1. Tekst

  2. Gotar

  3. Amed TİGRİS
  4. Nirxandineke kurt li ser romana “Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerîn”
Nirxandineke kurt li ser romana “Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerîn”,nirxandineke,kurt,li,ser,romana,derî,vekirî,bihêlin,wê,hechecîk,vegerîn

Nirxandineke kurt li ser romana “Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerîn”

A+ A-

Ji deh salan bêtir e ku ez li ser hevwateyên (sînonîmên) kurdî dixebitim. Hema hema min hemû ferhengên kurdî li bêjingê xistin û hevwateyên ku li wan rast hatim, min bi awayekî alfabetîk nivîsand. Piştre roman û berhemên folklorîk ên ku bi dest dixim dixwînim û peyvên ku di ferhengan de tune bin ez kom û tomar dikim. Hevalên ku dizanin ez li peyî berhevkirina hevwateyan im dema ew berhemeke bixwînin û peyvên sînonîm di wan de hebin, min agahdar dikin ku ez wê berhemê bixwînim û sûd û kelk jê bigirim. Du hefte berî niha cîranê min mamoste Ahmed Kanî ji min re got ku “romaneke Îrfan Amîda ya bi navê ‘Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin’ derketîye û gelek peyvên ecêb û giran tê de hene. Heke tu bixwazî ez ê ji te re bînim bixwîne.” Min pirtûkê ji mamoste Ahmed Kanî girt. Ev romana ha di sala 2020an de ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve hatîye weşandin. Edîtorê pirtûkê Tehsîn Baravî û sererastkirê wê Seleheddîn Aksoy e. Pirtûk ji 11 beş û 216 rûpelan pêk tê.

Min berê çend berhemên mamoste Îrfan Amîda xwendibûn; berhemên wî baş bûn bi kurdîyeke zelal û rewan nivîsî bû. Min bi mebesta ku ez ê carek din bi kêfxweşî bixwînim, çêjeke edebî jê bigirim û hevwateyên hêja bi dest bixwim, dest bi xwendina romana Îrfan Amîda ya bi navê “Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin” kir. Rûpela yekem ji serî heta dawî teswîr, rûpela duyem, rûpela sêyem, rûpela çarem, pençem heman teswîr bûn. Lê teswîrên çawa? Gotin li pey hev hatine rêzkirin, çemandin, komkirin, qûçkirin. Wateyên peyv û hevokan nayên fêmkirin. Gelek peyv di cîyê xwe de nehatine bikaranîn. Piranîya hevokan ne hevokên normal in, hevokên berejavî, bêwate û nîvçe ne. Çavên min li wan peyv û hevokên ecêb asê bûn, ziman di devê min de gilor bû û min kir nekir nikaribûm bi pêş ve herim. Hewez û hêza xwendinê bi min re nema û min dev ji xwendina wê berda. Dotira rojê ez poşman bûm û min dîsa dest bi xwendina wê kir. Min bi awayekî êşkence beşa yekem qedand û xwest dest bi xwendina beşa duyem bikim. Min got qet nebe dê di beşa yekem de mijar, ziman, leheng, karakter, hawîrdor, teswîr, çalakî werin guhertin. Min dît ku wekî formalîte pirtûk hatîye beşkirin. Beşa duyem ji her alî ve dewamîya beşa yekem e. Cîh nehatiye guhertin. Bûyer li mal û hewşa pîrejineke dom dike. Cîranê pîrejinê bi keça xwe ya biçûk ve hatine cem pîrê. Li wir xwarin dixwin, sohbeta rojane dikin. Qaşo dê pîrê ji wan re çîroka malbata xwe vebêje, lê ew dikin nakin pîrê tişt nabêje. Pîrê nexweş e û ew bi taksîyê dibin nexweşxanê û tînin. Balafir bi ser bajar re difirin û dengê çend panzeran jî tên. Ji beşa yekê heta beşa yazdehan bûyer bi eynî kesan li eynî malê derbas dibe. Bi navê Mazlûm û Apê Osman du kesên din jî carcaran tên mala wan xwarin dixwin, çay vedixwin sohbet dikin. Di nav sohbeta wan de gotina “hevalan” derbas dibe. Di cîyek du cîyan de behsa bajarê Nisêbînê dikin: “Kes li bajêr nemaye û bar kirine…” dibêjin. Mirov di nav axaftina wan de gotina “xendekê” jî dibihîse. Lê li Nîsêbînê kîjan sal û dem, çi bûye, çi nebûye, bajar kavilkirine, avakirine, çi ye, ne dîyar e.
Teswîr teswîr û teswîr ku mirov ji gotina teswîrê êdî dikerixe. Heta dawî pîrê li ser şêmûga derîyê xwe rûdinê û çîroka xwe nabêje di cîyek de jî navê Dêrsim û jineke bi navê Zarîfe derbas dibin. Di dawîyê de bi navê Seyîdxanko kesekî tê kuştin. Çawa tê kuştin, li ku tê kuştin ne dîyar û zelal e. Di rûbela 165an de ji wan yek ji pîrê re dibêje, “doktor doh ji te re gotibû ji Nisêbînê derkeve û divê tu derkevî.” Ev jî dide dîyar kirin ku temenê mijara romanê du roj e û cîyê qada çalakîya wê jî li Nisêbînê mala pîrê ye.

