1. Hemû Nûçe

  2. Bakur

  3. Nîqasên Li Ser Dîrok û Nasnameya Zazayan
Nîqasên Li Ser Dîrok û Nasnameya Zazayan,nîqasên,li,ser,dîrok,û,nasnameya,zazayan

Nîqasên Li Ser Dîrok û Nasnameya Zazayan

A+ A-

Roja şemîyê (23.11.2019), li Şaxa Amedê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî, panelek bi navê “Tarîx û Nasnameyê Zazayan Sero Muneqeşeyî û Bingeyî Înan/Nîqaşên Li Ser Dîrok û Nasnameya Zazayan û Bingehên Van Nîqaşan” hat li dar xistin. Panelîst Dr. Yusuf Baluken, berê jî di vê mijarê da bi pêşkêşa zimanê tirkî li ser malpera Kirdki.comê bi vê linkê: http://www.kirdki.com/?p=2876 dokument û belgeyan parve kiribû. Kesên ku bixwazin agahîyên berfireh bigirin dikarin ji malperê jî sûdwerbigirin.

Panel seranser bi dîyalekta kirdkî hat pêşkêş kirin. Mijara panelê bala gelek kesan kişand. Ji dîrokzanan bigire heta gelek akademîsyen, nivîskar û xwendevanên kurmancî û kirdkî beşdarê panelê bûbûn. Cara yekem bû ku cih di salona Weqfê da nema û gelekan li ser pîyan ji derveyê salonê guhdarîya panelê kirin. Me wek malpera Rojnameya Kurdistanê beşek ji axaftina Panelîst wek vîdeo tomar kir û li binê nûçeyê danî.

Divê kurd li ser dîroka xwe lêkolînên wiha zanistî bêtir bikin.

Bo temaşekirina videoyê bitikînin:

Amadekar: Ahmed KANÎ