1. Tekst

  2. Gotar

  3. İbrahim Güçlü
  4. Li Başûrê Kurdistanê Qonaxa Qrîtîk: Hilbijartina Iraqê Boyqot An Na?
Li Başûrê Kurdistanê Qonaxa Qrîtîk:  Hilbijartina Iraqê Boyqot An Na?,li,başûrê,kurdistanê,qonaxa,qrîtîk,hilbijartina,iraqê,boyqot,an,na

Li Başûrê Kurdistanê Qonaxa Qrîtîk: Hilbijartina Iraqê Boyqot An Na?

A+ A-

Başûrê Kurdistanê, piştî 16ê Oktobira 2017an kete qonaxeke din ya dîrokî. Lewra li Başûrê Kurdistanê, kurdistaniyan, di 25ê Îlonê de biryara dewletavakirina Kurdistanê dabûn.
Vê biryarê debara dewletên kolonyalîst û hevalbendên wan; kes û rêxistinên berjewendiya xwe ya şexsî û grûbî/particitî ji dewleta Kurdistanê pêştir diparastin, xerab kir.
Loma jî ji bona ku dijminên dewleta Kurdistanê yên hundir û yên derve ji bona ku ev biryara ji holê rabe û li Kurdistanê rewşeke nexweş derkeve holê, dest bi planên qirêj û felbaziyan kirin.

Di destpêkê de li hemberî referandûma serxwebûna Kurdistanê û biryara dewletavakirinê kampanyeke siyasî ya xurt meşandin. Gelek aşkere xwestin ku ev biryara û encama referandûmê ji holê rabe.

Di encama qempenyaya siyasî de êrişa leşkerî dest pê kir. Iraqê bi piştgiriya Îran û Tirkiyeyê di destpêkê de êrişî Kerkûkê kir. Bi pişitgiriya Grûbeke Xiyanetê gelek bi hêsanî Kerkûk hat îşgal kirin. Gelek bajarokên din jî îşgal bûn.
Ev ji bona kurdistanê bû pêvajoyeke xeter. Ez dikarim bibêjim ku îşgala Kerkûkê ji hemû kurdên li çar parçeyan û li dinyayê bu sedema têkçûna psîkolojiya wan.

SEDEMA ÊRÎŞA IRAQÊ YA 16Ê OKTOBIRÊ BES ENCAMA REFERANDÛMÊ NEBÛ…

Wek tê zanîn di sala 2005an de encama referandûma makezagonê Kurdan, Ereban, kêmneteweyên Iraqê biryar dan ku dewleta Iraqê bibe dewleteke federal, parlamenter, pirr partî, demokrat.
Ev yeka ji bona gelên Iraqê piştî rûxandina rejîma baaasê ya faşîst, serkeftineke mezin bû.
Makezagona Iraqê di heman demê de ji bona Rojhelata Navîn jî gaveke demokratîk bû. Ji bona Dewleta Tirk, Îran, Suriyeyê jî ji bona çareseriya pirsa miletê kurd û kêmneteweyan, avabûna demokrasiyê modeleke baş û diyar û kêfxweşî bû.
Kurd ji bona dewleta federal ava bibe amade bûn. Lewra tê zanîn ku du partiyên Kurdistanê (PDK û YNKê) ku îradeya damezrênêr ya dewleta federal û federe bûn, di sala 1992an de biryar dabûn ku Iraq bibe dewleteke federal û Kurdistan bibe dewleta federe.
Lê hezar mixab in erebên şiî û sunî ji avakirina dewleta federal re amade nebûn. Di nav wan de çandeke demokratîk tune bû. Wan ji bona demokrasiyê û dewleteke federal têkoşînek jî nemeşandi bûn.
Loma jî dewleta federal di destpêkê de bi kêmasî û şaşî û bi qirêjkirina çanda nîjadperestî ya ereban ava bû.
Loma jî xwestin ku her dem makezagonê binpê bikin. Mafên kurdan sînor bikin Kurdan û kurdistaniyan ji serwerî û desthilatdariya giştî ya hevbeş dûr bixin. Li Kurdistanê jî desthilatdarî û serweriya miletê kurd jî sînor bikin. Ji aliyê ekonomîk û siyasî de kurdan bixin tengesiyê.
Ev pêvajoya xerakirina sîstema federal di dema Malîkî de dest pê kir û bi Ebadî jî domand.
Ebadî, encama referandûma serxwebûna Kurdistanê wek derfeteke bi kar anî, ji zaafa Emerîkayê û dewletên ku ji Dewleta Kurdistanê re piştgir in, îstifade kir, êrişî Kerkûk û Kurdistanê kir.

