Parîsname I,parîsname,i

Parîsname I

A+ A-

28 sal berê
Ne yê Parîsê, 28 sal berê halê me. Di sala 1989 an da li zîndana Amedê bi eşkerebûna tûnelê ra em sed û deh dîlan sirgun kiribûn, avêtibûn hucreyên girtîgeha Eskîşehîrê.
Encax piştê birçîmayîneke dirêj a mirinê, zordarên dewleta Tirk ên wê demê pejirandin, ku li şûna îzolasîyona kesekê/î, heşt kesan bixin hucreyekê.
Êşkence, îzolasyon, xwebiçîkirinên dûr dirêj, enwayê çeşîd nexweşîyên can û derûnî peyda kiribûn li me dîlan.
Bi çavvekirinê ra min xwe di morga nexweşxanêyê da dît. Dest bi kelepçeyê, lingên min bi zencîrê bi ranzayê va girêdayî di nava mirîyan da bûm.
Mîna balcanê ez qewirandibûm. Tamponekî 20 cm. kiribûn nava min, cîyê nişterîyê. Piştê nişterîyê ev halê min ê di morgê da bi serê xwe êşkenceyekê bû.
Li dijê vê halê çiqas biqêrîyama û hewarê bikira, birîna min ewqas jan dida û dixwînîya.
Di wan rojîyên mirênê da rûvî û hinav li min hatibûn xarê. Ji derdê giran basûr jî li min werimî bû, bibû mîna kindorekê. Zik li min nepixîbû, hew mabû biteqîyama.
Bi qêrîn û lêxistina li derîyê hesinî yê hucreyê ra tawilê zebanîyan ez anîm nexweşxaneya dewletê ya Eskîşehirê.
Yanê ji bo me dîlan qesapxaneya dewletê. "Doktorê" wan jî qesap. Bi kîn û rika kalikên xwe yên selçûqî, osmanî û kemalî ez qewirandibûm.
Wan piştê du rojan, du hebên êşbirînê xistin nava destê min û ez anîm avêtim hucreyê. Bilî min heft hevalên din jî hebûn di hucreyê da. Me rojên bi moral ên watedar derbas kirin bi hev ra, heta sirguna girtîgeha Aydînê.
Tampon mîna beton di min da hişk bibû. Ne dikaribûm biçûma tûwaletê, ne dikaribûm bixwara. Ji halê birçîbûnê xirabtir bû, ev halê min.
Di hefteyê da carek nîv saet ji bo serşûştinê, ava germ berdidan hucreya li dawîya bloka ku em lê diman. Grub bi grub em diçûnê me serê xwe dişûşt.
Ji ber nexweşîyê nikaribûm biçûma "serşûştinê". Yek ji hevalên hucreyê ku min gelek hez jê dikir, bibû "hemşîreyê" min.
Dema ji banyoyê bihata di nava bîdonekî 5 lîtroyî da ji min ra ava germ dianî, berdida nava teştê û ez tê da rûdiniştim. Wisa çar pênc seans di nava ava germ da dimam, paşê min karî wê tamponê nerm bikim û derxim.
Tabî derxistina wê ji nişterîyê jî zortir bû. Mîna jinekê ku zarokê xwe ters bîne dunyayê, ewqas ku jan dida min.
Ji alîyekî din jî hemşîreyê min bi henek dikir pitepit: "Apo derxe, êdî bes e! ava serê me hemû çû, ji bo qûna te!"
Hevaltîyên girtîgehê hêdî çêdibin mîna durên nav kêvcalê. Saxlem, hilû û pak in.
Niha hun dê bêjin, di navbera van gotinan û Parîsê da çi tikilî hene? Hene.
Ez heta niha çend car çûbûm Parîsê. Birastî çûyîna îcar gelek taybet bû. Hem mêvanekî min ê ezîz ku min ew 25 sal in nedîtibû û wî jî Parîsê hîç nedîtibû, min ê bi xwe ra bibira, derxista Eyîfelê. Hem jî hemşîreyê min, ku li ba min hê jî mîna dur e, li wir bû lewma.
Ne Bastîla wî ku mîna otêleke pêncstêrk bû di ber zîndana Amedê ya salên 1980 an da. Ne jî şahesera Notre Damê ez kişandim Parîsê.
Em hevalên ji dema zîndanê mîna nokên ji tasê birije erdê, her yek bi derekî da pengizîn. Her yek berê xwe da xerîbîya welatekî, her yek li dûrîyek bû bîyan. Hin li welêt man, hin cangorî bûn..
