1. Tekst

  2. Gotar

  3. Şeyhmus ÖZZENGİN
  4. Prensesa Bê Tac û Text! Eyşe Şan û huner!
Prensesa Bê Tac û Text! Eyşe Şan û huner!,prensesa,bê,tac,û,text,eyşe,şan,û,huner

Prensesa Bê Tac û Text! Eyşe Şan û huner!

A+ A-

Eyşe Şan, yek ji hunermenda zaroktî û xortanîya me bû. Çend dengên ku li Bakurê Kurdistanê bi sêlikên Kurdî digihîştin me hebûn. Eşye Şan yek ji wan bû.

Eyşe Şan, ji ber ku jin bû, pir caran sîstema ku di nav kevneşopîya civatê de hatîye avakirin, bûye qatîlê jîyana jinê, ya bêtaqet jî.

Di nav civatê de ew exlaqê xerab, bi bêwîcdanîyek mezin ve ji xwedîhêzan re dibe piştgir, nizanîya nav civatê ji xwe re bikar tîne û bi destekî zalimane, dikeve qirika jinê, wê ji taqet dixe. Jîyana hunermenda me ya hêja Eyşe Şan, yek ji vê mînakê ye. Wek Payîzê bû.
Min ji payîzê hez kir
rengê bajarê min guhert.

Zivistanê kefen hinbêz kirîye
Li çîyayên min yên qedîm.

Rojê pişta xwe daye min
Ba û bahoz wêrek bûne li ser dilê min.

Av ketîye tenûra min ardû şil bûye
Hêvî di pêsîra min de mezin dibe

carek bibe beybûn
carek nêrgiza min.

bibe nefelek çarpel li warê min
Bila bêhna berfê were ji destê min.

Eyşe Şan, ne ji jîyana xwe, ne ji kurdbûna xwe, ne ji hunermendîya xwe xêr nedîtîye. Ji zaroktîya wê de destekî zalim, ji nava jîyana civakî, her dirêjî jîyana wê bûye. Tenêtîya wê, bêpiştîya wê, her stûyê wê li henber vî destê biqirêj, bêçar hiştîye û wê ji taqet xistîye.
Lê Eyşe Şan radestî vî destê xerab nebûye. Di seranserê jîyana xwe de li henber vê fêhmkorîya civata me, li henber desthilatdarîya nava civatê û nezanîya nava civatê, a li henber hunermendîya jina Kurd, liber xwe daye.

Strana “qederê” îsyana Eyşe Şan a li henber vê zalimîyê, bêwîcdanîyê bi xwe ye. Bi dengekî bêhêvî û ji taqet ketî û awazek ji dengê jina Kurd ku dibêje;
“..gava qeder li wecê mirov nenêre, mirov dê di kulmeke av de jî bifetise.”*
Eyşe Şan, ticarî sîyaset tev li jîyana xwe a hunerî nekirîye. Ji ber wê jî tevgera Kurd a salên 1960 û 1970yî nêzî Eyşe şan nebûye. Ji civatê bêtir, tecrît û zalimîyek mezin li henber Eyşe Şan bikar anîye. Xwedî lê derneketîye, ew gazî şevên xwe nekirîye û di rûpelên xwe de cîh nedaye Eyşe Şan. Ew tecrît û zalimtîya ku civatê li henber wê meşandîye, sinifa sîyasî a Kurd jî li henber Eyşe Şan meşandîye. “Dema agir bi êzingan dikeve, ter û hişk bi hev re dişewitin.” *
Sucê Eyşe Şan çi bû?
Pîyasa muzîkê di destê bêbavên tirkan û kurdên bê qerekter de bû. Ji ber ku Eyşe Şan Kurd bû, jin bû û bêpişt bû, bi Kurdî sêlik derdixist, pîyasa muzîkê, pêşî li Eyşe Şan digirt. Vê rewşê jîyana Eyşe Şan zahmet dikir.
Sîyaseta Kurd jî, ji ber ku qîmeta çand û hunera Kurdî nezanî bû, xwedî li Eyşe Şanê dernediket. Eyşe Şan jî muzîka sloganan çênedikir û tev li wan nedibû.
Eyşe Şan, di talîya salên emrê xwe de ev rewş anîye ziman:
“Eyşe Şan ket govendê, Eyşe Şan ket govendê
Bi derd û dîlan û qendê, bi derd û dîlan û qendê
Kes bi derdê mi nizane, kes bi derdê mi nizane
Bi hesret im ev çend e, bi hesret im ev çend e
Dîlan e ha dîlan e dîlana me kurdan e
Kurdno werin dawetê, keçno werin dawetê
Ew dawa me hemîyan e, ev derdê me hemîyan e”*

