1. Hemû Nûçe

  2. NÛÇE

  3. 28. Salvegera Şehadeta Evdirehman Qasimlo
28. Salvegera Şehadeta Evdirehman Qasimlo,28,salvegera,şehadeta,evdirehman,qasimlo

28. Salvegera Şehadeta Evdirehman Qasimlo

A+ A-

Em wek malpera rojnameya Kurdistanê Rêber û Serokê PDKa Rojhilatê Kurdistanê Dr. Evdirehman Qasimlo bibîr tînin. Dagirkerên Kurdistanê di 13ê Tîrmeha 1989an da, li paytexta Awustiryayê, li Vîyanayê, di hevdîtina bo mafê kurdan da wî şehîd kirin.

Em dizanin ku heta kurd welatê xwe rizgar nekin dê ji jenosaydan jî rizgar nebin. Dagirkerên Kurdistanê çi faris, çi ereb, çi tirk bin heta ku karibin dê bixwazin her dem kurdan di binê nîrê koledarîyê da bihêlin. Li Başûrê Kurdistanê kurd ber bi serxwebûnê ve diçin. Faris bi rêya Heşdî Şe’bî dixwazin îro jî wek şehîdkirina Dr. Qasimlo hemû kurdan qetil bikin.

Em di wê bawerîyê da ne ku êdî kurd bûne xwedî bîra netewî û ti hêz jî nikare pêşîya wan bigire.