
Rola Hawarê di Rojnamegerî û Edebîyata Kurdî da

Rola Hawarê di rojnamegerî û edebîyata kurdî da pir girîng e. Ji ber ku kovara Hawarê (1932-1943) ya ku ji aliyê Celadet Bedirxan û hevalên wî ve hatibû weşandin, yek ji destpêkên girîng ên standardîzekirina zimanê kurdî û pêşxistina wêjeya nûjen a kurdî ye.[1]
Wek destpêka rojnamegerîya Kurdî, kovara Hawarê û edebîyata modern a kurdî jî li sirgûnê derketibû holê. (Kanî, 2020:45) Bi tevî ku çapemenîya kurdî li sirgûnê dest bi weşanê dike jî dîsa ji zext û zora Dewleta Osmanî û Komara Tirkîyeyê rizgar nabe. Di nava hefteyekê da Siltan Evdilhemîd fermana qedexekirina hatina rojnameya Kurdistanê (1898-1902) bo welêt dide. (Malmîsanij, 2011:121) Bi heman awayî Komara Tirkîyeyê jî hatina Hawarê bo welêt qedexe dike.
Her çiqasî berî Hawarê li herêma Qafqasîyayê sala 1930î ji alîyê Îshak Marogulov û Erebê Şemo ve Alfabeya Latînî ya Kurdî hatibe amadekirin û Rojnameya Rêya Teze 25ê Adara 1930î bi vê alfabeyê dest bi weşanê kiribe jî (Alakom, 2023:15) rejîma Yekîtîya Sovyetan a wê demê nehîştîye li nava Kurdan ev alfabe belav bibe. (Kanî, 2017:2)
Em dixwazin di serî da li ser bîyografîya xwedîyê Hawarê, Mîr Celadet Bedirxan hinek xalên girîng pêşkêş bikin.
Mîr Celadet Bedirxan (1893-1951)
Sala 1893yan li Stenbolê hatîye dinê, zarokatîya xwe li wirê jîyaye. Meriv dikare bîyografîya wî ji romana Mehmed Uzunî ya bi navê “Bîra Qederê” jî bixwîne. Li ser bergê dawî yê romanê wiha dinivîse: “Li devê bîrekê ew dişûştin dema bi girî çavê xwe ji jîyanê re vekir, di bîrekê de jî girt çavên xwe ji jîyanê re, lê hêsrên dibarîn ne yên wî bûn vê carê.”
Berî Şerê yekem ê Cîhanê li Stenbolê, li Darul Finûnê Hiqûqê xwendîye. (Henning, 2021:347) Li Dadgeha Edîrneyê xebitîye. Paşê li buroya çapemenîya Xarîcî (Wezareta Derve) ya Osmanî xebitîye.
Paşê bi temamî dest ji fermanberîya (memûrtî) dewletê ber dide û wek rojnameger di kovara Serbestî ya Mewlanzade Rifat da, dinivîse. Di Şerê Yekem ê Cîhanê da, wek serbazekî Osmanî di Enîya (cepheya) Qafqasyayê da cih digire. Piştî agirbestê vegerîya Stenbolê û parêzerî kir.
Sala 1919an, ew, Kamiran Bedirxan û Ekrem Cemilpaşa bi serbazê (serdar/binbaşi) Brîtanî Noel ra, li Bakurê Kurdistanê (Dîlok, Mereş, û Meletî) digerin.(Noel, 2010:104) Di vê gera sê mehî da, Celadet Bedirxan bi nîşeyên Noel ên bi tîpên Latînî, li hêsanîya kurdî nivîsîna bi alfabeya latînî hay dibe. Bingeha zimannasîya Celadet Bedirxan gelek xurt bû û bi gelek zimanan dizanî. Bi Kurdî, Tirkî, Erebî, Farisî, Yunanî, Frensî, Almanî, Înglîzî û Rûsî dizanî. (Onen, 2018:96-97)
Piştî ku li Tirkîyeyê Hikûmeta Enqereyê, Stenbolê bi dest dixe, sala 1922yan Celadet mecbûr dibe ku wek sirgûnîyekî biçe Almanyayê. Li Munîhê, di qada hiqûqnasîyê da master dike. Nîşeyên wî yên rojane bi navê “Rojên Almanyayê (1922-1925)” hatine çapkirin. Ji wirê derbasî Kahîreyê bû.
Piştî demekê li Kahîreyê ma, derbasê Sûrîyeyê bû û li wirê bi cih bû. 5ê Çotmeha 1927an, li bajarê Bihamdunê yê Libnanê, wî bi serok û rêberên kurdan ên wek Haco Axa, Emîn Axayê Ramanî, Memduh Selîm, Fehmîyê Licî, Şêx Mehdî (birayê Şêx Seîd), Ali Riza (kurê Şêx Seîd), Mistefa Şahin, Şukrî Segban, Mewlanzade Rifat, Kerîm Silêmanî, (Gorgas, 2020:12) Îhsan Nûrî, Sureya û Kamiran Bedirxan ra Tevgera Xoybûnê avakir. Sala 1930î Xoybûnê rêberîya berxwedana Agirîyê kir.
