1. Tekst

  2. Ger

  3. Ewdil Ararat
  4. Sefera Hindistanê - 10
Sefera Hindistanê - 10,sefera,hindistanê,10

Sefera Hindistanê - 10

A+ A-

Otobana 8 a neteweyî ku Delhî û Bombeyê digihîne hev, ji Yaîpurê derbas dibe. Erdnîgarîya Yaîpurê hinek çîyayî ye.
Em bi jor va hilkişîyan, çûn seraya Yantar Mantar. Yantar Mantar ji bo Racayên herêmê hatîye avakirin. Ev koşk çargoşe bi kerpîç û kevirên zer hatîye çêkirin. Bi sedan ode, dîwan û rewaq tê da hene. Ev der jî di bin parastina UNESCOyê da ye. Raca Yaî Sîng II. li ber vê koşkê birceke 27 mêtro bilind ku meriv bi pêlikan dertê serê, wek saeta rojê ava kirîye. Wî vê koşkê jî ji bo hobîyên xwe yên astronomîyê bi kar anîye.
Piştê ku me gera xwe ya li nava koşkê temam kir, em hinekî din jortir hilkişîyan çûn ber kelaya bajêr. Otobosa me li jêr rawestîya. Sûr û bircên sor ên kelayê ji jêr va dixûyan. Em ê li fîlan siwar bin herin kelayê. Siwarîya li fîlan ji mêj va xeyaleke min a pêknehatî bû. Niha pêk tê.

Min soz dabû ku rojekê siwarê fîlê bim û resmekî xwe pê ra bikişînim. Vê demê meriv nikare siwarê hespê be, îcar siwarîya fîlan? Tabî ev ne karê her babaegîdê ye. Bi vê heyecan û wêrekîyê min xwe qure kir, ez derketim ser dîwarê wek platform. Ajovanê hindî fîl anî ber dîwêr û ez li ser "texterewana" ku danîbûn ser pişta fîlê rûniştim. Mina ku li ser xanîyekî bilind bim. Tiştên li jêrê biçûk dixuyan.
Di nava turîstan da kesên ku ji siwarîya fîlan ditirsîyan bi cîp û pîqapan derketin jorê. Fîl dema ku ne di hewar û panîkê da be, li gorî kêfa xwe hêdî hêdî dimeşe.
Nemaze ku meriv li ser pişta wê be. Neh-deh fîlên me dan pey hev û em hêdî hêdî hilkişîyan kelaya jorîn. Pişta wan mîna maseyeke ji bo şeş kesan fireh e. Meriv li ser rihet dike. Ajovan li serê fîlê rûdinê û bi çovê di destê xwe da fîlê dajo. Di serê vê çovê da çengilekî hesin heye. Ajovan serê çovê dide ber guhê fîlê û bi kîjan alîyê da bixweze dajo. Yan jî pê fîlê dide rûniştandin û rakirin. Yanê mîna qumanda ye ev çov. Ne mîna qamçîyê hespan bi lêxistinê, fîl bi qumandayê bi rê va diçin.
Siwarîya me ya li ser fîlan nîv saet ajot. Sawarîyeke xweş bû. Xwesma ku xortoma xwe radikirin û diqêrîyan. Min carcaran pişta wê mizdida û pê şa dibûm. Heta em çûn nav kelayê, fotokêşan çeq ha çeq foto dikişandin. Daku li jorê bifiroşin me. Dema em hatin nava kelayê çend hunermend bi muzîka hindî ya ahengdar ra, meşa me ya li ser fîlan pêşwazî kirin. Te digot qey em "sultanên welatên xeyalê" ne! Fîlên me mîna li jêr, hatin ber dîwarekî sekinîn û em ji ser pişta wan rabûn, li ser dîwêr meşîyan û bi pêlikan daketin jêr û hatin nava hola kelayê.
Min ji germayî zûtirîn dem xwe avêt binê sîya dara li nîvê holê û rûniştim. Hiş û awirên min çûn ser fîlên qirase û narîn ku dîsa li pey hev hêdî hêdî vedigerîyan jêrê, daku qefleyeke nû bînin jorê. Li gorî gotina ajovan ev çûn û hatin rojê 20-30 car dubare dibûn. Fîlên reben, de were serî hilnede!

Fîlên Asyayî ji yên Afrîkayî mezintir in. Fîl hez ji avhewaya germ dikin. Ji ber vê jî li welatên başûrê Asyayê, mîna Hindistan, Sirîlanka, Kamboçya û Taylandê dijîn. Ajaleke xwedî bi bîr û hestyar e. Hestên malbatîyê li ba fîlan pir xurt e. 10-15 fîl wek gurub dijîn û azadîhez in. Fîl ji nivşên mamûdan in. Hovîtîya însên mamûdan ji holê rakir. Niha fîl di dorê da ye. Wiha berdewam be dê fîlan jî ji holê rake. Ji bo bazirganîya diranên wan, yan jî temamen ji bo kêfê, fîlên reben tên kuştin. Êh fîl jî carinan komkujîya ku hatîye serê wan bi bîr tînin û hêrîşê merivan dikin. Çend heb ji wan dikûjin û tola xwe vedikin. Ev li alîyekî. Li alîyê din fîl cîyekî xwe yê pîroz heye di ola hindî da. Li gorî vê olê xwedayê bi navê Ganêşa xwedayeke têkil ji mirov û fîl e.
Xwedayeke rû fîl û beden mirov e.
Ganêşa yanê mîrê xwedîyê berhevkirin û berhemdarîyê. Sembola hêzê, ku xweda Şîvayê jî diparêz e. Sembola reqs, dilsozî û hestyarîyê.
Ganapatî û Vînayaka navên din ên Ganêşayî ne. Vînayaka sembola rakirin û çareserkirina astengan e.
Bi navê Ganêşa gelek stran û dua hene û her wisa gelek versîyonên wê jî. Gelek mabed li ser navê Ganêşayî hatine avakirin. Bi saya vê bawerîyê mirovên hindî hez ji fîlên xwe dikin. Fîlên xwe rengareng dixemilînin. Bi xêra wan pere jî qezenc dikin. Her sal mêhrîcana Ganêşayê çêdibe li Hindistanê. Hetta li Parîsê jî.

Çola Tahar û dawîya seferê
Fîl hêdî hêdî dîçûn, em jî hêdî hêdî dihatin dawîaya sefera xwe ya Hindistanê. Du roj mane sefera me temam bibe. Li ser rêya me bajarê Ajmer, bajarokên Puşkar û Mandawa mane. Em dê di ber çola Tahar ra derbas bin, herin Mandawayê, li wir şevekê bimînin û ji wir jî herin Delhîyê. Navbera Mandawa û Delhîyê sed kîlomêtro ye. Em pêşî çûn Ajmerê.
Ajmer li ber gola Sagar ava bûye û bi 600 hezar niştecîyên xwe va bajarekî xweş ê berhemdar e. Çîyayên hezar mêtro bilind, sê alîyên bajêr pêçane. Gol, çîya avhewayeke hênik daye bajêr, li gorî standardên Hindistanê. Li vî bajarî jî gelek mabedên olî hene. Em di ber gelekan ra derbas bûn. Ji ber ku em çûbûne gelek mabedan, êdî ne pêwist bû em biçûna serdana wan jî. Ma ji xwe hemû mabed naşibin hev? Li Ajmerê li baxceyekê me nîv saet bêhnvedana qehweyekê da. Rêberê me di derheqê bajêr da hin agahdarî dan me. Em dîsa li otobosê siwar bûn û me berê xwe da bajarokê Pûşkarê.
Pûşkar 15 kîlomêtro li bakurê rojavayê çola Taharê ye. Pûşkar bajarekî biçûk ê şirîn e. Li ber gola Pûşkarê ava bûye. Mîna rengê golê xanîyên wî jî bi rengê şîn hatine boyaxkirin. Xanî û gol bi vê rengeahengîyê adeta hevûdu temam kirine. Bajarokekî kevn û dîrokî ye. Li vir jî gelek mabed hene.
Ji wana Mabeda Brahma û Savîtrî Mata nasdar in. Li derûdorên vî bajarî jî çend çîyayên 700-800 mêtro bilind hene. Ji ber hebûna çolê gelek hêstir hene li Pûşkar û Mandawayê. Li meydana bajêr a Pûşkarê bazara hêstiran jî heye, wek demên berê. Dema min vî bazarê dît, bazarên pez û dewar ên kevn ên bajarên Kurdsitanê hatin bîra min.
Bayê hewayeke germ a bi zerreyên qumê li rûyên me dixist, dema em diçûn qonaxa xwe ya dawî, Mandawayê. Me ji camê otobosê li Taharê dinihêrî û em diçûn.