Berlîn a min, Parîs bû para wî. Para hemşîreyê min, yanê Celal Avciyî. Celalê ku êdî mîna min hildikişe pêlikên kaltîyê. Celalê ku dilê wî hê jî mîna yê zarokekî pak û paqij lêdixe. Ma ser kal be, dil kal dibe?
Ne Viktor Hugo me, ku heta kanalîzasyonên vî bajarî jî bi melodîyeke lîrikî ji we ra biherikînim. Ne jî êdî ne ew evîndarê romantîk im, ku ji bo vî bajarê mîna keçeke hejdeh salî bedew e, serenadan bixwînim.
Parîs navenda Ewropayê ye. Bi 12,4 mîlyon niştecîyên xwe va piştê Londonê duyemîn bajarê mezin ê Ewropayê ye. Îro piranîya xelkê wî êdî Ereb û Afrîkayî ne. Ji Ewropayê pirtir dişibe bajarekî Afrîkayî. Yanê wê orjînalîteya xwe ya estetîkî winda kirîye. Ne arîstokrat dixuyên, ne jî baloyên bi maske yên sosyeteyê.
Şanzelîze, Melenrûj êdî heta sibeyê ne şîyar in. 11 û 12 ên şevê qerebalix belav dibe, ji tirsa hêrîşên terorîstî yên îslamê. Êh! Ev jî asayî ye. Meriv evqas dagirkerî bike, tewîzê bide nexwşîyên ol û hîpnozê, mîna pîyonê wan bi kar bîne, dem wê were nexweşî bibe bela, bajarên meriv jî dê ji destî biçin..
Deh Sartre jî rabin nema dikarin nirxên ketî ji erdê rakin.
Dema tu bêjî Parîs, gelek sembol tên bîra mirov. Eyîfel, Notre Dame, Bastîl, Şanzelîze, çemê Senê, dêra spî, Louvre, metroyên wî, Elyesse û bi dehan tiştên din.
Parîs ji bo min hê jî bajarê evîn û romantîzmê ye. Carnan jî şûşeyekî Bordo. Her çiqas wekhevî û azadî wateya xwe tê da winda kiribe jî, hê jî bajarê azadîyê ye
Parîs. Bajarê raman û hunerê. Ji Napolyon, Maria Antouneti pirtir, Jan Paul Belmondo, Dalîda mane di bîra min da ji vî bajarê rengemozayîk.
Ji duayê nefretê dikim. Dîsa jî mala wan îngilîzan ava be, Vê EysJetê çêkirine feqîr fiqare dikarin herin seferê. Bilêt, bordkart hemûyan meriv dikare di înternetê de hel bike. Ez û mêvanê xwe, em li Berlînê siwarê EysJetê bûn, me berê xwe da Parîsê. Piştê saetekê em li Orlîyê peya bûn.
Celal Avcî û hevalekî wî bi otomobîlê li ber derîyê firokxaneya Orlîyê em pêşwazî kirin. Bi hesret me hev hemêz kir. Bi îltifatên "tu hîn xort î, baş dixûyê.." henek, laqirdî, felan em siwarê otoyê bûn û me berê xwe da mala Celalî ya li navenda bajêr. Ji lezûbeza xwe tiştek kêm nekirîye, Celal. Mîna bager diaxife û em diçin.
xirxalikê zêrîn li ser gerdenên şîn
Parîs, herdû pêsîrên Senê mîna xirxalikekî zêrîn xemilandîye. Çem ava jîyanê. Ew paqij dike, meriv wî qirêj dikin. Ji çeman çemê Senê li vir jî bi comerdî jîyanê li Frensizan bexişandîye. Hem jîyanê bexişandîye û hem jî qirêjîya wan paqij dike. Barên wan dikişîne. Zikên wan têr dike. Senê şahidê çûyî û mayîyên dîroka Parîsê. Gelek pireyên kevn û nûjen herdu qeraxên çemê gîhandine hev. Keştî û kelek li serê, şev û roj di seyir û seferê da ne.
Sen dema ji erdê Parîsê derbas dibe, mîna marekî dizivire û fetilan dide xwe. Ev fetla wî mezin biçûk gelek giravan çêkirîye li ser vê erdê. Girava herî mezin "Île de la Cité" ye. Navenda bajêr, salên berîya Îsa li ser vê giravê ava bûye.
Navê wî yê antîk Lutetia ye. Di dema împaratorîya Romê da navê Parîs hildaye. Parîs hem Keltan û hem jî Roman hewandîye. Paşê Frenk û Frensizên îroyîn û bi tevê bi mîlyonan bermayîyên wan ên ji kolonîyan, hildaye bin banê xwe.
Ji alîyê îdarî va 20 navçeyên wî hene. Ev navçe hem bi hejmar, Parîs 1, Parîs 3, P. 7, hem jî bi navên mîna Louvre, Temple, Palais Bourbon ûwd. tên binavkirin. didome


Gotinên miftehî :