1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ahmed Kanî
  4. …Kuştin an Windakirina Cenazeyan…?
…Kuştin an Windakirina Cenazeyan…?,kuştin,an,windakirina,cenazeyan

…Kuştin an Windakirina Cenazeyan…?

A+ A-

Ev dema ku germa Amedê nahêle meriv li ser karekî bixebite, ez hewil didim ku pirtûkên bi dîroka kurdan a dema nêzîk re têkildar in, bixwînim. Di nivîsa xwe ya berî vê de, min pirtûka gerê ya Mark Sykesî, Darul Îslamê nirxandibû. Ez ê di vê nivîsê de jî hewil bidim ku pirtûka Tahsin Sever a bi navê “TEVGERA 1925AN Cemîyeta Azadîyê” binirxînim. Çapa duyem ya vê pirtûkê ji Weşanxaneya Nûbiharê der çû.

Berî pêşgotinên çapa yekem ku ji alîyê Dara Cibran, çapa duyem ku ji alîyê Tahsin Sever ve hatine nivîsîn, gotina fîlozofê Alman GOETHEyî, “Merivên ku nikaribin helsengandina rabirdûya xwe ya sê hezar salî bikin, ew rojane dijîn”, hatiye nivîsîn. Ev gotin pir bala min jî kişandibû. Ji berê de ez dixwazim ku her kurdek xwendin û nivîsîna wî/wê hebe, divê dîroka me kurdan bi baldarî bixwîne.

Tahsin Sever di destpêka pirtûka xwe de, bi balkişandina ser vê gotina Goethe rexne li “rewşenbîrê kurdan” ên ku xwe jî di nava wan de dibîne, dike. Wiha dinivîse, em “rewşenbîrê kurdan”, dev ji nirxandina rabirdûya xwe ya sê hezar salî berde, ez bawernakim ku me li ser dîroka xwe ya nêzîk a sed salî jî têr lêkolîn kiribe. Piştî vê rexneya xwe, balê dikişîna ser cêwaziya têgehên ‘dîroka ku hatiye/tê jîyîn’ û ‘berketina/bîrbirina dîrokê’. Kêmaniya kurdan wek berneketin/bîrnebirina dîroka ku hatiye/tê jîyîn nîşan dide. Girîngîya bîra dîroka netewî jî tîne zimên. Bi vê bîrê sedemên têkçûna bav û kalan derdikevin holê. Tekoşerên netewî yên îroyîn bi vê bîrê karin xwe ji wan çewtîyan dûr bixin. (2018:23)

Pirtûkê kiriye du beş. Di beşa yekem de li ser rê û rêbazên lêkolînên dîrokî radiweste. Balê dikişîne ser metoda zanistî ya lêkolînên civakî wek dîroka netewan. Lê mixabin ku heta salên dawî yên sedsala bîstan bandora îdeolojîya fermî li ser lêkolînan zêde bûye. Hê jî gelek kurd ji vê bandorê rizgar nebûne. Pêvajoya bêstatuhiştina kurd û Kurdistanê di 1915-1925an de pêk hatiye. Cemiyeta Îtîhad û Teraqiyê di van deh salan de bo ku ji dewleta xwe re neteweyek ava bike, ermen û kurdan bi tehcîr û tedîbê ji holê rakiriye. Li ser pêşketinên kemalîstan ên wek Kongreya Erziromê û helwesta Xalid bege Cîbrî bi berfirehî rawestiyaye (2018:56-57-58-59-60)

