1. Hemû Nûçe

  2. Bakur

  3. Antolojiya Helbestvanên Nûjen
Antolojiya Helbestvanên Nûjen,antolojiya,helbestvanên,nûjen

Antolojiya Helbestvanên Nûjen

A+ A-

Antolojiya 158 helbestvanên kurdên bakurî xebateke hêja ye.
Birêz Occo Mahabad di encama kar û xebateke dûr û dirêj de va pirtûka hêja a di destê we xwendevanên ezîz de amade kiriye.
Xebatên weha gelek girîng in. Xebatên giranbiha ne, bi qîmet in.

Ên tirkan û yên Ewropiyan gelek antolojiyên wan hene. Li Tirkiyê her sal antolojiya helbestan ên salane li dawiya salê dihatin weşandin û ew hêj jî diweşînin.
Hêvîdar im xebata birêz Occo Mahabad bibe destpêka xebata pêkanina antolojiyên hemû şaxên edebiyata Kurdî.

Occo Mahabad;
Helbestvan, bernamevan, wergêr û nivîskar e. Hemû berhemên wî bi kurdî ne.

Occo Mahabad, di sala 1977an de, li Wanê hatiye dunyayê. Piştî ji Zanîngeha Stenbolê mezûn bû dest bi nivîsa kurdî kir.

Nivîs û helbestên wî di kovarên wek Çîrûsk, Asiva, Pengav de weşîyane. Nivîs û gotarên Occo Mahabadî di gelek malperan de hene.

Ji der ve yê nivîsên wî gelek bin nivîsên kurdî bo fîlmên biyanî jî amade kiriye. Kurdiya gelek fîlman ji aliyê Occo Mahabadî ve hatiye amade kirin.
Hinek ji wan ev in:

“MALENA”
“RABBIT PROOF FENCE”
“THE ROAD to GUANTANAMO”

Hêla wî ya teknîkî jî heye. Bi navê “Nivîsên Teknîkî”, e-kitêbek bo fêmdariya dunyaya teknîk amade kiriye.
Bernameyên kompîturê ku Occo Mahabadî wergerandinekurdî ev in:

WinRAR
Defraggler
Revo Uninstaller
CCleaner

Albûmên wî yên helbestan ên li ser înternetê:

–Helbestên Dînik
–Dem
–Helbestên Bijare

Berhemên wî:


*Helbestên Dînik, Weşanên Ava, Adar 2012
*Êşên Qehbik, Weşanên Do Gulan 2013
*Rondikên Binevşê, Weşanên Do, 2016
*Dem, Weşanên Na, 2017

Amadekarê Nûçeyê: Ahmed KANÎ


Bêjeyên Miftehî