Armanc û stratejiya Iraqê û Ebadî û hevalbendên wê (Dewleta Tirk û Îranê) bes Kerkûk nebû. Dixwest ku Herêma Federe ya Kurdistanê jî bi tevayî ji holê rake. Lê sedemên derve û dîrokî û makezagonê şiklî be jî derfet neda ku Herêma Federe ya Kurdistanê bi tevayî ji holê rake.
Lê stratejiya bêtaqetkirina Herêma Federe ya Kurdistanê dimeşîne. Her roj di parlamentoyê de li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê biryarên siyasî û aborî werdigre. Îzin nade ku belafirxanên Kurdistanê kar bikin. Deriyên gumrugê faal bimeşin. Mafê aborî yê karmendan û mûçeya Kurdistanê kêm dike. Siyaseta erebkirinê didomîne. Kerkûk û bajaerokên din ji kurdan vala dike, ereban tîne bi cî dike. Haşdî Şabî, li xelkê êşkence dike û kûştina çê dike.
Divê Herêma Federe ya Kurdistanê jî li hemberî ev siyaseta nedemokratîk û ne mirovane helwesteke zelal nîşan bide.

HELWESTA SEROK BARZANÎ Û PDK YA DAWÎ LI HEMBERÎ SIYASETA HIKÛMETA NAVENDÎ YA IARQÊ…

Serok Barzanî, di 27 salvegera Şoreş û Raperîna Gulana 1991î de daxuyaniyek pêşkêşî kurdistaniyan kir. Di ev daxuyaniya xwe de rejîma Baaasê û rejîma îro ya şiîyan qiyas kir. Got ku “ di navbeya siyaseta îro ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê de tê meşandin û siyaseta baaasê de ferqek tune ye. Heta ez dikarim bibêjim ku siyaseta îro ya li Iraqê ji ya Baasa faşîst xerabtir e.”
Ji bona vê jî pêşniyar dike ku “partiyên Kurdistanê û kurdistanî bi hev re tevbigerin. Li hemberî hikûmeta navendî ya Iraqê siyasete hevbeş û zelal bimeşînin.”
PDKê jî daxuyanî belav kir, got ku “hemû rêxistinên Kurdistanê guh bidin dengê Serok Barzanî û pêşniyara wî. Divê partiyên Kurdistanê li hemberî Baxdayê yekrêz û yekdeng bin.”
Berpirsiyarên PDKê jî nerînên Serok Barzanî parve dikin. Dibêjin ku siyaseta îro ya li Iraqê tê meşandin ji siyaseta Baasê ya 27 sal berê xerabtir e. Di ser re ewqas wext derbasbûye, di siyaseta Iraqê de guhertin pêk nehatiye.”
PDK di wê nerînê de ye ku “êdî di navbeyna Kurdan û ereban de hîsekî hevbeş û mişterek nemaye. Di dema Seddam de evqas dûrketina hestî tune bû. Di dema Seddam de şer hebû û Seddam kurd dikûştin. Lê kurd ji birçina nedikûşt. Lê hikûmeta îro ji Seddam xirabtir dike, kurdan dixwaze bi birçibûnê bikûje.”
Armanca ev siyaseta hikûmeta navendî ya Iraqê gelek aşkere ye ku dixwaze îradeya miletê kurd û desthilatdarî û hikûmeta Kurdistanê bişkîne. Ereb, ji qebûlkirina makezagonê poşman in. Dixwazin makezagonê ji holê rakin. Ev jî tê wateyê ku sîstema federal hilweşînin.
Divê kurd jî li hemberî ev siyaseta nîjadperest û nedemokrat ya ereban bi hev re tevbigerin û yekîtiya xwe ava bikin.
Ji bona vê yekê jî helwesta partiyên Kurdistanê erênî xuya dikin. Hêvîdariya kurdan ew e ku ew helwesta bibe helwestek mişterek û ya hemû Kurdistanîyan.
Piştî ku Kerkûk hat îşgal kirin, ji bona kurdan û Herêma Federe ya Kurdistanê piştgiriyeke xurt ya navneteweyî heye. Hêzên navneteweyî jî gelek aşkere diyar dikin ku siyaseta hikûmeta navendî ya Iraqê şaş e û li dijî makezagona dewleta federal e.
Her çiqas serokwezîrê Kurdistanê dibêje ku em eleqeya xwe bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Baxdayê re qut nekin jî, gelek berpirsiyar û parlamenterên PDKê dibêjin ku divê em hilbijartinên navendi bi hev re boyqot bikin.

