1. Hemû Nûçe

  2. Rojhilat

  3. Nûnerê PDKÎ Cihangirî: Em piştevaniya hemû biryarên Herêma Kurdistanê dikin
Nûnerê PDKÎ Cihangirî: Em piştevaniya hemû biryarên Herêma Kurdistanê dikin,nûnerê,pdkî,cihangirî,em,piştevaniya,hemû,biryarên,herêma,kurdistanê,dikin

Nûnerê PDKÎ Cihangirî: Em piştevaniya hemû biryarên Herêma Kurdistanê dikin

A+ A-

Endamê Polîtbûroya Serkirdayetî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Rostem Cihangirî di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîk Kurdistanê de rewşa dawî ya xebatên partî û herêmê nirxand û ragihand ku her çi dibe bila bibe em piştevaniya hemû biryarên Herêma Kurdistanê dikin.

Rostem Cihangirî ji destpêka şoreşa Îranê ya sala 1979an û vir ve têkiliyên navbera partiya kurd û Komara Îranê nirxand û got: "Têkiliyên me û Îranê piştî şoreşa sala 1979an a gelê Îranê bi ser ket, demekê ji bo bidestxistina mafê gelê kurd danûstandin hatin kirin baş derbas bû. Lê piştî wê demê şer dest pê kir û heta niha berdewam dike û tu têkiliyên me bi rêvebiriyê re çênebûn e. Ne siyasî û ne jî dîplomatîk bi Îranê re neman û niha hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê niha li ser sînoran hene û xebatên xwe dikin. Hêzên Pêşmergeyên Îranê li nava welêt jî xwe birêxistin kirine; ji aliyê hizbî, siyasî, rêxistinî û xebatên xwe didomînin. Eger lazim be, di dema êrişan de Pêşmerge bersiva êrişan jî didin."

‘XEBATÊN ME HETANÎ ENCAMDAYÎNÊ DÊ WERIN MEŞANDIN'

Cihangirî di berdewamiya axaftina xwe de behsa xebatên PDKÎ yên welat û derveyê welat kir û got: "Li hemû welatan xebatên siyasî ên hizba me hene, hem li navxweyî welat û hem jî li derveyê welat hemû hewldanên partî bi yekrêziyeke mezin berdewam in. Em hem ji bo nasandina gelê kurdê Rojhilat li nava welêt û dazanînina cînayeta Îranê dixebitin. Em ê karên xwe di vê çarçoveyê de bimeşînin hetanî bigihije noqteya dilxwaz ku gelê me pê razî bibe û sûdekê jê wergire. Pêwistî li kur hebe dê Pêşmergeyên partî li wir erkê wergirin û bi hestê neteweyî kar û xebatên xwe yên siyasî, hizbî û herwiha leşkerî dê bidomînin."
PDKÎ: Divê êdî Kurdistan biryara serxwebûnê bide

‘PDKÎ HILBIJARTINA ÎRANÊ BOYKOT DIKE'

Nûnerê PDKÎ di dirêjiya hevpeyvîna xwe de li ser pirsa boykotkirina hilbijartina Îranê got: "Heta niha em baş li ser ranewestiyane, lê li gorî tecrubeyên me yên di encama 38 salên borî de em dibînin ku hilbijartin li Komara Îslamî bê wate ye, ji bo ku ew kesên tên ser kar ne xwedî hêz in, soz û bext jî bidin derewan dikin û nikarin peywira xwe bînin cih. Gelekê werin bi Quran û bi navê Xweda wê sond bixûn lê erka wan niye, kî jî were tu maneyekê nade û tu qîmet ji hilbijartinên îranê re tuneye. Li gorî, pêşbîniya min hilbijartina serokomariya Îranê wê ji aliyê hizba Demokrata Kurdistana Îranê ve bê boykotkirin."

‘DI PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ DE 6 PARTIYÊN KURD HEMAN HELWEST NÎŞANDAN'

Li gorî Cihangirî neyekbûna partiyên kurd li Îranê cihê xemgîniyê ye û got: "Heyf û mixabin ev mijara yekîtiya partiyên kurd li Îranê weke yên perçeyên din e û hê jî em nikarin yek dengî û yek helwestî ava bikin. Li nava partiyên kurdên siyasî de yekdengî nebûye lê niha hewldan heye bo vê yekê. Em niha di warê siyasî, herêmî, netewî, mentiqî de di gel hev rûdinên û gûftigoyan dikin ji bo ku em bikaribin li ser hinek xal û mijaran li hev bikin. Weke mînak ji bo merasîma di Newroza Îranê de 6 partiyên siyasî yên kurd li ser hindek xalan li hev kirin, sazûmanên kurd bi rêxistin kirin û di encamê de serkeftinek mezin pêk hat. Kurdan bi vê hejmar û erka xwe nîşanî dost û dijminan da û reng û şêweyekî neteweyî pêkhatdan. Bi vê yekê me têsîra gelê kurd a li nava welêt nîşanî dijminên xwe dan û Newroz bi reng û rûyeke netewî li Îranê pîroz kir. Herwiha hewldan ji bo yekîtiya nav mala kurd û partiyên didomin û hêviya min wê bigihîje encamekê û wê demê hemû partî bi yek dengî wê vê biryarê ji raya giştî re parve bikin."


Pêşmerge û Ala Kurdistanê

‘HÊVIYA SERKEFTINÊ JI HERÊMA KURDISTANÊ RE DIXWAZIN'

Endamê Serkirdayetiya Polîtbûroyê Cihangirî di hevpeyvîna xwe de piştgirî da bilindkirina Ala Kurdistanê û got: "Her çi dibe bila bibe gelê me yê Herêma Kurdistanê biryarê li ser bide em piştevanî û alîkariya wê dikin. Bilindkirina Ala kurdistanê li bajarê Kerkûkê em weke mafekî gelê xwe dizanin. Ev biryar ji terefê Encûmena Parezgeha Kerkûkê ve hat dayîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ev biryar pejirand û em jî wek partiyeke kurd piştevaniyê lê dikin û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazin."

‘HEMÛ XEBAT JI BO GELÊ ME TÊ KIRIN'

Cihangirî di dawiya axaftina xwe de bangî hemû kurdên cihanê kir û got: "Bangawaziya min bo hemû kurdên cîhanê ew e ku; bila hemû partî û rêxistinên kurd li bin baneyekê bibin yek û kongreya netewî li dar bixin. Herwiha daxwaza me hemû kurd bibin yek deng û xwedî yek helwestiyekê li hember neyarên xwe. Em daxwaz ji gelê xwe yê li rojhilat dikin ku hizba Demokrata Kurdistana Îranê bi hevkarî bi hemû xebatên xwe yên bi navê rasan hatiye kirin mezin bike, xebata şer û çiyar bi hev ve girê bide. Hemû rêxistinên siyasî û civakî ku her kesek ku xizmet bo wan tê kirin."

Çavkanî: Sputnîk Kurdistan