1. Hemû Nûçe

  2. Bakur

  3. Medyaya Neteweyî û Gotara Medyaya Kurd
Medyaya Neteweyî û Gotara Medyaya Kurd,medyaya,neteweyî,û,gotara,medyaya,kurd

Medyaya Neteweyî û Gotara Medyaya Kurd

A+ A-

Bi navê “Medyaya Neteweyî û Gotara Medyaya Kurd”, roja şemiyê (26.10.2019), li Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî Şaxa Amedê panelek hat li dar xistin. Nûnerê Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî li Amedê, Seîd Veroj bixêrhatina mêvanan û Panelîst Mehmed Salih Berdirxan kir.

Salih Bedirxan di destpêka axaftina xwe da pênaseya têgeha medyayê kir. Paşê li ser fonksiyon û rola medyayê rawestiya. Pênc rol/fonksîyonên medyayê wek agahdarkirin, veguhestina kelepûra dahunerî, îçtîma’îkirin/sosyalîzekirin, duristkirina raya giştî û kêfxweşkirinê anî ziman.

Di berdewamîya axaftina xwe da li ser rola medyayê ya di şerê li Rojhilata navîn û bikaranîna medyayê ji aliyê hêzên hegemonîk ên wek DYA, Rûsya, YA, Çîn û hwd. bi mînakan rawestiya. Bo girîngiya medyayê di şer da mînaka şerê Viyetnam û Kendavê da ber hev.

Di beşa Gotara Medyaya Kurd da têgeha gotarê pênase kir. Balê kişand ser sansura medyaya kurd a li Bakur û Rojhelatê welêt ku hêjî dagirkirî ye. Bo geşedana erênî ya medyaya kurd li Başûr û Rojavayê welêt mînaka êrîşa DAIŞê ya ser bi Şengalê ve wek mînakek neyînî; lê di êrîşa Tirkiyeyê bo Rojava da hevahengiya medyaya kurd, bi taybetî jî televizyonên kurdan di vî warî da serkeftî nirxand.

Bo videoyê bitikînin 

Amadekar: Ahmed KANÎ