Ji bo hevok û hevoksazîyên romanê çend nimûnên balkêş û seyir weha ne:
“Ne wekî Nesîma di ber fedîyê xe. Ne gilî û gazin jî. Ji bo hinekî din belav bike bêhna mayî ya ji dengê birînê. Hevokê xwe rast li Nesîma girt lê; qirşikên di çavên wê de vemirîn hinekî din û vebiriqîn bîbikên wê. Ew dît Zerga çêjeke miz î zelal li rûyê wê veda.” (Rûpel 41)

“Deng ji peyvan pê ve ne tu tişt bû vê carê. Ne pêş ne paş. Qut. Sar. Tisî. Xav.
Daket rast li xwedîyê deng nêrî. Ne vir de ne wê de. Qut. Sar. Xav.” (rûpel 103)

“- Em bi du bizinan xwedî kirin dêya min. Wekî du karikan belkî jî. Porê di paxila xwe de ji me bêtir belkî jî. Cesedê Seyîdxanko ji me bêtir. Wekî nehêle bimire.
Xumexuma çavên wê belav bû wekî. Wekî xûsîkek ma tenê. Xurand.” (rûpel 216)

Tempûsa lêkar bêserûber e. Di hinekî hevokan de dema niha, di hinekî hevokan de dema borî bi kar anîye.
Li gelek cîyan paragraf bi tîpa biçûk dest pê dike. Rûpelên 12, 13, 30, 31ê binêrin.

Ji rûpela destpêka romanê heta rûpela dawî çend peyv hatine dubare û dehbarekirin. Yek ji wan peyvên dubare û dehbare peyva “wekî” ye. Hema hema di her rûpelî de peyva “wekî” bi çend caran hatiye bikaranîn. Hevok bi gotina “wekî” dest pêdike û bi “wekî” diqede. Ka em bi hevdu re binêrin peyva “wekî” di rûpelekê de çend car hatine bikaranîn:
Di rûpela dehan de peyva “wekî” 10 car, di rûpela 19an de 12 car, di rûpela 87an 10 car, di rûpela 94an de 9 car, di rûpela 174an de 8 car, di rûpela 175an de 8 car, di rûpela 180î de 9 car, di rûpela 201ê de 17 car, di rûpela 204an de 16 car, di rûpela 205an de 11 car, di rûpela 206an de 15 car, di rûpela 210î de 10 car hatîne tekrarkirin. Herweha ev dubarekirina peyvan ji bo peyvên weke wilo, erjeng, fafik, hemişîn, cefil, çêj... jî derbas dibin.

Dîyalog kêm in. Dîyalogên ku hene jî di bin sîya teswîran de fetisîne.

Ji keçan re kur û ji kuran re keç gotîye:
“-Hêlîn keça min ma deng nayê te lawo? (rûpel 61)
“Nesîma kurê min. (Rûpel 143)

Gotina “Laleş” şaş e. Orîjînala gotinê ne “Laleş” e, “Laliş” e.
Gelek peyv û têgeh bi şaşî hatine bikaranîn. Di rûpela 26an de “qîra asfalt” nivisîye. Peyva qîr û asfalt hevwateyên hevdu ne. Du hevwateyên wê yên din jî hene: qetran, qîr, zift, asfalt
Di rûpela 27an de gotina doşveger heye. Gotinên doş û veger jî hevwateyên hevdu ne. Çend hevwateyên wan ên din jî hene: doş, çerx, zivir, qavz, veger, çeng an çengberkî…
Tê gotin ku Îrfan Amîda û çendên din dixwazin ekola nivîskarê Amerîkî Wîllîam Faulknerê ku di sala 1897an bûye niha vejînin. Wîllîam Faulkner pêşî helbestên teswîrî (portraît)) nivîsiye û piştre bi heman metodê dest bi nivîsandina romannivîsandinê kiriye. W. Faulkner li Amerîka û Ewropa weşanxane bi weşanxane gerîye ku berhemên xwe bide çapê lê weşanxanan berhemên wî yên ku ji derî teswîrên dirêj, bêwate û monologên hundirîn hêjayê çapkirinê nedîtine. Wîllîam Faulkner di bîr û bawerîya xwe de ne mirovekî stabîl bûye, tim dîtina xwe guhertîye, poşman bûye. Ew gelek caran di warê nivîsandina romanê de têkçûye. Piştî gelek salan çend senaryoyên wî li Hollywood hatine pejirandin û li ser wê navdar bûye. Piştî navdarbûna wî weşanxaneyan dest bi çapkirina berhemên wî kirine û di sala 1949an de Xelata Nobelê girtîye. Mirovekî pesîmîst û alkolîk bûye. Dem çûye dewran vegerîye, roman niha di qad û asteke din de ye. Portraîtîya Wîllîam Faulkner di nav rûpelên pêvajoya dîroka romanê de wenda bûye.

Romana Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî)
Dîsa rojekê mamoste Receb Dildar telefonê min kir û got, “bi navê Berîya Mêrdînê romaneke Konê Reş derketîye. Di wê romanê de gelek gotinên herêmî hene. Dikare ji xebata te ya hevwateyan re bibe çavkanîyeke baş.” Ez çûm min romana Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî) kirî. Konê Reş behsa ji dayikbûn, zaroktî û ciwantî, xwendekarî û gundê xwe dike. Yanî ji serî heta dawî otobîyografîya Konê Reş e. Ji aliyê komkirina hemwatan ve min sûd jê girt. Lê tiştekî girîng heye ku otobîyografî ne roman e. Derdê serê derdan weşanger Qahir Bateyî di dawîya pirtûkê de dinivîse ku cîlta duyem a “Romana Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî) jî li ber çapê ye.”
Otobîyografî çawa dibe roman?

04.02.2021 Amed
Amed Tîgrîs