1. Tekst

  2. Helbest

  3. Wiyam Xedas
  4. Nameyek bo romannivîsekî mezin- Wiyam Xedas, Werger: Brahîm Mehmûd
Nameyek bo romannivîsekî mezin- Wiyam Xedas,                                   Werger: Brahîm Mehmûd,nameyek,bo,romannivîsekî,mezin,wiyam,xedas,werger,brahîm,mehmûd

Nameyek bo romannivîsekî mezin- Wiyam Xedas, Werger: Brahîm Mehmûd

A+ A-

Eger ez jina te bû ma
Min ê biavêta ser pûrê te
Li ser qabên pirtûkên te yên nuh
Bi bejana te ya bilind
Bi çavên te yên zelal
Bi lêvên te yên xweş
Ji dêvla ez serkeftina te pîroz bikim




Min bala xwe nedida ewên pêwîst hevalên te
Li ser Feyspokê
Û min ê di ronîkirinekê de ji te re bigota:
Ez xwe amade dikim bo hatina te
Û qemîsê razana min yê şîntarî li nig te
Ez nabînim
Te dîtiye?
Ez ê gengeşiyên te yên çandeyî pêwîst bibirim
Ji payeberziya wêjeyê di civakên sêyem de
Bi agahiyekê biçûk
Ez ê bînim bîra ku tu vê şevê bi xwe dereng nemîne



An dereng bimîne
Lê ji bîr neke tu gellekî vexwe
Berî hatinê
Çiku tu dizanî
Ez ramîsana avdayî bi meyê baştir dibînim
Û şêwaza sînemayî afrandî
Ya ku tilyên te pê dilivin li ser laşê min
Di serxweşiyê de,





Eger ez jina te bû ma
Min ê ji guhdariyên te ji dilekî zêde bigota
Ser amadebûna te teyî dirust
Di şevên zirç
Yên ku bê wate ne
Yên ku ez nikarim pêkve helbestekê tenê bi dawî bikim
Ez biryarê didim bi tazîtiyê li ber ayînê
Daku wate bibiriqîne
Derbarî reşikiya teyî dilgerm li pişt min
Û giriyê min yê şewat sapûtka sênga te




Û helbest dizên wek sêlê ji devê min
Tîr in tîr
Tevî qêrînê
Pêkve bi xwêdanê re
Bilind dibin bi tayê re
Lê nenûkên min diçikin
Di goştê milên te
Çi wate ku ji mirovan dixwînim
Ser amedebûna afrandina te û pirtûkên te şêrînê min?






Eger ez jina te bû ma
Min ê romanên te ji lehengên ewan valabikirina
Û min ê gana te bikira pêş ewan
Daku serfiraziya te bidîtina
Û hejarbûna te di hebûnê de
Û ji te nefret bûn û dev ji te berdan
Û tu ma ji min re
Xwedawend in ji bilî min ne afrandine,




Eger ez jina te bû ma
Belkî min biryara pirsek bu te di dîdariyek te de bida
Derbarî têkiliya hezkirinê ku ez pincar dixum
Piştî vî temenê dirêj
Çiku ew xwarina teyî hilbijartî,
Û ez tenha rengê narincî li xwe dikim
Ez zikdayî bilivim wek berê " Yûsivî "
Û hestê teyî hejar bi şanaziyê
Dema ez bi bî dibim ku ew rengê teyî sirûrşkirî.




Eger ez jina te bû ma
Min ê êrîşî zankoyê bikira cihê tu sîmînara lê didî
Li ser romana nuh û pêşengeyên ewan di cîhanê de
Min ê mîgrefon ji destê yekê revandiba
Û min ê bi dengê bilind bigota:
"Șorba kumika ku te bi çêkirina wê ya duh ez nişkeve kirim
Xweştirîn tiştê ku mêrek çêdike şêrînê min! "




Eger ez jina te bû ma
Min mûm li ser maseya xwarinê nevêdixistin
Min ê tilyên xwe vêxistina
Û minê jehr ji te re tev sîniya te bikira
Daku tu bimirî lê ez disotiyam
Ez bi tirafa xwe li ser dîwarên malê binvîsim:
"hezkirina min bê derketine wek vî dîwarî!"





Eger ez jina te bû ma
Min ê wêneya guhestina me daîna
Li ser kerta pênasiya tetî netewî
Û pasporta te
Li ser gengeşiyên te rojnemevanî
Yên siyasî û yên herî tund
Û min imzeya te yî kesayetî bihêla
Gotinek ji çar tîpan
Ew navê min.




Eger ez jina te bû ma
Min ê neserkeftina te xwedî bikira li ser birhên xwe
Navbera por di laşê min de
Binya zimanê min
Kûrahiya navka min
Hundirê zikê min
Ezê li têkçûna miqate bû ma
Bi fedekarî tu serkeftinan qir dike
Bê rawestan,
Min te micûl kirî bi zarokên ku ezî ewan bînim
Her roj
Û min ew gerim kirin da ku li ser te rabin
Çiku tu bavekî hej berhemên xwe dikî bêtir ji ewan,


Eger ez jina te bû ma
Min ê çavên xwe derxistana
Pêsîrên xwe bibirîna
Ûrê xwe biavêta
Gurçika bixiniqanda
Roviyêm xwe verşanda
Min ê tiştek wisa bikira
Her şev bi rêk û pêk
Da ku tu bi min ve werî bo xestê
Û tu li nameyên dilgirêdayên te venegerîne,




Eger ez jina te bû ma
Min ê serkêşiya raperînên piştgiriya dijminên te bikira
Leşkerên mirovên ku çavtengiya ji te dikin
Tu dizanî çendîn ew bi sawe
Em ê pêkve bibêjin: bikeve… Bikeve!





Eger ez jina te bû ma
Ez nizanim
Dibe min te daqurtanda

Têbinî: Wiyam Xedas, helbestvaneke Tûnisî ye, mafnas e, di rojnameyên erebî de dinivîse, ji berhemên wê:

1-Ez dimeşim û dikenim weku ez darekim (çîrok)
2-Bexçeyek bi zûhaymer ketiye (helbest)

Ev helbesta bi nav bûye vê banga sibehê hatiye weşandin di malpera erebî: Antoljiya de, ji ber naveroka wê ya giran buha min wergerand zimanê kurdî di cih de.
Werger: Brahîm Mehmûd

Di malpera Antolojiya de weşiyaye, 9-6-2018
Duhok – 9-6-2018