1. Hemû Nûçe

  2. NÛÇE

  3. Nirxandina romana “Dewrêşê Evdî”
Nirxandina romana “Dewrêşê Evdî”,nirxandina,romana,dewrêşê,evdî

Nirxandina romana “Dewrêşê Evdî”

A+ A-

Koma Xwendinê ya Amedê, di 10.10.2021ê da pirtûka Eyup Kiran ya bi navê “Dewrêşê Evdî” nirxand. Şêwir bi tevlîbûna nivîskar pêk hat. Moderatoriya şêwirê endama komê Sevgul Şaşmaz kir. Sevgul, di serî da bi xêrhatina nivîskar û endamên komê kir. Paşê dest bi şêwirê hat kirin.
Mafê axaftinê pêşiyê Mamoste Ahmed KANÎ girt û wiha got:
“Kekê Eyup, tu bi xêr hatî. Me di demeke nêz da dest bi xwendina dersên doktoraya kurdî kir. Navê dersek me jî “Folklora kurdî û ya Cîhanê” ye. Gava em li ser çavkaniyên dîroka folklora kurdî û ya cîhanî hûrbûn, me dît ku bandora folklorê di sazîbûna neteweyek da pir girîng e. Hem folklor li ser çandê hem jî li ser lehengên ku di edebiyata gelerî da sazbûne radiweste. Ev leheng ji bo netewek rolekî diafirînîn û dilîzin. Ez dixwazim werim li ser Dewrêşê Evdî û edebiyata gelêrî ku şaxekî edebiyatê ye biaxivim. Di serdema me da, Kekê Eyup dest pê kiriye û awayekî modern wê destanê, wê çandê honandiye û wî lehengê romanê derxistiye holê. Kekê Eyup gelek kûr li ser sekiniye. Taybetmendiya lehangan di serê xwe da kom kiriye honandiye û nexşandiye. Di pirtûkê da ya herî girîng netewa Kurd û ji beşên netewê Êzîdî jî hene û federasyona eşîran hene, di nav wan eşîran da tekîliya eşîran û dan û stendinên wan hene. Em bên li ser lehengê pirtûkê Dewrêş ew di heman demê da wek dîroka Milan e. Ez dixwazim kurt vê yekê bibêjim li ser lehengekî wek Dewrêşê Evdî cîhanekî hatiye avakirin. Di nav pirtûkê da çanda Kurdan hatiye şênberkirin. Gava mirov dixwîne di her rûpelê da gotinên pêşiyan hene û di cihên xwe da minasib lê hatiye. Wek nexşeyeke hatiye honandin. Min xwest wek taybetiyeke zanistî bînim ziman.”
Piştî axaftina Mamoste Ehmed endama komê Seyhanê mafê axaftinê girt û wê jî bi xêrhatina nivîskar dest bi axaftina xwe kir û wisa got:
“Ez beriya nirxandinê dixwazim bîranineke xwe vebêjim pirtûka ewil a Kurmancî ku min xwendiye pirtûka Dewrêşê Ewdî bû piştî çend salan bi xwendina heman pirtûkê kêfxweş im. Dewrêşê Evdî yek ji destanên Kurdiye ku em dikarin bixin di nav du beşan destana qehramanî û destana evînî. Gava em pirtûka kek Eyup dixwînin em dikarin rasterast bibêjin ev destan destaneke qehramaniyê ye. Bi gotinên Dewrêş yên li hemberî Edûlê hertim ev in: ez ji bo te û ji bo bavê te naçim ez ji bo xwe û ji bo Kurdistanê diçim. Ev yek vê destanê dixe kategoriya qehramaniyê. Em werin li ser lehengê xwe yê sereke Dewrêş, ew kesekî wêrek û dilsozê welat e. Li hemberî hertiştî dikare serî rake lê li hemberî hişmendiya xwe ya mêranî nikare serî hilde. Gava ji Edûlê xatir dixwaze û Edûlê dibêje Çilo jî bi te re tê xwişkên wî benda wî ne. Dewrêş dibêje Edûlê çima Çilo difikire, qey ji wî hez dike. Em