1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Xecê Daşxin
  4. XEYALETÊ Jİ RÊ DERKETÎ
XEYALETÊ Jİ RÊ DERKETÎ,xeyaletê,ji̇,rê,derketî

XEYALETÊ Jİ RÊ DERKETÎ

A+ A-

Xema kitêbên pîroz jî, yên nûjen jî vegotina çîrokekî ye. Lê dê çewa bê gotinê û bi kîjan enstrumanê ve were zimên ev jî şêwaz û hêza afirandina nivîskar bi xwe ye. Ne edebiyat ne jî enstrumanên edebiyatê sînoran nasdike. Azadiya qelemê /edebiyatê dikare miriyan ji gorê rabike. Hamletê Sheakespear, Quintiyê Henry James yan jî Bekoyê Hesenê Metê mînakên wê azadiyê ne.

Afirandina xeyaletekî bi şûnde vegerînê dihewîne. Xeyalet ji demên derbasbûyî tê. Hatin û çûyina wê di bin kontrola nivîskêr de ye. Lê ew hatin ne tenê hatina xeyaletekî ye. Xeyaletek him ji bo edebiyatê, him jî ji bo xwendeyekî bibîrxistin e. Lehengê xeyalî xwedî rihekî ye. Di hatina xwe de ji bo zindîyan; mirinê, hişyarîyê, sir û tirsê jî tîne. Pirsa herî girîng jî ev e ku xeyalet ji bo çi hatîye? Xeyalet him di nav têgihîştina me de ye, him jî li ser têgihiştina me ye. Em dikarin fêm bikin ji ber ku afirandina mirovekî wekî me, perçeyekî ji civaka nivîskar û temsîliyeta demekî ye. Lê çima li ser têgihiştina me ye? Sedema wê jî ev e ku xeyalet egoya nivîskar bi xwe ye (sir û tirs, raman û xem, tol û mukir hatina nivîskar e). Wê çaxê xwendeyê Tofanê dixwaze bipirse di vejîna Bekoyê Hesenê Metê de armanc çîye? Çima Bekoyê Hesenê Metê? Ji ber ku Bekoyê Ehmedê Xanî bi qelema nivîskar ve vediguhere û dibe karakterê nivîskar. Piştî vejiya ne ew kesê berê ye. Wê çaxê ev pirs tê bîra mirov: Bekoyê Hesenê Metê çi di tûrikê xwe de hilgirtiye û çima hatiye dema îro?

Vê çîrokê…
Divê "Hûn evê ji zarokên xwe re vebêjin,
zarokên we jî ji zarokên xwe re
û zarokên wan jî ji nifşên dahatû re”
(TEWRAT-Yoel I:3)(1) 

Ayetên Tewratê barekî dide li ser milê kesên guhdar, dibêje gava rastî li ber guhê te ket divê tu neqlî kesên din bikî. Novel destpêka xwe dispêre wan ayetan, gotinên xwe jî dispêre xeyaletekî. Ji bo nivîskar xeyalet şûngeheke ruhî diafirîne. Ew der dibe ciyê tiştên nîvcomayî, ciyê gotinên veşartî û ciyê sir û îfşayê. Tofan jî dibe teksta tiştên nehatine gotinê lê divê bê zelalkirinê. Novel ji bo şûngeha xwe ya fizîkî Cizîra Botan ji bo daxwaza gotinên xwe jî Bekoyê Ehmedê Xanî hildibijêre. Peywireke erênî dide Beko û wî dişîne li nav gel. Tam di vê kêliyê de xwende fêm dike ji ber çi xeyalet xwe di dema tofana duyemin de dibîne. Bi nav kirina “tofan”ê bala xwendeyan dide li ser dîrokê da ku nivîskar karibe qala Tofana nûjen jî bike. Ji Cizîrê tekst me kaşdike ber bi quliwelkên rexneya tevgerekî û me terrayî şerekî îdeolojîk dike

Dîyalogên tekstê sedema pirsên xeyalet vedireşîne. Nivîskar qada edebiyatê dike qada şerekî îdeolojîk û xeyaletê wî jî dibe amûrê şer. Althusser dibêje “huner çavê me vedike (dixwaze em bibînin) lê tiştê ku destûr dide em bibînin, bi me didedîtinê îdeolojiya wî bi xwe ye.”(2) Îcar, gava em di warê tofanê de bifikirin em dikarin bêjin destûra çi di novelê de bi cî bûye ew îdeolojiya nivîskêr bi xwe ye. Ev ceribandin yanê bi devê xewn, xeyal û xeyaletekî derkirina binbîra xwe mixabin sînorên azadî û etîkbûne li nav hev dixe.

“- Aya, cenabê Cîhangîr î xelîfe ji kîjan miletî ye?
-Nizanim, lê li gor gotina cenabê wî bi xwe… ew bi xwe dibêje dêya min tirk e.”(3) 
“-Belê, dibêje, ku meriv pereyan berhev nekin û nedin wan, meriv ji wan re li çepikan nexin, meriv bi serê xwe bifikirin û bi zimanê xwe bipeyivin… a wê çaxê meriv heram û xayîn in “(4) 

Tekstên edebî azad in, carîna jî dibin rawestgehên îdeolojiyan, em nikarin bibêjin “divê qelem xwe ji sîyasetê dûr bigre”. Romana Dostoyevskî The Dispossessed bêguman ew biçûk nekir, qelema wî ji edebiyatê dûr nexist ji xwe tekstên edebî qada dijberî û cudabûnê ne. Loma jî divê ji bo mirî yan jî zindîyan bikaribe deriyê fêmkirin û veguhertinê veke. Bi qasî ku em dizanin hêza edebiyatê hêza herî mezin e ku dikare rastîya îdeolojiyên ji rêderketî nîşanî me bide. Lê heke berhem bi xwe ji rê derneketi be.

(1)Hesenê Metê, Tofan, Weşanên Peywend, 2013, Çapa sêyem (r. 5)

(2)Althusser Louis, Sanat Üzerine Yazılar, İthaki, 2003, 1.Baskı (r. 204) 

(3)Hesenê Metê, Tofan, Weşanên Peywend, 2013, Çapa sêyem (r. 59)

(4)h. b. (r. 63)

Çavkanî
Hesenê Metê, Tofan, Weşanên Peywend, 2013, Çapa sêyem
Althusser Louis, Sanat Üzerine Yazılar, İthaki, 2003, 1.Baskı


Gotinên miftehî :