Qolinc XII,qolinc,xii

Qolinc XII

A+ A-

Netewek ku bi birîn û êşên xwe re jiyanê wek qedera xwe bibîne, dibe wek mirovekî ku maddeyê xoşber bikar bîne û mejî bitevize, bêçar dimîne. Êş, elem û birîn wek morfînê di mejî de bandore çêdike. Dişibe serxweşan û pêşîya xwe nabîne. Jiyan jê re her wilo xuya dike.
Dibistana serete a tirkan li gund xwendibû.
Dema ku ew roj tanîn bîra xwe, keserek kûr dikişand!
Ne karê mirovatîyê bû. Kurd bû û peyvek bitirkî jî nizanî bû.
Lê bi zorê, bi dare kotekê, bi lêdanê ew hînî tirkî kiribûn. Ji dibistanê pir hez dikir. Lê ji ber vê dibistana tirkan, dibistan li ber çavên wî reş bibûn.

Jê weye ku hemû dibistan, wek dibistanên tirkan ne û di dibistanan de li zaroka dixin. Zimanê dayika wan ji wan re qedexe dikin û bi zorê hînî zimanê tirkî dibin!

Hînî Alfbeya tirkî bibû. Kevirekî soringê digirt destê xwe û li ser Teht û keviran bi tîpên tirkî Kurdî dinivîsand. Di ber xwe de deng diceribandin. Ka kîjan tîp, Kijan dengê kurdî digire. Carnan li hinek dengan radiwestîya û li beranberê wan dengan li tîpan digerîya.

Carnan jî ji pirtûka ser dîrokê Elfabeyên kevnar ji beşa Mesapotamya derdixist. Bi dengên tipan re dianî cem hev û diceriband “gelo ev ji nivîsa bikurdîre debe, an na“(!)

Hîn di zaroktîya xwe de bandora asîmîlasyonê, karesatên ser zarokên kurdan û dijminatîya çand û zimanê Kurdî dîtibû û dixwest li ser hûr hûr bibe.

Hayê wî ji dinyayê tunebû. Di ‘emrê xwe de pirtûkek kurdî, berhemek kurdî nedîtibû. Li gund çêbibû, li gund diçû dibistanê. Li gund, li derdorâ bavê wî car caran gundî kom dibûn, dibû kurepista wan. Lê kesekî jê re tiştek nedigot.

Tenê di dema weşanên Radyoya Yêrîvanê de hemû gundî, keç-xort, kal-pîr û bûk-zarok li odeyan kom dibûn û li radyoyê guhdarî dikirin. Çit ji kesekî dernediket, bi heyecan li wan stran û wê awaza kurdî guhdarî dikirin. Lê hîn zarok bû ne serwextî meselê bû. wateyek nedida vê balkêşîya hezkirina vê saeta radyoyê.

Dengbêj jî dihatin gund şevderîyê. Li oda gund dîsa hemû gundî kom dibûn û heta berdestê sibê li stran û destanên dengbêjan guhdarî dikirin. Hin bi stran û hin bi çîrok dihatin gotin.

Ne dixwest ku biqede, her dixwest serê wî li ser çonga diya wî, li van destanan guhdarî bike.

Cara yekem ji van dengbêjan “Mem û zîn, Cembelîyê Mîrê Hekarîya, Fatima Salîh Axa, Sîyabend û Xecê, Teyar, Dengvedana navê Evdalê Zeynikê“ bihîstibû.

Di nav bêndera çanda Kurdî de mezin bibû. Li dibistana tirkan û ev çanda xwe tanî ber hev û digot; “biroj li dibistana tirkan hertiştê bi Kurdî qedexe ye. Lê ku dibû şev, li van odeyên gund, ev çand azad dijî“. Vê jî serê wî tevlihev dikir. Di ber xwe de ji xwe dipirsî:

-“Çima li dibistanê, mamostê me, bi Kurdî dersê nade me?

Çima me fêrî van çîrok û destanan nake? Çima me fêrî tiştên ku em jê fêhmnakin dike?”

Ji ber qedexekirina axivtina bi Kurdî, lêxistin, ceze û kotekên ku dixwarin hatin bîra wî. Di ber xwe de ponijî û got:

“Ew çi hovitî bû? Hîn jî ew hovîtî bibandor li ser me domdike! Ma însan dikarin zimanê însanan qedexe bikin!

Çawa nikarin!

Hebûna me înkar kirin, zimanê me qedexe kirin. Şop û şopînerîya dîroka me hilweşandin. Hemû hêjayî yên me dizîn û kirin malê xwe. Bi van çîrok, stran û destanan li me vegerîyan û dest bi asîmîlasyonê kirin! Em li ser xaka xwe bûn biyanî. Bûn biyanîyên Wêjeya xwe. Wêjaya Kurdî, epîk birîndar bû!“

Ev bandora hovane li ser hêjayî yên xaka xwe didît û perçebûna navxweyî bi vê helwesta hov ve girêdida. Baş dizanîbû ku zîndetîya miletekî bi wêje û çanda wî ve girêdayî ye. Wek darek ku li ser axa xwe bi ava xwe şênbibe, bi têna roja xwe gewre bibe, li zîndehiştina miletekî dinêrî û digot:

“Di malbatên neteweperwer de, perwerde û terbîyek netewî pir girîng e. Yên ku bi perwerde û terbîya dijminan mezin bibin netewa wan xêrê ji wan nabîne. Her wek kelemekî wê di nava çavên netewa xwe de bin.“

20.02.2018


Gotinên miftehî :