1. Hemû Nûçe

  2. Bakur

  3. D A N A S Î N! Hunermend -Arif Sevinç
D A N A S Î N! Hunermend -Arif Sevinç,d,a,n,a,s,î,n,hunermend,arif,sevinç

D A N A S Î N! Hunermend -Arif Sevinç

A+ A-

Ji wêneyên Arif Sevinç, bêhna serhildanên millî, destanên Kurdî, çanda kurdî tê. Arif Sevinç, me bi awaz û bi rengan re dibe sedsalên berê yên Kurdistanê. Geh dibe Şêx Seîdê Kal, geh dibe berxwedana Agiriyê, geh dibe Evdalê Zeynikê û Feqîyê Teyran, geh dibe civînên Tevgera Xoybûn û geh dibe Mem û zîn.

Arif Sevinç, wênekarekî Kurdewarî yê sedsala 21an e. Ji bona berxwedan û serhildanên Kurdistanê, ji bona wêjeya devkî ya Kurdistanê, ji bona qahremanên destan û serhildanên Kurd û Kurdistanê, bûye nefes, reng û bihna dewrana tevgera millî ya Kurdistanê.

Ji wêneyên Arif Sevînç, bêhna serhildanên millî, destanên Kurdî, çanda kurdî difûre. Arif Sevînç, me bi awaz û bi rengan re dibe sedsalên berê yên Kurdistanê. Geh dibe berxwedana Agiriyê, geh dibe dengê şêx Seîdê kal, geh dibe Evdalê Zeynikê û Feqîyê Teyran, geh dibe civînên Tevgera Xoybûn û geh dibe Ehmedê Hanî û Mem û Zîn.

Di sedsala me de dibe yek ji girtîyên zîndana Amedê. Agir, zilm û zordarîya ser van girtîyên doza Kurdistanê, bi rengan dinexşîne û datîne ber me.
Carnan dibe zarokên ku li kuçên Amedê, li dijî dagirkeran, bi kevirên xwe şer dikin û hêvîya azadîyê geş dike..
Carnan dibe êrîşên çardijminên Kurdistan û dibe dermanê tenêtîya kurdan û dermanê hêvîya pêşeroja doza netewî.
Carnan jî dibe deşt û mêrgên Kurdistanê û bi xwezaya Kurdistanê re, dibe şalûl û bilbil, dibe nêrgiz, gul û beybûn û bi şengûpenga Kurdistanê, bi Newrozên Kurdistanê re derdikeve ber me û me dike heyranê xwe.

Dema ku min dest bi danasîna hunermendên Kurd kir, li ser danasîna hunermendan û teknîka şîrovekirina berhemên wan, di navbera min û hunermend Serhad Bapir de nivîsandina nameyan jî destpê kir. Hunermendê hêja Serhad Bapir, çend nameyên hêja ji min re şand. Yek ji van nameyan, şîroveya li ser wêneyek Arîf Sevinç bû.
Serhad Bapîr, wêneyek Arîf Sevinç, -ku li gor min jî pêkerek ji rewşa Kurd û Kurdistanê ya dîrokî ye- a „çardijmin û Kurd“ di nameyekê de şîrove kir. Min biryar da ku danasîna Arîf Sevinç, bi şîroveya hunermendekî din yê xwedî hest û ramanên netewî, ancax dikare bibe babetek berbiçav a danasîna hunermend Arîf Sevînç.
Bi vê armancê jî, ez vê beşa nameya Serhad Bapîr ji bona danasîna berhemên hunermendê hêja Arîf Sevînç, di nivîsê de bikar tînim..
Serhad Bapîr li ser wêneya „Çardijmin û Kurd“ radiweste û hestên xwe, zîrektîya xwe ya li ser huner û zîrektîya xwe ya li ser şîrovekarîya hunerê bi me re parvedike.

Em bi hev re Serhad Bapîr bixwînin!
Wêneya Hunermend Arîf Sevînç -Çardijmin û Kurd:
„Di berhemê da 5 fîgur hene ku 4 ji wan serên wan qoqên mirîyan e lê bi cil in. Fîgurekî jî bi cil û libasê kurdî ye û serê wî ne wekî serê 4 ên din e, lê serê mirovê sax e. Ev her çar serqoq bi hemû hêza xwe êrîşî vî Kurdî dikin û lêdidin. Rûyê vî Kurdî baş xuya nake û serê wî ji lêdana pişt û serî, ber bi pêş va hinek xwar bûye, “ bêkes, bêçare, bêpişt” e û xuya dike ku ketîye “bindestê” van çar kesan. Ev dîmen gelek dişibe dîmen û rewşa girtîyên siyasî yên di destê îşkencekarên dewletên dîktator û zilmkar da, di îşkencexaneyan da zebanîyên dewleta Tirkan bi vî awayê girtîyên Kurd êşkence dikin.
Ev dîmenekî alegorîk e û alegorîya Kurdistanê ye ku ketîye bindestê 4 dewletên dagirker. Cirgî ku Kurd bûne bindestê van 4 dewletan, jîyana wan her ev bûye, Kurd her “bêkes, bêçare, bêpişt û bindest“ mane.