dikarin bibêjin hest û hişmendî tu kî bî û rol û misyona te çi be naguhere. Ya din Eferê destbirak e Efer çiqas bikeve misyona destbirak jî bixwaze vê şerê bide sekinandin jî dîsa daxwaza qehramiyê di dilê wî de bi cih bûye em dibînin ku dixwaze Dewrêş bi kurê xwe bide kuştin ev yek jî bi me daxwaz û arezûya statuyê çiqas derdikeve pêş nîşan dide. Di pirtûkê de du karekterên jin yên sereke derdikevin pêşberî me yek ji Edûlê ye ya din Eyşa Welya yanî diya Dewrêş e. Eyşe bi xwe bawer wêrek û dilsoz e û pênaseya jina Kurd a wêrek dike. Qehremaniya jina kurd gelek baş hatiye honandin. Jina sereke ya din yanî Edûlê pir baş nehatiye pênasekirin yan jî xwîner li gorî lehengên destanên evînê dixwaze Edûlê wisa bibine. Piştî mirîna Dewrêş Edûlê li ser digirî û piştre wenda dibe. Edûl li gorî rola evîndareke gelek pasif dimîne. Em bên li ser giştiya pirtûkê dîsa îxaneta tirk û ereban derketibû pêşberî me. Bi wêrekî nikaribûn derkevin pêşberî Dewrêş bi fen û futan Dewrêş têk birin. Bi giştî teknîka pirtûkê baş bû, pênasa eşirtiyê jina Kurd a wêrek cil û berg û hwd… di cih de hatibûn kirin. Romankirina destanan zêdetir bala xwîner dikşîne û dixwaze bixwîne di dawî de dibêjim keda nivîskar sax be…”
Piştî Seyhanê endamê komê mamoste Huseyn dest bi axaftinê kir û wisa got: “Gelo destana ku mamoste nivisîye çi ye? Hem evînî ye hem qehramaniyê ye hem jî dîrokî ye. Hin cihên dîrokî derdixe pêşberî me di hin cihan de jî hem qehramanî hem jî evînî ye. Ez dixwazim hinek li ser bergê bisekinim kî biryara vê bergê dabe gelek serkeftî ye naverok û berg hevdu temam kiribû. Mamoste li ser hin tiştan bi plansazî hûr bûye û afirandinike pir xweş kiriye. Dibe ji bavê xwe girtibe dibe ji eşîra xwe girtibe lê afiranina mamoste jî gelek di tê de heye. Ew jî ji bo mamoste pîroziyek e. Ez dixwazim behsa çapa yekemîn jî bikim ji hêla rêzimanê ve çapa yekemîn pir xirab e lê çapên dawî gelek baş in. Ez bêm li ser naverokê nivîskar li ser kîjan qehreman bide pêş nesekiniye yên ku nakokî di tê de hebe bê pêş nivîskar qarekterên nebaş bi me didin pîs kirin. Dixwazim çend pirs ji nivîskar bikim gelo nivîskarê me ji eşîra Milan sûd girtiye? Nivîskar meraqa eşîran kir vê pirtûkê nivîsand an tiştên ku dîtibû xwest ji Kurdan re bihêle wek dîroka me nivîsand? Nivîskar ji dengbêjan sûd girtiye yan na? Nivîskar gelek tiştên pîroz anîye pêşberî me gelo di ji hêla etomolojiyê de xurt e yan na?”
Piştî axaftina Huseyn endama komê Neslîxanê mafê axaftinê girt û wisa got: min destana Dewrêşê Evdî bi qelema Xalid sadînî xwendibû. Bandoreke li ser min çêkiribû, min a Eyup Kiran jî xwend heman bandor li ser min çêkir. Ez jî ji eşîra Mirdesiyan im girêdayî mirdesê ne ji hêla têrkan. Ji hêla eşîrtî ve gelek baş hatibû honandin ji hêla ziman ve gelek serkeftî bû Tirkî nehatibû fikirîn bi her awayî bêhna Kurdî jê dihat. Ji bo min serkeftî bû.
