SERXWEBÛN,serxwebûn

SERXWEBÛN

A+ A-

Kurd, dema di 25ê îlona 2017ê de, dê biçin ser sindoqan, divê ne pirsgirêkên navxweyî, siberoja zarok û nevîyên xwe bifikirin. Xebata hiştina welateke azad ya ji bo nevîyên xwe, divê kelecaneke bingehîn û ramaneke esasî ya tevgerîya kurdan be. Wek mînak; nifşên îro yên kurdan carna dibêjin; ''Bavûkalên me welateke azad ji me re nehiştine, em mecbûr in ku vê tekoşînê bidin. Tekoşîn jî herçiqas diçe hîn dijwartir dibe.'' Bi vî awayî rexneyên xwe bilêvdikin. Nifşên îroyîn yên kurdan jî, ji ber ku di siberojê de bi rexneyên vî rengî yên zarok û nevîyên xwe re rûbirû nemînin, divê ji bo azadî û serxwebûnê, di nava hewildaneke mezin de bin. Dema ku dê biçin dengên xwe bikarbînin, divê xwedî van bîr û bawerîyan bin.

Kurd û Kurdistan, di sala 1920an de, di serdema Cemîyeta Miletan de pêrgî karesateke mezin bûne. Parvebûn, perçebûn û lihevparvekirin, karesata herî mezin ya ku neteweyek tûşî wê bê ye. Ev yek bandoreke wek ku çawa îskeleta însanekî bê perçekirin û mejîyê wî ji hev bê belavkirin, çêdike.

Hevkarîya li ser vê meselê ya herdu hêzên emperyal yên wê demê, Rojhilata Nêzîk û herdu dewletên xwedî kok yên Rojhilata Navîn pir aşkere ye. Lê yên ku bûne sedemê vê rewşê, heta niha ti poşmanî nîşan nedane. Hîn qala yekparebûna Iraqê dikin û qet nêçîrvanên kurdan naynin ser zimanên xwe. Yên ku dibêjin, em li dij perçebûna Iraqê ne, qet qala kurdan, rewşa parçebûyî û parvebûyî ya Kurdistanê nakin. Li hember jan û êşên vê rewşê rê li ber vekirîne bêhest in. Çawa ku pirsgirêkeke wisa tune ye tevdigerin. Yên ku balê bikşînin ser van pêvajoyan, berîya herkesî dîsa kurd in.

Ev rewş çawa diberiqe roja îroyîn? Îro kurd li Rojhilata Nêzîk û ya Navîn de xwedî nifûseke ji 50 milyonî zêdetir in. Lê ne endameke malbata neteweyan e. Wek mînak; di Neteweyên Yekbûyî de, di Koferansa Îslamî de nayên temsîlkirin. Nikare tevlî olîmpîyadên navnetewî ku di 4 salan carekê de lidardikeve bibe. Halbokî, dibe ku li cîhanê nifûsa nêzîkî 40 dewletî ji milyonekê jî kêmtir in. Îro, li cîhanê ji 212 dewletên heyî, 193yê wan endamê Neteweyên Yekbûyî ne.

Ji sed salî zêdetire ku kurd tekoşînê didin. Di vê pêvajoyê de, bi gelek qetlîam, sirgun û jenosîdan re rû bi rû mane. Karesata Helebceyê ya 16ê adara 1988ê jenosîd e. Di navbera salên 1983 û 1988an, di serdema Saddam Husêyn de, hin ceribandin dihatin kirin. Kîjan gaz hîn jehrîtir e û kîjan ji wan dikare zêdetir bibe sedemê kuştinên girseyî? Yekser qetlîam e û jenosîd in ev kujerî. Tê zanîn ku ceribandinên bi vî awayî li welatên rojava li ser mişkan têne kirin. Lê li gundan û li girtîgehan ev yek li ser kurdan hatin ceribandin. Meriv dikare çavdêrîya vê pêvajoyê niha, li Silêmanîyê, li Biryargeha Ewlekarîya Navendî ku weke muzexanê îro tê bikaranîn, bike. Û herweha tê zanîn ku, li hember van jenosîdên ku li Kurdistanê hatine jîyandin, ti dewleteke rojavayî ya demokratîk reaksîyon nîşan nedaye. Dema ku di 18ê adara 1988ê de Konferansa Îslamî li Kuweytê civîya, dîsa li hember vê rewşê tu bertek nîşan neda. Li seranserî cîhanê tekane xwepêşandan û nerazîbûna li hember qetlîam û jenosîda ku rejîma Saddam Huseyîn li dij kurdan dayî destpêkirin, di 17ê adarê de li Tel Avîvê hate nîşandin. Lê yên ku li dij van jenosîd û qetlîaman yek peyv negotî û bertek nîşan nedayî, îro qala yekîtîya Iraqê dikin. Ev pêvajo jî, di dîrokê de rewşeke pir sosret e.