Di vê beşî de li ser belawelayîya kurdan jî radiweste û pesnê hewildanên Cemîyeta Azadîyê bo tifaqa kurdan dide. Kemalîst ji kurdan bi rêkûpêktir in. Him di qada navnetewî de bi hêzên emperyal ên îngilîz-fransiz û bolşevîkan re pêwendî danîne him jî li Başûrê Kurdistanê leşkerên xwe bi cih kirine. Heta ku di 1920an de Cemîyeta Azadîyê bi serokatiya mîralayek artêşa kemalîstan ava dibe êdî li Enqereyê hikûmeta meclîsa kemalîstan bi nihênî be jî peyman bi hêzên emperyal ên wek îngilîz-fransiz û Yekîtiya Sovyetan re çê kirine.
Tahsin Severê neviyê birayê Xalid begê Cîbrî, di serê pirtûka xwe de gelek li ser girîngiya metodê rawestîyaye. Lê rexneyên li ser helwesta Serokê Cemîyeta Azadîyê ku ji artêşa kemalîstan dûrneketiye/nikaribiye dûr bikeve, wek ku bibêje, hûn pêşîyê li kêmaniyên xwe binêrin, bersivandine (2018:159-160).

Di beşa duyem de jî li ser “Qiyama” Şêx Seîd a ku bi provakasyona Pîranê dest pê dike radiweste. Nivîskar li ser gelek sedemên têkçûna kurdan rawesdiweste. Him hêzên emperyal alîkarî dane kemalîstan him jî Yekîtîya Sovyetan bi biryarên enternasyonala komunîst a III. piştgirîya kemalîstan dike. Kurd bi xwe jî perçe perçe ne. Bo tifaqa xwe pêk bînin di nava hewildanê de ne. Bi biryara Cemîyeta Azadîyê di payîza 1924an de, şeva 3-4ê Îlonê li Elkê(Beytuşebabê) bi rêberiya serbazên kurd ên wek Îhsan Nûrî û Ali Riza raperîna kurdan pêk tê. Piştê vê bûyerê êdî yek bi yek rêveberên Cemîyeta Azadîyê têne girtin. Di Çotmehê de Yûsif Zîya û di 20ê Kanûnê de jî Serokê Cemîyeta Azadîyê Xalid Begê Cîbrî tê girtin. Şêx Seîd bo îfadeyan bo Bedlîsê tê vexwendin. Lê li Xinisê îfadeyên wî tên girtin û tê berdan. Ew jî hêdî hêdî berê xwe dide derdora Diyarbekirê. Li Pîranê bûyera ku wek lîstika dewletê tê nirxandin pêk tê. Piştê ku Xalid beg û Yûsif Zîya beg hatin girtin, dewletê dixwest ku di zivistanê de hemû rêberên Cemîyeta Azadiyê ji holê rabike. Bi vê provakasyonê jî zemîna xwe amade kiriye.

Min bi xwendina vê pirtûkê gelek agahîyên nû yên dîroka kurdan a nêzîk bi dest xist. Nivîskar ji gelek belgeyan sûd wergirtiye. Ji vê hêlê ve xebateke hêja ye. Lê li hember rexneyên ku ji helwesta Xalid begê re hatine kirin, hinek wek bixweze bêqusûrîya apê bavê xwe derxîne holê tevgeriyaye. Wek mînak di îfadeyên Serdar Kasim begê muxbîr de, çi qas bo radestkirina Şêx Seîd xebitîye û ji serî de pêvajoya rêxistina Komîteya Îstîklalê rasterast ji Mistefa Kemal re parvekiriye, heye û bi tevî vê rewşê jî zêde behsa Serdar Kasimê muxbîr nehatiye kirin. Şêx Seîd û Xalid beg pisxaltiyê hev in. Şêx Seîd û Serdar Qasimê ku mubîrîya xwe pejirandiye bi xwîşkên Xalid begî re zewicandîne. Yanî Şêx Seîd û Serdar Qasimê muxbîr bacenaxên (hevlingên) hev in.

Wek encam ez jî dixwazim vê bibêjim: Gelo derdek ji wendakirina cenazeyan girantir heye, bi awayek din kuştin an cenaze windakirin tawanek girantir e?
Ev derdê kurdan, ji ber nîzama cîhanî ya dijberî kurdan, di sedsala bîstan de dest pê kir, di sed sala bîst û yekan de hê jî berdewam dike.


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.