1. Hemû Nûçe

  2. Rojava

  3. Li Minbicê amadekariya vekirina kampeke nû tê kirin
Li Minbicê amadekariya vekirina kampeke nû tê kirin,li,minbicê,amadekariya,vekirina,kampeke,nû,tê,kirin

Li Minbicê amadekariya vekirina kampeke nû tê kirin

A+ A-

Rêxistina Minbicê ya Alîkariyê bi hevkariya Rêxistina Rojava ya Alîkariyê, bernameya xwarinê ya cîhanî û Komeleya El-Mewedê, madeyên xwarinê li koçberên Minbicê yên li xeta Eseliye û Farat ên rojavayê Minbicê, belav kirin. Dê di demên pêş de jî, alîkarî koçberên ku li taxa Hezawna ya bajarê Minbicê bi cih dibin, were belavkirin.EZIZ HISO

Endamê Rêxistina Rojava ya Alîkariyê Ezîz Hiso anî ziman ku bi koordîneya di navbera 4 rêxistinên alîkariyê de, alîkarî li koçberan hat belavkirin û du rojan dom kir.

Endama Rêxistina Minbicê ya Alîkariyê Medîne Xelîl jî da zanîn ku li gundê Resm El-Exder ê girêdayî Minbicê, amadekirina vekirina kampeke nû ji bo koçberan tê kirin.

Medîne bang li rêxistinên navneteweyî kir ku destek bidin koçberên Minbicê û pêdiviyên kampa ku dê were vekirin bi cih bînin.


ANHA