1. Hemû Nûçe

  2. #KURDÎ

  3. Alegorî û Romana Herimî
Alegorî û Romana Herimî,alegorî,û,romana,herimî

Alegorî û Romana Herimî

A+ A-

Roja 16ê Kanûna 2017an saet di 16an de, li Pale Hunerê, Paneleke Wêjeyî hebû. Bi moderatorîya Mamoste Hesîb, Îlhamî Sîdar li ser Feqiyê Teyran û girîngiya edebiyata klasîk rawestîya, Bawer Rûken jî li ser alegorîyê û romana Herimî rawestîya.
Bêjeya “alegorî”yê ji zimanê frensî derbasê zimanên cîhanê bûye. Bi wateya xwe ya kurt ew e ku bo baştir têgihîştina tiştekî an jîyanekî bikaranîna sembolan e. Di edebiyatê de, vegotina alegorîk, bo nivîskarên li welatên ku xwedî desthilatiya dîktatoran in, dijîn bûye rêbazek berhemdar. Li ser vê mijarê gelek nirxandin hene. Hinekan gotiye ku ev rêbaz bo edebîyata cîhana sêyem ji bêgavîyê hasil bûye. Di edebîyata cîhanê de romana George Orwellî ya “Çewlika Heywanan” gelek navdar e. Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de, li ser romana Bawer Rûken a bi navê “Herimî” rabiwestim.
Bawer Rûken, bi çîroknivîsîyê balê kişandiye ser xwe. Pirtûka wî ya çîrokan a bi navê “Dojeha Veşartî”, di sala 2011an de ji weşanxaneya Avestayê derket. Romana wî ya yekem “Qalik”, di sala 2014an de, ji heman weşanxaneyê derket. Romana “Herimî” ya wî ku di meha çûyî de, di nava weşanên Lîsê de der çû, mînakeke balkêş a vegotina alegorîk ya wêjeya kurdî ye. Ev roman, çîroka sê ciwanên (Pûço, Gêjan û Xwaro) ji welatê Keskesorê, dihone.
Balkêşîya romanê ne tenê hêla wê ya alegorîk e. Ji bo zarokê kurdan (Oğur Kaymaz, Ceylan Önkol, Nihat Kazanhan û Cemile Çağırgayê re…) ku bi awakî hovane hatine kuştin, hatîye îthafkirin. Ji pirtûka Arthur Rimbaud ya bi navê “Demsalek Li Dojehê”, paragrafek balkêş digire. Roman bi “Muqedime”ya bi sernavê Hêrsê dest pê dike. Di binê sernavê de jî ristek Evdila Peşêw heye. Ev muqedîme, dikare weka destpêka romanê bê nirxandin. Di vê destpêkê de her sê lehengên romanê bi hev ra, beşdarê xwepêşandana li Meydana Liberxwedanê bo şermezarkirina kuştina sî û çar qaçaxçiyan, dibin.
Piştî beşa destpêkê, beşa bi navê “Qewlê Zahir” ku ew jî ji vegotina bi awayê flaşbekên Pûço, Gêjan û Xwaro pêktê. Heft caran Pûço dibe vebêjerê çîroka jîyana xwe ya xemgîn. Heft car jî Xwaro dibe vebêjerê çîroka jîyana xwe ya ku ji alîyê kûçikên Cirmê ve bi xeniqandinê tê bidawîkirin. Gêjanê ku piştî bûyera kuştina Pûço, beşdarîya şervanên li çiya dike, heşt car dibe vebêjer di beşa Qewlê Zahir de.
Beşa sêyem jî bi sernavê “Qewlê Heqîqetê” ye. Di vê beşê de binnavek reşkirî, “Lixwemukirhatin” heye. Mijara vê beşê ya herî balkêş e. Nivîskarê rastîn, ku romana bi navê “Hêrsê Li Ba Bike” dinivîse û ji weşanxaneya xwe re dişîne. Lê bi şaşî dikeve destê kesek din û ew jî navê romanê di”Herimî”ne. Nivîskarê berê, dipirse: “Ev navên beredayî çi ne? Tu pir li van gerîyayî: Keskesor, Mîrkutya… Nizanim hîn çi quzilqurt… Jehr û ziqûm.”
Ez bawer dikim ku dê romana Herimî ya Bawer Rûken, hê gelek li serad, bêjing û moxilan bikeve.


Bêjeyên Miftehî