1. Hemû Nûçe

  2. Bakur

  3. Dibistana kurdî ya li Licê hat xerakirin
Dibistana kurdî ya li Licê hat xerakirin,dibistana,kurdî,ya,li,licê,hat,xerakirin

Dibistana kurdî ya li Licê hat xerakirin

A+ A-

Li gundê Kerwesê yê girêdayî navçeya Licê ya Amedê dibistana ku ev 3 sal in ji bo perwerdeya Kurdî hatibû çêkirin ji aliyê leşkerên artêşa Tirkiyeyê ve hat hilweşandin.

Parêzgeriya Amedê li 14 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karazê ji bo ku wê operasyonên leşkerî werin lidarxistin îro ji berê sibehê pê ve qedexeya derketina derve ragihand. Her wiha piştî qedexeyê li gundê Kerwesê yê ku di nava biryara qedexeyê de ye, dibistana ku ji bo dersa kurdî bê dayîn di sala 2013an de hatibû avakirin ji aliyê leşkerên artêşa Tirkiyeyê ve bi kepçeyan hat hilweşandin.

Ji bo dibistana ku ji bo perwedeya bi kurdî hatibû avakirin, destûra perwerdeya bi kurdî nehate dayîn û dibistan bi salan e li bendê bû ku perwedehî lê were dest pê kirin. Gundiyan dibistan bi derfetên xwe ava kiribûn.

Ji aliyê din ve leşkerên li gund di malên gundiyan de dest bi lêgerînê kirin.

Çavkanî: Sputnîk Kurdistan