HELWESTA PARTIYÊN BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ LI HEMBERÎ SIYASETA HIKÛMETA NAVENDÎ YA IRAQÊ…

Piştî ku Perlemana Iraqê, pirojeyasaya budceya 2018an bêyî kurdan erê kir û pesinand û ti hesabek ji bo mafên gelê kurd nekir, gellek aliyên siyasî di wê baweriyê de ne, ku giring e hemû li Başurê Kurdistanê lihev bicivin û biryareke çarenivîsî derbarê pêşeroja karê siyasî yê Kurdan li gel Hikûmeta Iraqê bidin.
Di dema derbasbûyî de, Herêma Kurdistanê çendîn car niyetpakiya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan, di nav Hewlêr û Bexdayê de da xuyakirin, lê di dawiyê de, Perlemantoya Iraqê bêyî razîbûna kurdan pirojeyasaya budceya 2018an qebûl kir.
Bi gotina beşek ji çavdêrên siyasî û gorî nêrîna min jî, Iraq naxwaze mafên kurdan bide, vê yekê jî aliyên siyasî neçar kiriye ku li çareyeke nû bigerin, ji bo karê siyasî li gel Hikûmeta Iraqê kar nekin.
Endamê serokatiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Osman Karwanî ji Kurdistan24ê re ragihand, ku “baştirîn bijarde ji bo rewşa niha ya Kurdistanê, lihevkirina aliyên siyasî yên Kurdistanê ye û rêxistina navmala kurdan e, herwiha danîna pilan û pirojeyên hevbeş e ji bo rûbrûbûna wan pilanên ku li dijî pirsa kurdan hatine danîn".
Aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê din jî didin xuyakirin, ku “Hikûmeta Iraqê bi çarenivîsa kurdan dilîze û her rojekê biryarekê li dijî xelkê Kurdistanê derdixe, lewra giring e aliyên siyasî yên Kurdistanî, civîneke bilez lidar bixin ji bo biryarek li ser pêşeroja kurdan di piroseya siyasî de bidin.”
Ji aliyê xwe ve, endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goran Cebar Mele Elî got: "Beramberî ew zulma li kurdan tê kirin, pêwîst e hemû alî yek deng bin, pêwîst e hemû aliyên siyasî bicivin û biryarê li ser helwestên Bexdayê li dijî Kurdistanê bidin".

DIYAR E KU LI PÊŞ KURDAN BOYQOT HEYE…

Ez ne di wê baweriyê de me ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê pirsgirêkan çareser bike, ji mafên kurdistaniyan re rêzgirtî be, hebûna aborî bi kurdistaniyan re bi edaletê parve bike, dewletê gorî makezagona dewleta federal bimeşîne. Ji şaşiyên xwe vegere.
Loma jî li pêş kurdan hilbijartinên giştî boyqot wek opzîyoneke gelek realîst û tesirdar xuya dike.
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Amed, 16. 03. 2018

Têbinî: Rejîma Baasê, îro, di 16ê Adara 1988an de li Bajarê Kurdistanê Halebceyê bi çekên kîmyewî qetlîamek pêk anî. Ez vê qetlîamê rûreş û protesto dikim. Tiştê kêfxweşî ew e ku berpirsiyarên vê qetlîamê ciza bûn. Ez baş dizanim ku îro gelê me gelek xemgîn e û di şinê de ye. Bila serê neteweya kurd û Kurdistanê sax be.