1. Hemû Nûçe

  2. Bakur

  3. Nirxandinek Li Ser Sedsalîya Kovara Jînê
Nirxandinek Li Ser Sedsalîya Kovara Jînê,nirxandinek,li,ser,sedsalîya,kovara,jînê

Nirxandinek Li Ser Sedsalîya Kovara Jînê

A+ A-

Li Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyê Şaxa Amedê, roja Şemîyê (9.11.2019), Panelek, li ser sedsalîya derketina Kovara Jînê ku di 7ê Mijdara 1918an da li Stenbolê ji alîyê Komaeleya Pêşketina Kurdistanê ve bi berpirsiyarîya Hemzeyê Muksî hatibû derxistin, hat li dar xistin.

Panelîst, Seîd Verojê nûnerê Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyê li Amedê, di destpêka axaftina xwe da balê kişand ser taybetiyên çapemeniya kurd a destpêka sedsala bîstemîn û got ku Kovara Jînê girêdayê bi Cemîyeta Tealîya Kurdistanê ve hatiye weşandin. Di axaftina xwe da balê kişand ser şertûmercên piştî bidawîbûna Şerê Giştîyê Yekem di 30ê Cotmeha 1918an da û got ku rewşenbîrên kurdan jî li Stenbola navenda dewleta Osmanî hewl didan ku komele û rêxistinên xwe ava bikin.

Gelek televizyonên kurdan û rojnamevan beşdarê panelê bûn. Axaftina Panelîst ji aliyê me ve jî wek vîdeo hat amadekirin û di dawiya vê nûçeyê da hun dikarin hemû axaftinê temaşe bikin. Axaftin bi nivîskî jî di vê limkê http://kovarabir.com/seid-veroj-li-ser-capbuna-kovara-jine-100-sal-derbas-bun/ da dikare bê xwendin.

Amadekar: Ahmed KANÎ


Bo vîdeoyê bitikînin: