QOLİNC-XIII,qoli̇nc,xiii

QOLİNC-XIII

A+ A-

"Hun darekê ji axa wê û ji ava wê, ji têna rojê qut bikin wê hişk bibe. Dijminên me jî xwestin ku vê yekê bi serê me de bînin. Hemû bingehên me, hêjayîyên me yên netewî qedexe kirin, wenda kirin ku zar û zêçên me nikaribin bi hest û mejûyên xwe mezin bibin.
Ev karesatên malxerabî di demek dirêj û bibandor raserî me kirin ku; em wek civatek kerr û lal, kor bimînin û bi çand û zimanê dijmin pesnên xwe bidin. Ma ji vê qebehetê mezintir qebehet heye gelo! Ma ji vê malxerabîyê mezintir malxerabî heye gelo!”
Nameyek keçek Kurd ket bîra wî. Ku çi kar û karesat bi serê zarokên miletê wî de hatîye!
Nameyê awa despê dikir:
„Ez zarokek Kurd im li kolanên Stenbolê!
Kurdino, hûn dizanin çi bi serê me hat?
Em bi hezaran zarokên Kurd li kolanên Stenbolê ji dayîk bûn. Di malbatên qaşo Kurd de mezin bûn û mezin dibin.
Piraniyên van malbatên me; -bi qasî ku ji ber zor û zilma Tirkan koçber bibûn jî- dev ji zimanê tirkan bernedidan û di nava malbatê de zimanê tirkan wek zimanê meyî zikmakî bikar tanîn..Digotin; ‚em Kurdin, ji Kurdistan in‘ lê bi tirkî ev digot in.
Em jî di nav vê gengeşiyê de mezin bûn. Dema ku me dest bi dibistanê kir, hevalên me ji me dipirsîn; hun ji kuderê ne?"
Me digot ‚em ji Mêrdîn, Amed, Mûş, Çolemêrg, Qersê ne. Em Kurd in!
Henekê xwe bi me dikirin û digotin ‘de here lê/lo hûn Tirk in!’ Me nikarîbû li henber vê xwe biparasta û em fedîkirî derdiketin. Carek din ku em mahatabî pirsik wilo dibûn, me bi tirs digot ‘em Kurd in’!
Hinek malbatan jî di malên xwe de tirkî qedexe kiribûn û bi Kurdî zarokên xwe mezin kirin û mezin dikin.
Di nava malbatê de lihevhatinek xweş hebû. Em bi Kurdî dipeyivîn, me bi Kurdî dilîst, li çîrokên bi Kurdî guhdarî dikir. Bi çîrokên Kurdî, bi stranên Kurdî em radizan.
Pir xweş bû. Her tiş li gor dilê me bû..
Ala me ya rengîn li odeyên me yên razanê dalqandî bûn û em bi rûhekî kurdewarî xwe mezin dibûn..
Lê roja em derketin kolanan û me bi zarokan re dan û stendin çêkir. Derdorên me dîsa henekên xwe bi me dikirin û bi me dikenîyan!.
Li dibistanê ziman bi Tirkî bû û pir zû em hînî zimanê wan bûn. Lê em bi hesreta zarokekî ji hemwelatiyên xwe bûn ku bi wan re bi Kurdî bipeyivin, bilîzin û li stranên Kurdî guhdarî bikin!
Mixabin gişan bi tirkî wek bilbilan dişiqîyan û yekî ji wan bi Kurdî nizanîbû. Ji ber wê jî, ew bi zarokên tirkan re dibûn heval û em tenê diman.
Vê babetê jî dilê me diêşand.
Digotin ‘em Kurdin’ lê bi Kurdî nizanî bûn!
Em mezin bûn, me xwest ku em herin bajarên xwe bibînin..
Roja ku em li erebê suwar bûn û me berê xwe da bajarên xwe, bi rê de polîsên tirkan ji me pirsîn;
‘hûn diçin kuderê?’
Malbatên me em tembih kiribûn ku em nebêjin, ‚diçin Kurdistanê!’
Em li bajarên Kurdistanê daketin û li wan bajaran bi hesreta ku bi zarokên Kurdan re bi Kurdî bipeyivin û bilîzin, me lotik li xwe dan..
Wey xwelî li serê me be!
Hemû zarokên Kurdistanê jî bi tirkî dipeyivîn û me jî melûl melûl li nav çavên wan dinêrî.
Li ber xwe didan ku çend peyvên tirkî bi me bidin zanîn ji bona ku em bi wan re bi tirkî bipeyivin.
Lê bîr nedikirin ku em ji nav tirkan tên û bi hesreta peyvek kurdî, lîstikek kurdan e.
Em polî poşman ji welatê xwe vegerîyan!
Ez niha ji we Kurdan dipirsim:
Em kîne û em ji kuderê ne?“
Herdû destên xwe dabû ber rûwê xwe û di nav ramanan de, gilî û gazindên xwe bi xwe dikir ku encamekê, çareserîyekê, derîyekî peyda bike. Êşa pijavî, wendabûnê wek tayek mirinê laşê wî girtibû û diricifî. Mûyê laşê wî bibûn wek strîyan û di laşê wî de radibûn.


Gotinên miftehî :