1. Hemû Nûçe

  2. Bakur

  3. D A N A S Î N! Fewzî Bîlge:
D A N A S Î N! Fewzî Bîlge:,d,a,n,a,s,î,n,fewzî,bîlge

D A N A S Î N! Fewzî Bîlge:

A+ A-

Ji ber boranên siyasî, huner, di nav kurdan de, di nav Kurdistanîyan de bi giranîya xwe, cîhê xwe negirtîye. Ev kêmasêyek mezine di kar û xebatên çand û huner û çapemenîyê de.


Miletê kurd, miletekî bindest, Kurdistan welatekî dagirkirî, dabeşkirî û di nav gola xwînê de liber xwe dide. Divêtîya miletê Kurd, divêtîya Kurdistan bi her cûre piştegirîya kar û xebatên siyasî, hunerî, danasîna têkilîyên dîplomatîk heye.
Di vî warî de beşek jî dikeve para hunermend, wêneçêker û pêkersazên kurd. Siyaseta hişk, ji estetîk û afirînerîyê dûr serkevtî nabe. Ji ber wê jî dewsa çakuçê pêker, nirxên ku ji ber firça wênesaz ku bi derya rengan derdikeve ber me girîng e. Mixabin kurdan girîngî nedaye vê beşa afirîner û di warê estetîkê de, nekirîye referans ji xwe re. Ew tenê, sêwî û jibîrkirî hiştinê..

Hunermendên me jibîrkirî, bêpiştgirî, bi hunerê xwe liberxwe didin. Mixabin, keda van hêjayan wek girêkek kor di qirika wan de sêwî û bê xwedî, bê piştgirî maye. Ji ber boranên siyasî, huner, di nav kurdan de, di nav Kurdistanîyan de bi giranîya xwe, cîhê xwe negirtîye. Ev kêmasêyek mezin e di kar û xebatên çand û huner û çapemenîyê de.
Piştî danasîna hunerê Serhad Bapîr û Zoro Metînî, min biryar da ku Fewzî Bîlge, kar û xebatên vî hunermendê mutewazî, hêja jî, bi xwendevanan re bidim naskirin.
Hêja Fewzî Bilge, kesayetîyek ji fîgurên jiyana qirnê me yê Kolanên Qosera Mêrdînê ye. Xortekî mutewazî, ewîndarê çand û azadîya welatê xwe bû. Wek ku ew dibêje, Fewzî Bîlge; “ew nexweşê çanda Kurdî” bû.

Cara dawî, di nav tofanên cunta Leşkerî ya sala 1981an de li Stenbolê em li hev rast hatibûn. Salên reş, tofana ser keç û xortên kurdan, di warekî barbarî de bû. Me hev hinbêz kir û carek din nebû nesîb ku em hev û du bibînin. Lê her hayê me ji hev hebû..

Mixabin gengeşî û alozîyên siyasî, hişkîya berjewendîyên partîzanî, bandora neyênî li ser kar, ked û xebatên wek her hunermendê Kurd, li ser hunermend Fewzî Bîlge jî kirîye. Bûye sebeb ku siyaset, para xwe ya estetîkê, referansa xwe ji huner, ji hunermend û berhemên wan negire. Di vî warî de hunermend Fewzî Bîlge bi neştera hunermendan dadikeve qadê û eşkere dibêje:
“Ne zanyarî, ne teknolojî, ne sîyaset, ne çand, ne ziman û ne jî tiştekî din, ger referansê xwe ji huner, hunermend û berhemên hunerî negire, şensa wan tune ye ne dikare pêş ve bikeve ne jî dikare xwe bi hêla jîyanê ve bigire.” F.B
Hunermendê me, hêja û mutewazî, her bi hêvîyekê dijî û berhemên xwe tomar dike. Dîbêje;
“belkî rojekê ez wêneyekî bîwênim ku hemû dinya Kurda bi wî wêneyî nasbikin û hesbikin.“ Bi hêvîya ku hunermend û nivîskarê çanda Kurdî, Fewzî Bîlge rojekê bigîhê vê xwezîya xwe.

Kar û xebatên Fewzî Bîlge yên hunerî, em dikarin bêjin; bi fîguratîfek Exspresyonîst hatine nexşandin. Di her xeta Fewzî Bîlge de êşek, hêvîyek û bandorek çanda Kurd û Kurdistanê heye.

Di warê hunera Fewzî Bîlge de E. Roniar di pirtûka xwe de li ser xeta hunera Fewzî Bîlge van nirxan tîne ziman:
„Hunerê, bi tevî neyînîya Andy Warhol û sazûmana ku her tiştî dizîvirîne berjewendîyên xwe, dîsa jî xwe gîhandîye dema me. Bi saya wêneyên Fewzî Bilge, hunera tekanebûna xwe cardin daye der û xwe nû kirîye. Huner ji bandora neyînîyên Andy Warhol rizgar kirîye. Hunerê bi saya berhemên Fewzî Bîlge êdî dest bi rêwîtîyeke nû kirîye. Ev rêwîtî ji hunera hemdem derketîye û bê hunera hemdem di wêneyên wî de didome.“ E. Ronîar, Geometrîyên Rengên Şikestî /rpl. 136


FEWZÎ BÎLGE kî ye?
Werin em bi hev re vî şervanê huner û çanda Kurdî bi hev re nas bikin:
Fewzî Bîlge di sala 1962’de li Dêrika Mêrdînê ji dayik bûye.
Malbatê bi çêbûna wî re koçî Qoserê kiriye û wî heya lîse qedandîye li vir jîyaye. Piştî wê malbata wî vêca koçî Stembolê kiriye û wî li vir xwe bi du zanîngeha awiqandîye û bêtir guhdaye hunera şêwekarî.
Berê li Stembolê gelek pêşangeh lidarxistine. Piştre li bajarên Edene, Antalya, Îzmîr, Amed, Mêrdîn, Batmanê û piştre jî li Elmanya li bajarê Selê pêşangeh lidarxistine. Li Batmanê kargehek hunera şêwekarî vekirîye û di wê kargehê de di nava 15 salan de gelek nivîskar û wênesaz gihane.

Ji bilî wênesazîyê, hunermend xwedî gelek berhemên edebîye jî. Heya nuha deh pirtûkê wî (çîrok, helbest û roman) çapbûne.
Piştî malnîşîn bû ji eşqa felsefeyê du salan jî felsefe xwend û ji ber sedemên tendurîstîyê mecbûr ma dev ji xwendinê berde.
Hunermend bi şêweyekî azad dixebite. Berê tenê bi boyaxa zeytî wêneyên xwe diwênandin. Dûre boyaxa avî ceriband û anuha bêtir bi boyaxa avî wêneyan diwêne. Razber an jî şênber çi biwêne teqez bêhn, reng û çêja Kurd û Kurdayetîyê ji berhemên wî tê. Ew nexweşekî çanda Kurda ye ji loma bedewîyê layiqî wan dibîne. Tim û tim wan bedew diwêne û hemû bedewîyê li wan bardike.
Pênc salên dawî li Amedê dijî û hîn jî tenê dinivîse û diwêne. Û dibê belkî rojekê ez wêneyekî bîwênim ku hemû dinya Kurda bi wî wêneyî nasbikin û hesbikin.

12.07.2019


Bêjeyên Miftehî