Li ser vê mijarê çend peyvên ku divê ji welatên demokratîk yên rojavayî re bêne gotin hene. Helwesta van dewletan, ya ku dihêle van rejîmên Rojhilatanavîn yên xwînrij, mezhepparêz û yekperest li ser pîyan bihêle; çewsandina daxwazên kurdan yên azadîya netewî, wekhevîya netewî piştguh dike, ew nirxên bingehîn yên ku rojava kirî rojava pûç û rizî dike. Halbokî, mayîndebûna li ser pîyan ya ew nirxên navnetewî yên ku rojava kirî rojava gelekî girîng in.

Di sala 1990an de Yekîtîya Sowyetan hilweşîya. 15 dewletên nû derketin meydanê. Ev pêvajo li cîhanê bi awayeke normal û xwezayî hate pêşwazîkirin. Di heman deman de Yûgoslavya jî hilweşîya û 7 dewlet jê derketin. Ev pêvajo jî li cîhanê û li Ewropa bi awayeke gelekî xwezayî hate pêşwazîkirin. Herweha tê zanîn ku dîsa di heman serdemê de Çekoslowakya jî ji hev veqetîya; Çekya û Slovakya derketin qada cîhanê. Lê yên ku ev hemû pêvajo bi awayeke xwezayî û normal pêşwazî kirî, dema ku mesele tê ser Iraqê ji bilî yekbûna Iraqê ti tişteke din nabêjin. Îro herçiqas li meydanê dewletek bi navê Iraqê nemabe jî vê helwesta xwe didomînin. Iraq, pir pîroz e li gor wan. Ev yek jî, di dîroka Rojhilata Navîn û ya Nêzîk de pêşveçûneke nimûneyî û watedar e.

Di vê çarçoveyê de, ka em li salên 1920an, li damezirandina Iraqê binêrin. Dema ku Brîtanyaya Mezin axa Mezopotamya ya Împaratorîya Osmanî parve dikir; wîlayeta Mûsilê jî tevlî ya Bexda û Basrayê kir û xwest dewleteke nû biafirîne. Dê navê vê dewletê Iraq bûna. Mûsila wê demê hêrêmên wek Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk, Xaneqîn û Şengala îro di nava xwe de dihewand. Kurd weke herdem wê demê jî li dij bûn ku wilayeta Mûsilê tevlî Iraqê bê kirin. Daxwazên xwe yên netewî anîn ziman. Lê ev daxwaz herdem bi rêya hêzên çekdar û yên polîsî yên dewletan hatin çewsandin. Mûsil herêma petrolê ye. Brîtanyaya Mezin dixwest herhalûkar Mûsilê bêxe nav sînorên wê dewleta ku dixwest çêbikira. Hêzên emperyal, wê demê liberçavnegirtina daxwazên kurdan li alîyekî, Kurdistaneke mêtîngeh, ango kolonî jî nepejirandin. Kurdistan, ne mêtîngeheke jî.

Yek ji wan dewletên ku dibêje, yekîtîya Iraqê, Amerîka ye. Di vî warî de dixwazim çend hevokan serf bikim. Pêwîst e ku li vê derê meriv li ser polîtîkaya Amerîka ya li hember Îranê jî bisekine. Li gor vê polîtîkayê divê li hember Îranê ambargoyê bipeyîkîne, tesîra Îranê li Rojhilata Nêzîk û Dûr sînordar bike. Li vê derê, di polîtîkaya Amerîkayê de nakokîyeke kûr heye. Îro her razemenîya ku li Iraqê tê kirin, çawa ku li Îranê bê kirin wisa ye. Lewre, îro hikûmeta Iraqê di bin bandoreke kûr ya Îranê de ye. Mesela; rêxistina Haşdî Şabî, herçiqas rêxistineke iraqî be jî, ji alîyê Îranê ve tê îdarekirn.

Em salên 2010an bînin bîra xwe. Amerîkayê bi milyar dolaran razemenî li artêşa Iraqê kir. Qerargeha duwem mezintirîn ya artêşa Iraqê li Mûsilê bû. Di hezîrana 2014ê de Mûsil kete destê DAIŞê. Wê demê hejmara neferên artêşa Iraqê yên li Mûsilê derdora 55 hezaran bû. Bêyî ku bi DAIŞê re bê hember hev û qet li ber xwe bide, Mûsil terikand. Hemû çek û alavên artêşê, depoyên çekan, tank û wesayîtên zirxî hemû ketin destê DAIŞê. Gelek baş tê zanîn ku ev çek dûre li hember kurdan hatin bikaranîn. Amerîkayê razemenîya xwe ji bo kê kiribû? Berhemên vê razemenîyê li hember kê hatin bikaranîn?

Îro jî razemenîya ku li Iraqê bê kirin, wek razemenîya li Îranê bê kirinê ye. Amerîka, ambargoya ku li dij Îranê dayî destpêkirin bi destê xwe xira dike. Haşdî Şabî, ji DAIŞê zêdetir bi kurdan re şer dike û heger fersendê bibîne wê vî şerî hîn berfirehtir û kûrtir bimeşîne.

Wergera ji tirkî: Yado Ciwan


Gotinên miftehî :