1. Hemû Nûçe

  2. Bakur

  3. Hun di pirsgirêka zimanê kurdî da ne ji dil in!
Hun di pirsgirêka zimanê kurdî da ne ji dil in!,hun,di,pirsgirêka,zimanê,kurdî,da,ne,ji,dil,in

Hun di pirsgirêka zimanê kurdî da ne ji dil in!

A+ A-

Heta niha li bakûrê Kurdistanê bi mebesta wergirtina mafê perwerdeya kurdî sê-çar komele û sazî hatine damezirandin. Bi navên "Platforma Zimanê Kurdî" "Tevkurd", "Hezkurd" û nizanim çi?
Ev komeleyên han çiqas xwe di çapemenîyê da nîşan bidin, ji dewleta tirkî daxwaza perwerdeya kurdî bikin, ew dewleta nijadperest a faşîst, ku ji çerxa xwe ya asîmîlasyinê êdî bi bawer e, dê ewqas vê çerxa erjeng bişîdine. Her saet, her roj bi mîlyonan zarok wê di dibistanên asîmîlasyonê da werin pişaftin, tinekirin.
Ev komeleyine jî bi helkefta zimên daxuyanîya didin, lê ne ji dil in. Ji ber ku ne ji dil in û hêz û amadekarîyên wan jî têr nakin, ku zimanê kurdî ji sîstema mendele ya tirkî rizgar bikin.
Çima her partî, grub ji xwe ra platformeke, komeleyeke zimanê kurdî ava kirîye? Ma ziman malê partî û grûban e, yan malê hemû miletê ye? Çima ev hemû di bin banekî da nikarin bibin yek? Her yek bi serê xwe li gorî kêfa xwe vê mafê wek propaganda bi kar tîne. Rizgarbûna zimanê kurdîyê ji sîstema asîmîlasyon û xwe asîmîlasyonê, encax bi polîtikayeke netewî ya ziman û perwerdeya kurdî pêkan e.
Zû yan jî derenga vî karî nîne! Galegal û daxûyanîyên şeklî, ji windakirina xwîn û demê bêhtir kêrî ti tiştekî nayên! Xwedîyên wan komele û partîyên kurdî jî, vê ji min baştir dizanin, lê nakin?
Kultura bi hev ra nekarkirinê nexweşîyeke me Kurdan e!
Ziman hîn rizgar nebûye ji talan û mendeleya dagirkerîyê, ew rabûne 15 gulanê wek "cejna zimanê kurdî" îlan kirine. Biqasî ku dizanim meriv tiştekî bi dest tîne, yan jî digihîje armancekê, paşê cejna wê çêdike, pîroz dike. Sazî, dezgeh û partîyên kurdî yên bakûr, ku ji wana PKKê tenê navê wê maye Kurdistan û ti tikilîya wê bi têgihînên Kurd û Kurdistanê ra nemaye, radibin di vê rojê da bi awayeke sar û şeklî peyamên pîrozîyê belav dikin. Ew dê bi xwe jî tirkî bipeyivin, vî zimanê dagirkerîyê hînê xelkê bikin. Gel jî dê here cejna ereb û tirkan pîroz bike! Hemû jîyan, xebat û çalakîyên xwe terxan kirine ji bo "serok"ê xwe. (...) Kurdî bi qasê ti demê evqas rastê pişaftina rûhî û bêxwedîtîyê nemabû.
Qiraseyên konseya vê partîyê jixwe bi kurdî nizanin. Hez jî jê nakin! Jîyê wan ji 60î borîye hîn jî 60 gotin kurdî hîn nebûne! Ji wan ên ku kurdî dipeyivîn jî, meriv dibê qey tirkek e dipeyive, ewqas dûr ji gîyan, axaftin û kirpîna kurdî. Sar û ne ji dil. Zimanên ku ajansa wan a ANF pê weşanê dike, vedikî, di rêza yekemîn da tirkî, dûyemîn îngilizî û sêyemîn jî kurdî ye. Basnews, Nêrînaazad û yên din jî her wisa... Bandora tirkîyê ewqas ku gîyana wan kotîye.
