1. Hemû Nûçe

  2. Bakur

  3. Helbestê Cegerxwîn Li ser Zimanê Hemû Kurdan e.
Helbestê Cegerxwîn Li ser Zimanê Hemû Kurdan e.,helbestê,cegerxwîn,li,ser,zimanê,hemû,kurdan,e

Helbestê Cegerxwîn Li ser Zimanê Hemû Kurdan e.

A+ A-

Di şevbuhêrka Helbest & Helwestê ya vê hefteyê de ku êvara sêşemê (06.02.2018) li Pale Hunerê hatibû li darxistin, mijar Cegerxwîn û berhemên wî bûn.

Şevbuhêrka ku bi moderatorîya nivîskar Hesîb Yalinc ve bi rê ve çû, bala gelek wêjehezan kişandibû. Ji Amed û gelek bajar û navçeyên derdorê nivîskar û hunemendên bi nav û deng jî beşdar bûbûn. Di serî de hat gotin ku Cegerxwîn pira di nav bera helbestên klasîk û modern de ye. Di gelek helbestên xwe de Cegerxwîn Ehmedê XANÎ wek rêberê xwe dide nasîn. Felsefeya neteweperwer a Ehmedê Xanî di helbestên wî de cih girtîye. Cegerxwîn evîndarê welatê xwe ye.

Di şevbuhêrkê de balhatkişandin ku helbestên Cegerxwîn li ser devê gelê kurd belav dibe, ji ber ku zimanê wî zimanek gelêrî ye. Helbestên wî yên ku evîna welêt tînin ziman bi destê hunermendên kurd bûne stran û li ser zimanê hemû kurdan belav bûne.

Bo vîdeoyê bitikîne