Piştî Neslîxanê endamê komê Mem mafê axaftinê girt û wisa berdewam kir: Min vê pirtûkê berê jî xwendibû bi vê minasebetê min cardin xwend. Gava ku em pirtûkê dixwînin em ji gelek hêlan ve dinirxînin zimanê wê heremî bû yan standart bû, tevna wê çawa ye, honaka wê çawa ye, em bibêjin berhema ku taliya xwe xwe çi digire dîrokî ye yan ji nû ve hatiye avakirin û afirandin. Gelek bala me dikşîne em li ser rastnivîsê berê bêtir li ser disekiniyan lê ji ber ku em her keliyê dinirxînin em berê qala naveroka kitêbê bikin. Ez bawer nakim gava ku min xwend tiştên ku min hîs kir hûn bikin. Çimkî ev pirtûk bi devoka Qerejdaxê hatiye nivîsandin. Min gava ku dixwend cih bi cih, wargeh bi wargeh, bîr bi bîr tiştên ku mamoste qal kiriye an jî jiyana koçeran kon tên çi wateyê, konên 12 stûnan tên çi wateyê, berx, mî, dangî û berî tên çi wateyê tiştên ku mamoste qal kiriye ez yek bi yek jiyame. Gava ku min dixwend bêtir bandorê li ser min çêdikir kêfa min jê re dihat ji ber ku ew tişt wekî ku min nivîsî be wek min bîranînên xwe yên berê nivisî bim, ez deftera dilê xwe bixwînim. Ez dixwazim wek rexneyek jî lê bikim ziman standart e em dikarin bibêjin wek devokê ji hêla xwendinê ve romanek stûr e lê xwendina wê rehet bû. Bûyer jî bes ku sûrrealîst bû li gorî xwe herîkbar bû ji ber ku beş bi beş bû bi hev dihat girêdan. Di hîn pirtûkan carna hevok nayên fahmkirin peyv bi xwe jî neyên fahmkirin zehmet e. Em bên li ser naveroka pirtûkê gava ku pirtûkê dixwînin em metnên edebî digerin. Em çîrokê digerin heta bibêje mezna xwe di vir de cih kiriye. Belkî tiştekî nû derket û dibêjin edebiyata bê navber gelek çîrok hene li qiraxê dimînin, çîrokek me yê sereke heye bi çend karekteran ev çîrok berdewam dike tiştên dûr e, dawiya dawî ev destanek dîrokî ye, gelek fraksyonên wê jî hene. Hinek awayek manzûm jî nivîsîne şiroveya xwe jî dixe di vir Eyup Kiran bi gorî zanîna xwe bi gorî der û dora xwe nivîsî ye. Tabîî min hin cihan de wek rexneyê dît dibe ji bo wî rexne nebe. Bi min nivîskar hin cihan de bêtîr mamostetî kiribûn, mesela çawa em bibêjin behsa dankî dike mînak: berx berdana ber miyan gelo çima hewcedariyê vekirînê ditiye. Ev wek rexneyê dikim. Ji xwîner re bihêlana dê baştir bibûna. Dawîya dawî ew jî tercîhek e. Bi ya min ev destan e, mirov çiqas fantastik bike sûrrealîst jî bike nabe qûsûr nivîskar azad e. Destanên her miletê hene dixwazin şîrove bikin dixwazin hebûnek li ser wan ava bikin, kulturek û çandek li ser vê hîkaya xwe ya dîrokî ji nû ve ava bikin. Ev jî bi min helwestek e û binirx bû pirtûk herekbar bû min zewk jê girt.
Piştî axaftina Mem endama komê mamoste Remziye mafê axaftinê girt û wisa berdewam kir: Di serî de ez xêr hatina mamoste dikim gava ku min navê pirtûkê dît kêfa min hat min çend caran xwendibû lê ewqas berfireh nexwendibû. Gava ku min xwend meraqek bi min re çêkir bûyera romanê ji dayikbûna Evdî dest pê dike bi vê mebestê me bavê Evdî jî nas kirin. Ez bêm li ser romanê honaka romanê serkeftî û gelek xweş bû, min gava dixwend nedielqîyam. Gotinên pêşiyan tê de hebû ji bo min ew pir xweş bû. Rengek xweş dabû romanê. Karakter tev dişibiyan hevdu Temir Paşa, Evdî, Dewrêş mêraniya wan jî wek hev bûn dihat li ber çavên mirov. Bi min rola jinan gelek serkeftî bû. Gava qala diya Dewrêş dihat kirin mirov xweziya xwe bi wê dianî jinek ewqas jinane bû serî li ber kesekî neditewand. Xurtbûna karektera jin jî gelek balkêş bûn. Eyşa Weliyan li hemberî karektera Edûlê gelek xurt bû bi min Edûl qels bû. Birastî min eşîran pir meraq dikir. Ez li gund mezin bûme li gundê me eşîr tune bû min jiyana wan pir meraq dikir, min di vê pirtûkê de eşîran nas kir. Eyup Kiran gelek baş anîbû ziman. Di romanê de mêrxasî, serhildêrî, evin, folklor çîrokên gelerî her tişt di xwe de hewandibû. Min heta dawiyê bi kêfxweşî xwend.
