Miriyê Heram,miriyê,heram

Miriyê Heram

A+ A-

Nivîskarê hêja, Bavê Nazê, di romana xwe ya bi navê “Miriyê Heram" de, balê dikişîne ser zimanê dayikê û berxwedana li hember Roma reş.
Roman bi zimanekî zelal hatiye nivîsandin û herikbar e.
Di romanê de, Navê Celadet balê dikişîne.
Di romanê de " Tûjo" û " feylosofê serxweş " heval in. Navê Tûjo ê rast Celadet e, ê feylesofê serxweş jî Mecît e.
Herdû heval li hev dikin û nufûsa xwe diqetînin û bi yek dengî dibêjin : " nufûsa ku navê neteweya me lê nebe, em wê qebûl nakin!"
Piştî van gotinên wan tên girtin û gelek îşkence li wan tên kirin.

Di romanê de qala du hevalan dike ku ew ji dil ji hevdû hez dikin û Mecît ji girtîgehê derdikeve li diya Celadet miqate dibe.
Di rûpela 69an de dibêje: “mirovên xerab, keda mirovên qenc dixwin"

Feylesofê serxweş, vexwarina araqê bi bêhiqûqiyê ve girê dide.
Di romanê de Celadet ne endamê tu Partiya ye, lê dîsa jî wî rehet bernadin û dahwa raporê lê dikin.
Roman bi mirina Tûjo ( Celadet) gelek bandorê li ser xwendevanan çê dike, ku mele dibêjin: ew miriyê heram e, em wî naşon û nahêlin wî di goristana Misilmanan de veşêrin.
Bi min roman gelekî bi wêrekî hatiye nivîsandin.

Nivîskar:
Bavê Nazê, di sala 1946an de li gundê Kucuk yê li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 1981î de doktoraya di warê wêjeyê de ji Zankoya Moskowayê wergirtiye. Bavê Nazê, dilxwaz û dildarê ziman û wêjeya kurdî ye.
Hinek berhemên wî ( yên ji Lîsê derketine)
Govenda Li Ber mirinê, kurteçîrok, Lîs,2007
Miriyê Heram, roman, Lîs, 2009-2016
Dara pelweşiyayî, roman, Lîs,2010
Hêsir û Baran, kurteçîrok, Lîs,2013
Çiyayê Bi Xwînê Avdayî, roman, Lîs 2016


Gotinên miftehî :