyên muhtemel ên referandûmê analîz dike.

Werger: Ahmed KANÎ


Gotinên miftehî :