Eyşe Şan, hunermedek pir saf û bi destê şîrketên muzîkê ew xeşîmîya wê, pir xerab hatîye bi kar anîn. Bi peymanên bê maf û yekalî ji xwe re bikar anîne. Di vî warî de Eyşe Şan dibêje;
“A rast di der bareyê van mijaran de hîç fikreke min jî tune bû. Ez gelekî kawik û dilpak bûm. Min digot; her hal ev kar wisa ye. Wê çaxê kesek fikrek nedabû min. Kesekî min ê ku bi min re bibe alîkar tine bû. Kesî negot ‘keçê ev pere gelekî hindike. Pereyê ku vîya daye hîn nake heqê straneke te.’ ” *
Li ser pişta Eyşe Şan, şîrketên muzîkçêker bi 100 hezaran pere kezenc dikin û Eyşe Şan jî nanozikî, di nav xîzanîyê de dijîya.
Di jîyana hunerî ya Eyşe Şan de gotina stranên bi Kurdî jî her derketîye ber wê û bi destê nîjadperestên tirkan ev bûye sebeba qutkirina rizqê wê jî. Di vî warî de gotina stranên bi Kurdî di her serlêdana kar de derketîye ber wê û li rûwê wê xistine wek qebehetekê!
Li ser vê meselê Eyşe Şan dibêje:
“Qet ji bîra min naçe, rojekê li Stenbolê, li Kumkapîyê, ez bi xwe çûm Gazînoya Halîkarnesê û me li hev kir. Reklama xwe kirin. Hîna yê roja dinê ezê derketama ser sehneyê. Wê şevê zilamê patron telefonî min kir. Got: ‘Xoşkê, me bihîstîye tu bi Kurdî dixwînî.’ Min got belê sêlikên min bi zimanê Kurdî jî hene..” *
Dema xwestîye derkeve radyoyê jî ev mijar derketîye ber û bi “sebeba ku Eyşe Şan bi Kurdî jî stranan dibêje!(!) raserî astengan bûye. Bi van metodan her rêka Eyşe Şan hatîye girtin.
Eyşe Şan, di jîyana xwe a hunerî de çûye Radyoya Bexdayê beşa Kurdî jî û bi Mihemed Arif Cizrawî û îsa Berwarî, Tahsîn Taha re jî xebitîye, konser dane. Di derheqa jîya xwe a Bexda û Başûrê Kurdistanê de jî Eyşe Şan dibêje:
“..gava em hatin Bexdayê bi hesret û kovaneke mezin derketin pêşîya me û li restoranta Koşka Krîstal a navdar, li ser şerefa min zîyafet dan. Di heman demê de rojnameger jî hatibûn vexwendin û bi hevalên hunermend re me hev du nas kir. Ez ê tu carî ji bîr nekim. Ji hevalên hunermend gelek ji min hezkirin. Ez wan rojan ji bîr nakim û min li wira rûmet, hurmet, nêzîkahî û dostanîya jidil dît.”*
Ez, vê hunermenda hêja, bi nav û deng, bi keser, Banûya Bê Tac û Text di koça 37 salîya wê de bibîr tîn im. Rahma xwedayê dilovan ji ser kêm nebe.
*Çavkanî, Prensesa Bê Tac û Text, Eyşe Şan
05.11.2021