1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Hejmara 65an a Le Monde diplomatique kurdî derket!
Hejmara 65an a Le Monde diplomatique kurdî derket!,hejmara,65an,a,le,monde,diplomatique,kurdî,derket

Hejmara 65an a Le Monde diplomatique kurdî derket!

A+ A-

Hejmara tîrmehê ya Le Monde diplomatique kurdî, bi naverokeke dewlemend derket pêşberî xwendevanên kurdî.

Di vê hejmara tîrmehê de hin nivîs û analîzên balkêş yên ji edîsyona fransizî ev in: Serge
Halimi, Pêşveçûnek li Fransayê? Daniel Finn, Gava Breksît du Îrlandayan nêzî hev dike. Hadrien Holstein, Talankirinên nasyonalîstan li Derry. R. Ghodsee, «Dapîrên sor» ên tevgera navneteweyî ya jinan. Adrien Cluzet, Çima rejîma Sûrîyeyê li ser pîyan ma? Pascal
Corazza, Revokîyeke pisporan. Geneviève Clastres, Tatîlên ji bo herkesî, xweşxeyaleke ku dûr dibe. Pierre Puchot, Agahdarkirin bi berdêla rîsk û xetereyan. Anne-Cécile Robert, Ji dewletê wêdatir? Éric Delhaye, Popa latînî û bazar. Alain Deneault, Û şirketên navneteweyî wê (piçek) bacê bidin. Laura Raim, Şirketên xwedî berpirsîyarîya civakî.

Di beşa nivîsên redaksîyona kurdî de jî ev nivîs û şiroveyên balkêş hene: Dr. Nezend Begîxanî, Serdema Paş-Heqîqetê û nivîsa Haymatlos Suad, Mubhemkirina Kuştina Kurdan û Hişyarîya Arendt.
LMd-kurdî, di vê hejmara tîrmehê de cih daye jiyan û fotoyên wênegir Paşa İmrek.
Xwendevan dikarin bi rêya malperên jêrîn yên medyaya civakî rojnameyê bişopînin:

Web: http://lemonde-kurdi.net/
Facebook: Le Monde diplomatique kurd
Twitter: @Diplo_Kurdi
Instagram: diplo_kurdi
E-Mail: info@diplo-kurdi.com

Rojnameya LMd-kurdî di bin banê RÛPEL MULTIMEDIA GMBHyê de, bi weşana dîjîtal xizmetê dide xwendevanên kurdî.

Birêveberîya LMd-kurdî