1. Tekst

  2. Gotar

  3. Selahet Çiçek
  4. ‘Leqat’a sedsalekê
‘Leqat’a sedsalekê,leqat,a,sedsalekê

‘Leqat’a sedsalekê

A+ A-

Selahat Çîçek

Nivîskarê kurd Recep Dildar piştî berhemên “Kewê Canê”, “Şikefta Xwekuştinê”, “Li Dû Xezalekê” û “Kitana Spî” vê carê bi berhema “Leqat” derket pêşberî xwîneran.

Ev berhem çeşna wê roman e, ji weşanên Dara derçûye, 180 rûpel e û bi ser heft beşan pêk hatiye.

Di vê berhema xwe de Dildar “leqata dîroka sedsalekê” dike. Ji terqa Şêx Seîd dest pê dike heta roja me ya îro tê. Dildar kurteya dîroka vê sedsalê bi çavekî dîrokî daye ber merceka xwe û bi nêrîneke sosyolojîk û civaknasî jî tevna romana xwe honandiye.

Zimanê romanê rewan e, nivîskar bi kurdiyeke resen û têr biwêj û têr pêşgotin romana xwe xemilandiye. Zimanê romanê zimanekî zindî û fesîh e. Heta bêjî bi kurdewarî ye û qalibên paşê yên çêkirî nexistine nav zimanê xwe.

Heke em beş bi beş behsa romanê bikin, em dikarin bibêjin ku nivîskar honandina beşên romana xwe pêşî bi sehneyekê taswîr dike û paşê wê sehneyê wekî perwazekê vedike. Balkêş e ku hema bêje ji bilî du beşan, di sehneyên ewil ên her pênc beşên din de nivîskar hêmayek rengê spî daye pêş. Bo nimûne, beşa yekê, “ew pace bi cawên spî hatiye girtin (rpl 10)”, beşa duyan, “çefîyeke spî… (rpl 56)”, beşa sêyan, “kitana spî… (rpl: 79)”, û her weha di beşa heftan de jî, “solên sporê yên spî (rpl 168)” hatiye vegotin.

Di romanê de qala jiyana malbatekê tê kirin. Jiyana “Hesê Karazî” û malbata wî dike. Di romanê de hêmana sereke “Hesê Karazî” ye û di her beşê de serpêhatiyên zar û neviyên wî bi wî ve girêdayî tên vegotin. Lewre jî em dikarin bibêjin ku di heman demê de her beşa romanê bi serê xwe çîrokek e, lê di heman demê de ev çîrok di bin ban û sîya çîroka sereke ya Hesê Karazî de ye û bi hev re wekî neqşekê hatine ristin.

Di vê romanê de weke paşperde, edet, (berdêl û hwd) kevneşopî û jiyana kurdan a gund û xwecihî bi awayekî aşkere xuya dike xasma jî trajedîyên wekî “xela” û “bêçaretiya hemberî wê” bi şarezahî xistiye nava rêzikên romanê.

Dildar, di romana xwe de gava pesnê mêraniya zilamekî dide, dibêje, “Çi nêçîrvanekî jêhatî ye”, xuya ye, di hişê civakî yê kultura me de ev awa pesindayîn wextekê gelekî li pêş bûye. Belam, vê serdemê nifşê nû, kuştina pezkoviyan bi wesifkirina bi mêraniyê gelekî xweş nabînin.

Nivîskar di vê romana xwe de bi derd û xema civakî jî radibe. Paşmana civakê dilê wî diêşîne. Lewre rexne li nezanî û dubendiya nava civakê dike. Bala xwîneran, bi karekterê “Fehmî Bîlal” dikêşe ser zanînê. Bo nimûne, “Ma şerê bê zanîn ji çi re dibe? Gava şer xizmeta zanînê neke wê encam çi be? Ma wê desthilatdarî nekeve destê xwediyên şûr? Xwediyên şûr jî wê qanûnên xwe li gorî hêza şûrê xwe bimeşînin. Axirkê paşê min fam kir ku heta şûr ne di bin emrê zanînê de be wê ev şûr xisarê bide gel… (Rûpel 46)”

Her weha Dildar, gava Leqata vê sedsalê kiriye, carina di tevna xwe de tevlihevî jî kiriye. Bo nimûne, di emrê birayî wî “porsor (Mihemed)” de tevlihevîyek heye. Dema dayika porsor dimire, Porsor pênc salî ye. Deh salan ji Hesê Karazî biçûktir e. Li gorî vê, hingê emrê Hesê panzdeh salî ye. Gava qala bûyera qaçaxiya xwe dike û ew û birayê xwe ji eskeran direvin jî hingê emrê wî nava bîst û bîstûdu salî de ye. Li gorî vê divê birayê wî deh yanzdeh salî be, lê di vegotinê de, wekî zarokekî çar –pênc salî be behs dike.

Gelek caran nivîskarên me, di berhemên xwe de, hesabên weha tevlihev dikin. Ev yek wek kêmasiyeke teknîkî hem dikeve stûyê nivîskar hem jî ekîba edîtoryal. Loma jî, çêtir e, bala xwe qenc bidin ser van hûrgiliyên teknîkî. Çimkî di heman romanê, di cihekî din de jî kêmasiyeke weha heye. Li gorî romanê, gava jina wî ya ewil behs dike, dibêje, ji Hesê re nasnameyeke nû derxistin û êdî ew bi rehetî biçûya bajêr û vegeryaya. (Rpl 74) Bilakîs, di (rûpela 86an) de jina wî ya duyan dibêje, “mesela qaçaxçiya xwe hel nekiribû..” ev herdu vegotin wek nakokî xuya nakin ma?

Her wisa nivîskar gava qala zewaca Hesê ya ewil dike, wekî di rûpela (69ê) de hatiye qalkirin, çawa ji nişkê ve ew evînî dest pê dike? Jineke ku hêj çar meh di ser mirina zarokê wê re derbas nebûbe, hema bi carekê de daxwaza zewacê li Hesê dike. Jixwe dewama wê di romanê de heye. Pirsa ku di serê me de zelal nebû: Wê serdema behsa bûyerê dibe, irf û edetên civaka me çawa bûn? Xwezî nivîskar ev alî hinekî din zelal bikirana.

Leqat, bi kêmasî û zêdehiya xwe romaneke kemilîye û tahmeke xweş li ser dilê xwîneran dihêle. Dest û pêçiyên nivîskar ter bin. Em çaverê berhemên bi vê tahmê ne.


Gotinên miftehî :