Tahar 273.000 km². ye. Çola herî mezin a Hindistanê ye, li herêma Racastanê. Rojavayê wê Pakistan e. Çemê Hîndus li rojhilatê wê ye. Rengê wê ne mîna yê Saharayê sor e. Tahar zereke vekirî û hin cîyên wê jî gewr in. Vahayên tê da pirtir in ji Saharayê. Tûmên daran dixuyên li nêzîkê gund û bajarokên li derûdora Taharê. Li vê çolê jî dîrok û serûweneke karwanîyê heye, mîna Sahara û Gobîyê. Bagera ku ji çolê radibe carinan xwe digihîne paytext Delhîyê jî. Hewa jixwe qirêj e li wir, bager jî wisa dike ku meriv nikare nefes hilde û dibe sedema mirina mirovan. Li hin deverên çolê girên keviran jî hene. Hin ji vana kevirên xwêyê ne.
Bi vê temaşaya xweşik a li çolê, me xwe gîhand bajarê Mandawayê.
Dema em hatin otêlê, zeraya rojê xwe berdabû ser dîwarên wê. Gul û darên nava çolan pir nadîde û delal in. Ên li nava baxçeya otêlê jî wisa bûn. Biriqî û zînde bûn. Otêl ji xanîyên bungalov bûn. Hemû xanî biçûk û duqat bûn. Paqij û temîz bûn. Li ber her xanîyê şaneşîn û baxçe hebûn. Her yek ji me di xanîyekî da dima. Piştê bi cî bûn û xwe şûştinê, ez derketim şaneşînê. Min hem qehweya xwe vedixwar û hem jî li hawildorê temaşe dikir. Hemû dîwarên xanîyan ji dîrok û çanda hindî, bi cûrbecûr wêneyan hatibûn neqişandin.
Li Hindistanê tiştekî pir bala min kişand: Li gelek bajaran, li ser dîwarên mabed û xanîyan, heta di nava otobos, tuktuk û wesayîtan da sembolekê hebû, mîna sembola xaça dema nazîyên Almanyayê. Lê bi ferqekî ên vê derê serê wan bi niçik bûn. Li ser dîwarên otêla ku em lê diman jî çend heb ji wan hebûn. Xuya ye aqilmendên Hîtlerî, ji Hindistanê girtibûn vê sembolê. Çimkî Hîtlerî xwe wek "pêşengê" gelê Arîyen didît û pê ra belaya xwe jî dît helbet. Êvarê li şîvê min ji Paragamî pirsî: "Gelo sirê vê sembolê çi ye li Hindistanê?" Paragamî got: "Ti têkêlîya vê sembolê bi ya Nazîyan ra nîne. Ev sembol ji du hezar salan vir de di
nava ol û bawerîyên hindî da wek sembola hêz û xêrê tê pejirandin.
Herhal Hîtlerî jî ji bo hêza xwe nîşan bide, vê sembolê teqlîd kirîye, lê ne ji bo xêrê!"
Heke bager tinebe êvarên çolan pir xweş in. Ew êvar jî çardehîv mîna lambeyekî li asîman hildibû.
Heta derengîya şevê di nava xeyal û ramanên efsanevî de bazîyam. Di dîroka çola Taharê ya ku ez pê nizanim da, texmîn û geloyan ajot. Mîna gelo çend karwan bi tevê hêvîyên xwe winda bûne di vê çolê da?
Bi xeweke kûr a xweş sibe zû zînde rabûm ji nivînê. Çûm taştêyê. Di wê beyanîyê da tenê Klaus û xanima xwe rabibûn û li restorantê rûdiniştin. Me hem taştêyê dikir û hem jî li ser vî bajarê efsûnî û eksotîk dipeyivîn. Paşê hevalên din jî hatin. Piştê taştêyê em derketin derva ku herin nav bajêr. Tam di vê kêlîyê da kalekî li ser erebeya kerê rûniştî, di ber me ra derbas dibû. Min ew da rawestandin. Çûm li ser erebeya wî rûnuştim û pê ra fotografekî kişand û hinek jî bexşîş damê. Gelek kêfa wî hat. Kêfa min jî. Çimkî gundê min ê zartîyê anî bîra min.

Paşê me berê xwe da nava bajêr. Mandawa li ber Taharê ava bûye. Yanê ne di nava çolê da ye. Lê dîsa jî der û dorên bajêr çol e. Îro 25 hezar niştecîyên wî hene. Ji alîyê Delhîyê va bajarê herî dawî yê Racastanê ye. 250 km. dûrê Delhîyê ye. Di dema xwe da rêya karwanan û navendeke bazirganîyê bûye. Paşê ji sedî heştê şênîya wî, bajêr terikandîye. Tek-tûk kes lê mane. Bajarekî xalî û terikandî ye. Qûmê hin xanîyên bajêr heta nîvî tije kiribûn. Piranîya xanîyên wî koşk in. Hindî jê ra "hawelî" dibêjin. Yanê Hewadar. Duqat in û gelek delal bi şaneşîn û teras hatine avakirin. Xwedîyên wan bazirganên bajêr bûne. Piranîya dîwarên van xanîyan jî mîna yên otêlê bi wêneyan hatibûn neqişandin. Te digot qey ne bajar, berevacî galerîya pêşangeha wêneyan e. Mandawa bi bazirganîya baharatê deng vedabû di dema xwe da. Hîn jî baharatên wî navdar in. Min ji dikanekê hinek baharat kirîn, danî otobosê û aheste aheste di nav kolanan da gerîyam. Li vî bajarî gelek teyrên tawis hebûn.

                                                                                                                                                             Didome


Gotinên miftehî :