Piştî mamoste Remziye endama komê Ronahî dest bi axaftinê kir û wisa got: Dema ku em li ser vê pirtûkê şîrove bikin. Gerek mirov hûr û kûr li ser binêre. Pirtûk li ser 3 beşan dabeş bûye. Di nav de hem evînî heye, hem mêrxasî heye û hem jî civaknasî heye. Honak bi van mijaran gelek serkeftî bû. Ez dixwazim wek rexneyê ev bibêjim gelo çima xurtbûna jinê wek mêran tê nîşandan? Mînak dibêje Eyşe wek mêran bû êdî em naxwazin zayenda jinê wek mêran bikarbînin. Bila jinê wek jinê bilind bikin bibêjin jin xas in. Daxwaza me ji hemû nivîskaran ev in. Em bên li ser naveroka pirtûkê devok gelek baş bû devoka Qerejdaxê bû der û dora li wir bû. Mînak gava qala Evdî dikir tenê nedigot Evdî derbas nedibû Evdî kî ye çi karî dike û hwd… Klamên wan balkeş bû gava diçûn berbûriya bûkan ew der pir xweş bû ji bo ku çanda Kurdan nîşan dida. Li gorî min pirtûk folklorik bû û destana mêrxasî û evînîyê bû.
Piştî axaftina Ronahiyê endama komê Xecê nirxandina xwe kir û wisa got: Ev kitêb du car in li ber destên min derbas dibe, gava min nû dest bi xwedina romana Kurdî kiribûn û îro. Taybetiya vê roman û mijarê ew e ku nivîskar xwestiye romana destaneke binivîse. Mînaka vî tiştî di edebiyata dinyayê de gelek in lê ji bo edebiyata Kurdî ceribandineke nû ye û baş e mamoste Eyup ev tişt kiriye. Destan jixwe li ber destan e em ê nirxandina xwe li gorî romanê bikin. Romanê hewl daye destanê di formeke modern de binivîse lê ji serî heta dawiyê girêdayî destanê mabû û agahiyên zêde ( di derheqê nav, cî, kes, nebat û heywanan da) ev yek romanê gelek caran ji derûnî û mijarê dûr dixist ev yek romanê dike kitêbekî berhevkariyê. Li gorî romaneke pir zêde dubare û agahî hebûn. Karekter her çiqas gelek bin jî karekterên sereke û yan karekter bi dengeyekê de cih girtibûn. Lê tiştekî herî zêde ez li pey bûm ferqa roman û destanê bû. Yanî metna nivîskar li ser derûniya karekteran têra xwe nesekinî bûn. Ji bo wî me geşadana karekteran tenê bi bûyeran re teqîb dikir. Zimanê romanê ez dibêjim girêdana herî baş bû di nav forma roman û destanê de. Xwestekeke min ji nivîskaran heye bila pesnê neçîrvaniyê ji literatura romanê derxin. Destan mîras e, ji me re maye em nikarin midaxale bikin lê roman milk û karê me ye em dikarin midaxale bikin. Mesajên romana Dewrêşê Evdî yekîtî û welat, şaşiyên hin kesan û bedelên wan ez dikarim bibêjim zemîna romanê bû. Mala mamoste Eyup ava be.