Cudahîyeke mezin di navbera stêrk tv û TRT şeşê da nemaye! Her du jî bi kurdîyeke şaş û şeklî, hîşmendîya serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê dipişêfin, diherifînin û dixwezin ji holê rabikin. Yek di bin navê "demokratîk dewlet"ê da ya din di bin navê "unîter dewlêt"ê da. (Ew dewleta ku ji selçûkîyan heta îro çete ye.) Ji bilî propagandayê her du jî ti nirxekê bi kurdîyê nadin.
Çiqas tiştekî ecêb, sosret, ne ji dil, erjeng û metirsîdar!
Ka bêjin! Di 15ê gulanê da zarokên we diçin kîjan dibistanê? Di malê da, li ser kolanan bi kîjan zimanê dipeyivin? Hun bi çi zimanê medyayê, pirtukan dixwînin, bi kîjan zimanê dinivîsin?
Zarokên dibistanê jî edî dizanin, ziman nikare bê dewlet, dibistan û perwerde bijî. Serokê wan bûye peyayê dewleta demokratîk a tirkî, PKK her carê bi bahaneyeke rizî ya çepên tirkî dewletê naxwaze û tund li dijê dewleta kurdî ye. Heta niha bi hezaran Kurdên muxalîfên xwe bi mora îxanetê kuştine, revandine yan jî bêdeng kirine. Dema ku ew îxanetê dikin, dibêjin, "em sîyasetê dikin!" Belê hun "sîyasetê" dikin. Hem jî sîyaseteke kûr û stratejîk: Sîyaseta întegreya Kurdan bi dewleta çete ra ku nav lê danîne, "komara Tirkîyeyê!" Ev sîyaset çiqas berdewam bike, ewqas dê belayên mezin werin serên Kurdan! Hun êdî bûne asteng û karesata herî mezin a dîrokî, li pêşîya azadî û serxwebûna Kurdistanê.
Helbet ne tenê PKKê! Destekdayîna dagirkeran, hevkarîya bi wan ra birîneke kûr û dûr e, ku bi sedan salan e hîn nekewîye, sax nebûye. Bahane jî hertim ev e: "Em çi bikin? Dijmin bi "hêz" e!! yan jî mîna ya jorîn, "Em sîyasetê dikin!" Na hun sîyasetê nakin! Hun sergêjî û tevlihevîyê çêdikin.
Ka carekê jî li çareyeke din bigerin, ji bo tedawî û saxbûnê!
Rewşa ew "partî" û grûbên dervayê PKKê hîn şewitînertir e. Bûne şampîyonê daxuyanîyan. Vana hemû jîyana xwe bi belavok û daxûyanîyan derbas kirine. Ew jî ne ciddî ne, di pirsgirêka rizgarkirina zimanê kurdîyê ji asîmîlasyona tirkî û xwe asîmilasyonê..
Bêguman hêza wan jî têr nake. Baş e! Hêza we têr neke jî, qenebe wan nav, nasname û pasaportên xwe yên tirkî li meydanan qûç bikin û bişewitînin! Belkî bibe çirûskekê ji bo xelkê. Ma wê ne çêtir be, ji wan bersîvên we yên ku hun her carê digihîjinin wan çend prof. û sîyasetmedarên zênkor ên tirkî? Ew zênkorine jî dê her carê heqareteke nû li zimanê kurdîyê bikin...
Û ev çerx jî dê wiha bizivire û biçe!
Çare çi yê?
Tu ji kê bipirsî belkî ew dê bi dehan çare nîşan bide. Pirsgirêkê nas bike, yan jî nas neke, ew dê dest bi galegalan bike û bi dehan şîretên "divêtîyê" bike!
Ji çareyê bêhtir, carekê rûnên û biramin.
Em bi ku va diçin?
Quo vadis?
11.07.2021 Berlin Ewdil Ararat

Nîşe: Em wek malper ji azadîya derbirînê ra rêz digirin. Lê hevokek ku me jî wek heqaret dît, ji nivîsê derxist. Em naxwazin nivîsên di malpera me da ji sînorê rexneyê derkevin.