Di warê teknîkî da, berhem bi firçeyên bi lez û hêz yên li pêy hev hatîye çêkirinê; reng bi hêsanî derbasî nav hevûdû dibin, bêyî ku xêzikên sereke yên fîguran zêde ji hev cûda bibin û ev yek enerjî û tevgerê dide vê berhema dînamîk. Kurd bi rengên ronak hatîye çêkirinê û ji her 4 ên din zêdetir baş xuya dike, her çiqas wek girtî, bê lebat û tevger be jî, kesê sereke yê vê berhemê ye û di navenda berhemê da ye. Rû û awirên van her 4 zebaniyan jî berê me ber bi vê mazlûmê va dibe.

Cih û war di berhemê da ne kifş e, nivê jorê bi rengê girtî û yê xwarê jî bi rengê ronak e, ev dişibe sahneya şanoyê, erê ev sahneya trajedîya berdewam ya miletê Kurd e. Awayê bicihkirin û xêzikên ne zelal yên şiklên fîguran, rengên ku derbasî nava hevûdû dibin û hêz û tevgera vê wêneyê, berhemê dike wêneyekî ekspresîyonîstî.
Jı aliyê din va ev berhem bi berhemên hunermendê Kurd Arîf Sevînç yê di serdema despêkê ra zêdetir têkilîdar e. Têkoşerê Kurd yek ji dehhezaran girtîyên siyasî yên Kurd bû, ku di sala 1982yan da ji alîyê dewleta Tirk va hate girtin û ewî jî zilm, zordarî û îşkeneceyan dît û piştî ku di sala 1986an da hate berdan tavil wêneyên nava girtîxaneyê, îşkence û zilma dewlata dagirker çêkir. Wek hunermendeki zîrek bi hêza hunera xwe şahidîya bûyeran kir. Arîf Sevînç van berhemên xwe di katalogekî piçûk ya 24 rûpelî, ya bi navê “Haya Te Jê Heye Dîwarê Ji Kevir” da, di sala 1987an da çapkir. Di vê katalogê da 31 berhemên hunermend hene.
Di salên dumayîkê da hunermend zêdetir berhemên li ser destan, dîrok, mîtojojîyê û hwd. kurdî çêdike. Her wisa Arîf Sevînç yek ji sîyasetvanên çalak yê bakûrê Kurdistanê ye û li Dîyarbekirê dijî.

Ha erê, me got Dîyarbekir, di sala 2015an da li Ameda bakûrê Kurdistanê bi beşdarbûna 230 hunermendên profesyonel û amatorî, bi sernavê “Hevdîtina Hunerî Ya Kurdistanê Ya Navnetewî” pêşengehek çêbû. Pêşengeh, ji alîyê Bajarvanîya Amedê va hate sazkirin. Ji bo vê pêşengehê ne bani Arıîf Sevînç û ne jî banî bi dehan hunermendên jêhatî yê Kurd hate kirin. Hiş û kesên ku vê pêşengeha bi vî navê qerase organîze kirin, xuya ye, ji bo pîvana ka ê banî kê bikin û kê nekin, fikirîne ku “bila ji me be, ku ne ji me be jî qenebî bila ne xwedî ramanekî din yê rexnegir yê li himberê me be” bûye.“
Hunermend Serhad Bapîr
___________________________________

Arif Sevinç, di sala 1959an de li Agirê, bajarokê Bazîdê hatîye dinê. Dibistana seretayî û ya navîn li Bazîdê kuta kirîye. Dibistana amadeyî li bajarê Qeyserî kuta kir. Di eynî demê de dest bi wênekarîyê dike. Li eynî dibistanê yekem pêşengeha xwe lidar dixe. Di destpêkê de bi pênûsa reş kar kirîye.

Di sala 1982an de li Amedê dest bi xwendina bilind a perwerdeyî dike. Di eynî salê de polîsên tirkan wî digirin. Piştî binçavkirin, lêpirsîn û bi mehan îşkencê, wî teslîmî zîndana Amedê ya 5 Nemro dikin. Çar salan di zîndana leşkerî ya Amedê de dimîne. Ew metod, zilm û zordarî û wahşeta zîndana Amedê ya Nemro 5 dibe para hunermendê me jî. Zîndana Leşkerî ya Amedê dibe beşek ji jîyana hunermendê hêja.

Di havîna 1986an de ji zîndanê derdikeve. Pêvajoka xwe ya binçavkirinê, lêpirsînê û salên zîndanê derbasî ser tuwalê dike. Lêxistin, sahneyên îşkenceyên zîndanê tesîrek mezin li ser hunermendê me çêdike û yek bi yek di serê xwe de qeyd dike. Piştî ku ji zîndanê derdikeve, derbasî ser tuwalê dike van wêneyan yek bi yek. Ev şaheserên wênekarê me dibin belgeyên zor û zilma zîndana Leşkerî ya Amedê Nemro 5!

Di sala 1987an de, li salona Weqfa Yekitîya Mulkîyelîyan û Komela Mafê Mirova ya Edenê, bi navê “Xebera Te Heye Dîwarê bikevir” pêşengeha xwe lidardixe. Ji derveyê vê her sal beşdarî pêşengeha Weqfa Mafê Mirova a cûre cûre dibe.

Di 2008an da li Swîsre û Elmanyayê, di 2009an da li Amedê û berdewam li Stenbolê pêşengeh vekirine.

Di warê neqş, Afîş û pîlankirina qapaxên pirtûkan de karê xwe berdewam dimeşîne.

02.08.2019

Şeyhmûs OZZENGÎN