Piştî axaftina Xecê endama komê Sevgulê mafê axaftinê girt û wisa got: Min gava vê pirtûkê xwend ez gelek di bin bandora wê de mam. Ji bo pirtûkeke dîrokî ye. Heta niha fikreke min li ser eşîran tune bû lê min gava vê pitûkê xwend min gelek baş nas kir. Serkeftina nivîskaran ew e ku gava ku romanek an jî çîrokeke binivîsin divê girîngî bidin mekan, karekter û mijarê bi vî awayî Eyup Kiran gelek serkeftî bû. Gava qala Temîr Paşa tê kirin îxaneta eşîran dihat li ber çavên mirovan. Gava qala destbirak Efer dihat kirin îxaneta Ereb û Eceman dihat bîra mirov. Pirtûk bi xwe tarîxa Kurdan bû. Em bi metaforên xwe tên nasîn. Em êşên xwe û hawariya xwe li ser guliyên porê xwe û cil û bergên xwe distirînin. Nivîskarê me bi qelema xwe bi pisporî jiyana eşîran bigire îxaneta navxweyî bigire mekan bigire heta urf û edetên Kurdan gelek xweş honandiye. Pirtûka xwe kiriye du beş. Di beşa ewil de li ser avakirina konan û îxaneta Ereb û Eceman sekiniye yê din jî di heman beşe de li ser urf û edetan sekiniye. Bi min beşa ewil hem mirov diêşandin hem jî rastiya me Kurdan li ber çavên me dihat analizekirin. Em bên li ser çandê nivîskar di rûpelên xwe yên ewil de konên axayan li ser 12 stûnan tê avakirin û di wan konan de hertim qehwe tê kelandin em dizanin wateyê wê rakirina fîncanê qehramaniya jinên Kurd û mîrên bi xwe bawer temsîl dike. Ên ku îxanet nakin û li ser eşîrên xwe axatî nakin ji wan yek jî bavê nivîskar e. Em bên li ser beşa duduyan ew jî li ser jinan bû jin di dîroka Kurdan de emsal in serkeftina jinê bi Eyşa Weliya û hwd… xwe diyar dike. Lawaziya merek ya jinê pirtir e mînak: Temîr Paşa xwe dide pişt qîza xwe û hestê mêrek bikartîne lê Edûl ji bavê xwe lawaztir e. Dewrêş dimire lê evîna wê xurt nîn e. Em bên li ser navê lehengan Dewrêş bi kirinên xwe bi mêrxasiya xwe serkeftî ye. Efer bi navê xwe îxaneta Ereban temam kiribû, Çilo bi wêrekiya xwe bi gotinên xwe yên ku dibijine ku ez mirim bila heman tiştî bibêjin. Temîr Paşa gava ku dengbêjê guhdarî dike îxaneta ku gelê xwe kiriye ji hay dibe. Encam pirtûkeke civakî û dîrokî bû Eyup Kiran Dewrêş bi tevneke xweş vegotiye. Heta eşîr, beg û axa hebin dê xwîna me wek avê biherike bi peyamên xwe yên xweş romana xwe xemilandibû siheta wî xweş be.
Piştî axaftina Sevgulê Nivîskar mafê axaftinê girt û wisa dest bi axaftina xwe kir: Min ji Dewrêşê Evdi bi riya posta elektronîk nameyek ragirt dibêje nameya min di grûbê de bixwîne. Hûn bi xêr hatin, hûn îro mêvanên min in. Hinek kes dixwazin min bikin proleter, hinek kes dixwazin min bikin gundiyê li wir dijî bi axa û mîran re şer bike, hinek kes jî dixwazin min bikin şervanekî dijî dewleta Osmaniyan şer bike, hinek kes jî dixwazin tenê min bikin evîna Edûla gulî mor. Min ji Edûlê hez kir wê jî ji min hez kir hûn rind zanibin ku ez cangoriyê axa Kurdistanê me. Ez wêrek bûm jêhatî bûm loma min ji Edûlê hez kir wê jî ji min. Eger ez bitirsiyama neçûma şerê li dijî dagirkeran dê Edûlê ji min hez nekirana. Ez çûm şer ji bo parastina axa Kurdistanê veger jî hebû helwesta min ev bû. De min binirxînin ez guhdariya we bikim… Navnîşan gora wî diyarê Girê Edşanê ye.
Nivîskar piştî vê nameyê bersiva çend pirsan jî wisa da: Ev pirtûk hem qehremanî hem jî evînî ye, min jixwe li ser bergê jî daye nîşankirin min navê wê kir Kulîlka Bilbizêk nîşana evînê ye, rim jî nîşaneya qehremaniyê ye. Dengbêj di nav kilamên xwe de dibêjin jina mala filankes bi şonikê sê cendirmeyan kuştiye. Hinek dengbêj jî dibêjin bi xencerê her du jî meteforên xweş in. Em bên li ser tarîxa Milan beriya zayînê 500 sal e. Eşîrên Milan Êzîdî ne gelek Êzdî bi zorê Îslamiyetê bûne Îslam yanî zordestî li ser ol, ziman û li ser civakê her tim hebûne. Piştî axaftina nivîskar şêwr qediya…
Deşîfrasyona ji deng: Sevgul Şaşmaz