1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Beşa kitêbên kurdî li kitêbxaneyek Londonê
Beşa kitêbên kurdî li kitêbxaneyek Londonê,beşa,kitêbên,kurdî,li,kitêbxaneyek,londonê

Beşa kitêbên kurdî li kitêbxaneyek Londonê

A+ A-

Roja 1ê tîrmehê li kitêbxaneya Wood Green, Harrîngey li Londonê bi beşdarîya gelek Kurdan beşa pirtûkên li ser Kurd û Kurdistanê hat ava kirin.

Roja 1ê tîrmehê li kitêbxaneya Wood Green, Harrîngey li Londonê bi beşdarîya seroka Şaredarîya Harringey Gina Adameou, serokê berê Ali Gül Özbek û endamên şaredariyê Joseph Ejiofor, Makbule Güneş, Erdal Doğan, Mahir Demir, xwediyê weşanxaneya APECê Ali Çîftçî û Dr.Sabahat Karaduman û berpirsîyar û xebatkarên kitêbxanê hat vekirin. Di vekirina beşa kurdî de kurd ji hemû beşên Kurdistanê bi malbatê xwe beşdar bûn û kêfxweşîya anîn ziman. Piştî beşdarbûnê yên ku qeyda wan li kitêbxanê tunebûn, navê xwe li kitêbxanê qeyd kirin daku bikaribin hema pirtûkan bi deyn bigirin û bixwînin.

Di vekirina kitêbxanê de seroka Şaredarîya Harringey Gina Adameou, serokê berê Ali Gül Özbek û bi bexşkirina pirtûkên xwe alîgirê projeyê Alî Çîtçî û însiyatîfgira projeyê Sabahat Karaduman axifîn.

Çavkanî: Rûpela Nû