Hawar: Weşanger û Nivîskarên Wê
Piştî tekoşîneka dûrûdirêj a sîyasî Celadet Bedirxan, bi hinek rêhevalên xwe ra biryar da ku ji bo xatirê “qelem”ê dev ji “xencer”ê berdin. Celadet baş dizanî ku pêwistî pê heye ku hesta dilsozîyê di nava kurdan da bi pêş xînin û ji bo serfirazîyê jî divê zimanê kurdî bê venûkirin, perwerdeya bi kurdî bê bipêşvebirin û her wiha edebiyata nûjen bê vejandin.
Celadet Bedirxan armanca Hawarê di hejmara yekê da wiha nivîsîye:
“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwenasîn ji me re riya felat û xweşîyê vedike… Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. Lewma kuz iman şerta heyînê ya pêşîn e… Hawar ji îro û pê ve bi her tiştê kurdanî û kurdîtî pê bendewar e, dê mijûl bibe. Tenê siyaset jê dûr e, xwe naêxe sîyasetê. Hawarê siyaset ji civatên welatî re hiştîye. Bi sîyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî di warê zanîn, hüner û sinetê de dê bixebitin.”
Bi van armancan 15ê Gulana 1932yan kovara Hawarê dest bi weşanê kir. 23 hejmarên ewil hem bi tîpên erebî hem jî bi tîpên latînî çap dibû. Piştre ji hejmara 24an û pê ve tenê bi alfabeya latînî hat çapkirin. Celadet bi rêya Hawarê bo zimanê kurdî rênivîseka bi tîpên latînî amade kir û ew alfabe hîn jî di nava axêverên zaravayê (kurmancî û zazakî) bakur da tê bikaranîn. Li gorî C. Bedirxan pêwîst bû bi lez alfabeya kurdî ya latînî bihata amadekirin. Wiha dinivîse:
“(…) Ji lew re me dest bi derxistina Hawarê kir û alfabeya xwe ya latînî ji kurd û bîyanîyan re da zanîn. Îro di meydanê de tiştek çêkirî heye. Kovarek û alfabeyek.)[2]
Kesê duyem ê kovara Hawarê Kamiran Bedirxan(1895-1978) e. Ji hejmara yeke heta dawîyê her bo Hawarê xebitîye. Ew di 21ê tebaxa 1895an da li Stenbolê ji dayîk bûye. Bira û rêhevalê Celadet Bedixan e ku jîyana wan a sîyasî, perwerdehî û çandî her dem bi hev ra bûye. Di xortanîya xwe xwe da bi hev ra pirtûkek bi navê “Edirne Sükûtunun İç Yüzü/Bingeha Bêdengîya Edîrneyê” dinivîsin. Kamiran Bedirxan li Almanyayê di qada hiqûqê da doktora kiriye. Di sala 1947an da, piştî xebata dûrûdirêj a rojnamegerî û edebiyata modern derbasê Fransayê dibe. Di Zanîngeha Sorbonneyê dibe doktorê zimanê kurdî. Sala 1978an li Parisê koça dawî dike.
Yek ji nivîskarên Hawarê Qedrî Cemîl Paşa(1897-1971) ye. Wî di jimara 35an a Hawarê da, beşek ji Dîwana Melayê Cizîrî latînîze kiriye û bi navê “Dîwana Melê” cih girtîye. Heta hejmara dawîn a Hawarê wî latînîzekirina Dîwana Melê domandîye.
Cegerxwîn (1903-1984) li Hesarê hatîye dinê. Li ber destê Şewqî begê Erxenîyê bi hestên netewperwer dihese. Ew jî di hejmara çaran a Hawarê da dest bi belavkirina helbestên xwe yên milî dike.
Osman Sebrî(1905-1993), di Hawarê da nivîsên wek helbest, çîrok, pexşan, civaknasî, ziman û folklorê belav dike.
Nûredîn Zaza(1919-1989), bi navê Nûredîn Ûsif di kovara hawarê da nivîsên xwe belav kiriye. Ew yek ji nivîskarên herî xurt ê Hawarê ye. Paşê diçe Ewropayê bi hevalên xwe ra “Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê” ava dike.
Qedrîcan(1911-1972), yek ji helbestvan û nivîskarên herî bi quwet ê mekteba “Hawarê” bû. (Uzun, 2003:278) Qedrîcan hejmarek çîrok û helbestên xwe di Hawarê da diweşîne.
