1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ahmed Kanî
  4. Çanda Helenîstî û Mamostetî
Çanda Helenîstî û Mamostetî,çanda,helenîstî,û,mamostetî

Çanda Helenîstî û Mamostetî

A+ A-

Ev demeke dirêj e, ez bêtir li ser wêjeyê hûr bûme. Ez îro dixwazim hinek li ser felsefeya Helenîzmê rawestim ku bingeha xwe li ser reftarên merivan danîye. Bi vê re eleqedar jî li ser girîngîya mamostetîyê rawestim.

Ez bawer im ku gelek kesan navê Sokrates (BZ. 470-399), Platon (BZ. 428-347), Arîsto (BZ. 384-322) û Îskenderê Mezin (BZ. 356-323) bihîstîye. Lê pêwendîya di navbera wan de ya mamostetîyê gelek kes nizanin. Sokrates fîlozofekî yunanî yê serdema berîya zayînê ye. Sokratesê ku ti berhemek nivîskî li paş xwe nehîştîye, bandorek mezin li şagirtên xwe kirîye bi rêya wan şagirtan bandora wî heta roja me ya îro jî didome. Dema ku desthilatdarên wê demê biryara kuştina wî bi jehrê didin ew bi awayek bêtirs şerbeta bijehrê vedixwe. Hevjîna wî, berî ku şerbeta jehrê bixwe, bi girîn jê re dibêje “Ewên te dikujin li te ne mafdar in.” Ew jî vê bersiva balkêş dide: “Ma qey ew mafdar bûna wê kuştina min çêtir bûya?” Ev helwesta wî bo şagirtên wî yên wek Platon bûye dersek wisa ku çi dibe bila bibe, divê meriv ji ramanên xwe te’wîz nede. Her dem “rastgo” be. Paltonê ku xwedîyê berhema bi navûden, “dewlet”ê jî Mamosteyê Arîsto ye. Arîsto afrînerê gelek zanistan bûye û bingeha felsefeyê danîye. Pirî ku navûdengê mamostetîya wî belav dibe, bavê Îskenderê mezin Filîp, wî bi heq ji bo mamostetîya Îskenderê mezin digre. Mamostetîya Arîsto asoya wî vekiriye. Îskender gelek di bin bandora Destana Îlyadayê ya Homerosi de jî maye. Lehengê Îlyadayê, Aşîl ji xwe re wek model girtîye. Di jîyaneke pir kurt de hemû derdora Deryaya Spî, sê parzemînên dinyaya kevin, Ewropa, Asya û Afrîkayê fetih dike. Bi vê keda wî senteza (lihevkirina) çanda rojhilat û rojava pêk tê. Ji vê çandê re çanda Helenîzmê tê gotin. Ev jî ji ramana merivî ya rojava re bûye bingeh.

Em bi van mînakan girîngîya rola mamosteyan di geşedan û tekamila merivatîyê de dibînin. Danûsendina çanda civatan, pêşketinan bi xwe re tînin. Keda her civakê di pêşketinên merivatîyê de heye. Sosyologê Îranî, Elî Şerî’etî keda kurdan a di avabûna çanda helenîzmê de gelek derxistîye pêş.

30.04.2018 AMED