Me li virê wek nimûne çend nivîskarên Hawarê nivîsî. Lê gelek nivîskarên Hawarê hebûn, hin ji wan jî wek Refîq Hîlmî, Tewfîq Wehbî, Hevîndê Sorî û Pîrot bi Soranî (Kurmancîya Jêrîn) dinivîsîn.
Di Rojnamegerîyê da:
Hawar yekem kovara kurdî ye ku bi awayekî profesyonel bi zimanê kurdî (bi zaravayê kurmancî û soranî) hat weşandin. Bingeheka xurt ji bo gramera kurmancî avakîrîye. Bi navê “Bingehên Gramêra Kurdmancî” nivîsên Celadet Bedirxan ên di Hawarê da hatine çapkirin, wek pirtûk di nava Weşanên Avestayê da derket. Dîsa Celadet Bedirxan Ferhenga Kurdî-Kurdî ya Hawarê amadekirîye.
Bû platformeka ji bo nîqaşên çandî, siyasî û civakî, ku hişmendiya neteweyî di nav kurdan da xurt kir. Li gorî pisporên ragihandinê hêza rojnamegerîyê li ser civakê pir bi bandor e. Di dersa ragihandinê da wek hêza çarem piştî qanûnsazî, hikumdarî û darazê tê pênasekirin. Celadet Bedirxan wek me di bîyografîya wî da jî nivîsî, hê ji xortanîya xwe da li Stembolê rojnamegerî kiriye.
Alfabeya latînî ya kurdî, ku ji aliyê Celadet Bedirxan ve hatibû çêkirin, di kovarê da hate bikaranîn û ev yek bû sedema belavbûna vê alfabeyê. Bi tevî ku 93 sal di ser kovara Hawarê ra derbas bûye jî hê bi awayek berbiçav rêbazên rojnamegerîya Celadet Bedirxan ji alîyê medyaya kurdî ve tê şopandin.
Celadet Bedirxan, berpirsiyarîya Hawar û pêveka (îlaweya) wê Ronahî; Kamûran Bedixan jî ya Roja Nû û pêveka wê Stêrkê kiriye.
Di Edebîyatê da:
Hawar bû navendeka wêjeya kurdî ya nûjen, ku tê da helbest, çîrok, gotar û nivîsên wêjeyî dihatin weşandin. Di serî da Celadet Bedirxan bi xwe gelek berhemên edebiyata gelêrî di kovara Hawarê da çap kiriye. Helbestên wî yên di Hawarê da belav bûne bi navê “Were Dotmam”, ji alîyê Weşanxaneya Avestayê ve wek pirtûk hatîye çapkirin.
Nivîskarên wekî Celadet Bedirxan, Kamiran Bedirxan, Cegerxwîn, Qedrî Can, Nuredîn Zaza û Osman Sebrî bi nivîsên xwe di kovarê da cih girtin, ku ev yek bû bingehek ji bo wêjeya kurdî ya modern. Çîrokên Kamiran Bedirxan ku di kovara Hawarê da hatibûn weşandin, bi navê “Eyloyê Pîr” wek pirtûk di nava Weşanên Lîsê da derket. Helbestên wî yên Hawarê bi navê “Kulîlkên Ezêb” din ava Weşanên Avestayê da wek pirtûk derketin.
Kovarê zimanê kurdî yê nivîskî dewlemend kir û rê li ber afirandina şêwazên nû yên wêjeyî vekir. Wek mînak Celadet Bedirxan şanoyek bi navê “Hevind” nivîsîye û di hejmara 20î ya Hawarê da çap bûye. Ev şano ji 17 civanokan pêk tê. Ji alîyê Weşanxaneya Avestayê ve (2009) hatîye çapkirin.
Bi kurtî, Hawar ne tenê kovareke rojnamegerî bû, lê di heman demê da saziyeka çandî û wêjeyî bû ku bandoreka kûr li ser nasnameya kurdî, ziman û edebiyatê kir. Ew wekî "ronahiya zimanê kurdî" tê binavkirin.
Piştî medreseyên Kurdistanê Hawar dibe wek dibistaneka wêjeya Kurdî.
Encam
Wek encam em karin bibêjin ku kovara Hawarê pêşengîyeka xurt kiriye û îro medyaya kurdî li Kurdistanê û diyasporayê bi saya wê gihîştîye asteka berbiçav.
[1] Behcet Toprak, Teza Masterê ya bi navê “SERBORÎYA HEWLDANÊN STANDARDKIRINA KURDÎYA KURMANCÎ LI TIRKÎYEYÊ (JI KOVARA HAWARÊ HETA 2022YAN)”
[2] Celadet Ali Bedirxan, “Li ser Yekîtîya Ziman” Hawar h. 10