1. Hemû Nûçe

  2. Başûr

  3. Qetlîama Helebceyê / Newroz / Roja li Dijî nîjadperestiyê
Qetlîama Helebceyê / Newroz / Roja li Dijî nîjadperestiyê,qetlîama,helebceyê,newroz,roja,li,dijî,nîjadperestiyê

Qetlîama Helebceyê / Newroz / Roja li Dijî nîjadperestiyê

A+ A-

Wek min di nivîsa xwe ya hefteyî din de jî diyar kiribû ku meha adarê ji bona neteweya kurd û Kurdistanê meheke gelek girîng e. Di vê mehê de neteweya kurd û Kurdistanê rojên xweş û nexweş jiyaye. Îsal jî li Kurdistanê vîrusakronoyê zêde bû. Lê em kurd ferbûne ku bi felaketan re bi hev re bijîn. Lewra felakete mirovatî muwwaqet e û ya me kurdan domdar e. Lewra mirovatî di peryodan de felaketan û karesatan dijîn. Lê em kurd 200 sal û zêdetir e ku karesata dijîn. Ew karesatên me jî dom dikin. Ew jî qetlîam û kûştinên neteweya kurd in. Sedemên vîrûsên mirovatiyê ne diyar in. Lê sedemên vîrûsa kurdan diyar in. Di vê qonaxê de jî çar dewletên kolonyalkîst in.. Di demên bihûrî de du împeratorî bûn. Loma em dê vê felekete vîrusê jî derbas bikin. Divê em morala xwe xirab nekin. Em baş li xwe binêrin.

HÎROŞÎMAYA KURD Û KURDİSTANÊ: QETLÎAMA HELEBCEYÊ…

Beriya 32 salan (16ê Adara 1988an) li Başurê Kurdistanê bajarê Helebceyê bombayên kîmyewî û jahrî li ser gelê me hatin barandin. Ew roja, roja kurdan ya tarî û reş bû; dawiya dîrokê bû. Li bajarê Helebceyê, li deşta Şerêzorê û li sînora Rojhelatê û Başûrê Kurdistanê bi destên du dewletan İran û Iraqê qetlîameke mezin çêbû.
Wek tê zanîn di sala 1974an de di navbeyna kurdan û Rejîma Seddam de ji bona Kerkukê şer dest pê kir. Wê demê Iraq, koloniya Yekîtiya Sovyetan bû. Emerîka jî bi riya Îranê piştgiriya kurdan û Otonomiya Kurdistanê dikir. Rejîma Baasê di şer de di zehmetiyê de bû. Kurdan zora rejîma baasê dibir. Rejîma Baasê ji bona ku zora kurdan bibe, bi Îranê re li hev kir. Ji bona ku Îran piştgiriya kurdan neke, perçek erdê xwe da Îranê. Di encamê de Peymana Cezayîrê pêk hat. Serok Barzanî ji bona ku dît ku li hemberî wî û neteweya kurd xiyaneteke navneteweyî heye û qetlîameke mezin dê ji aliyê Rejîmê de pêk bê, şer da rawestandin. Ew jî bû sedem ku Otonomiya Kurdistanê bê hilweşandin.
Iraq û Rejîma Baasê dema ku xwe xurt dît, dît ku Emerîka û Ewrûpa jî li dijî İranê ne, ji bona ku erdên xwe ji bin bandor û desthilatdariya Îranê derxe, dest bi şer kir.

Di wan şertan de Îranê xwest ku kurdan li hemberî Rejîmê, Iraqê jî xwest ku kurdan li hemberî Îranê bi kar bîne. Lewra wê demê rêxistinên Kurdistanê bi herdu dewletan ve xwediyê pêwendî bûn. Di wê siyasetê de Îran di derbarê YNKê de serkeftî bû. YNKê li hemberî Rejîma Baasê li cem Îranê şer kir. Bû sedem ku Îran Helebceyê dagir bike. Iraqê wê demê çekên kîmyevî li Helebceyê bi kar anî, qetlîameke mezin çêkir.

Qetlîama Helebceyê bi pişgiriya Yekîtiya Sovyetan, Emerîka û Ewrûpayê çê bû. Lewra di qetlîamê de teyyareyên Yekîtiya Sovyetan bi kar hatin. Emerîka û Ewrûpa jî, piştî ku Rejîma Îslamî li İranê ava bû, bûn dijminên İranê. Ji Iraqê re piştgirî kirin.
Yekîtiya Sovyetan dinya manipulê kir ku li Helebceyê Qetlîam nebûye.
Emerîka û Ewrûpa jî bêdeng ma.
Hemû welatên sosyalîst, Kuba, sosyalîstên dinyayê û tirkan, beşek sovyetparêzên kurd jî piştgiriya Rejîma Iraqê kirin ku Rejîma Iraqê sosyalîst e û li dijî emperyalîzmê ye. Di eslê xwe de Iraqê, ji emperyalîzmê, ji çepan piştgirî digirt.
Kurdan bi her awayî ji Têkoşîn û Doza Filistiniyan re piştgirî kirin. Hezar mixabin Rêxistinên Filîstînê û serokatiya wan jî, ji Rejîma Baasê re piştgirî kir. Li hemberî jenosîda Helebceyê bêdeng man.
Dewletên Îslamî jî li hemberî Qetlîama Helebceyê bêdeng man. Îslamparêzên kurd jî hemen tewan kirin. Piştgiriya Seddam kirin.
Halepce, berdewamiya hemû qetlîamên li Kurdistanê û Enfalê ye.
Ji bona ku jenosîda berdewam ya li dijî neteweya kurd li Neteweyên Yekgirtî bê pejirandin, Helebcê dikare bibe bûyereke û qetlîameke dîrokî.
Divê hemû kurd, dezgeh û partiyên kurdan ji bona vê xebat bikin.

CEJNA NETEWEYA KURD YA MILÎ NEWROZ Û. SALA NÛ YA KURDAN…

Newroz, cejna neteweyî ye.
Sembola azadiyê û serxwebûnê ye.
Rênîşana şerê neteweya kurd e li dijî zûlm û zordariyê.
Newroz sersala kurdan e.
Di Newrozê de (21ê Adarê) de rojek û demsaleke nû ji bo kurdan û mirovatiyê dest pê dike.
Neweroz, roja vejînê û têkoşîn û efirandinê ye.
Newroz, ji bona dewlet û hêzên dagirker û kolonyalîst û nîjadperest, roja tirs û hejandina sîstem û pergala wan e.
Rojên beriya Newrozê, keç û bûkên, kal û pîrên, jin û mêrên, zarok û ciwanên, karker û gundiyên, rewşenbîr û hunermendên Kurdistanê ji bona ku li Başurê- Rojhialatê-Rojavayê-Bakurê Kurdistanê Newrozê pîroz bikin, bi heyecaneke mezin, bi hestekî paqij û bi azadî xwe amade dikin.
Ji bona stranan bibêjin, govendê bigrin, gotarên naverok dagirtî pêşkêş bikin; kirinên dewletên kolonyalîst mehkûm bikin; li çiya û deştan, li gund û bajaran ji bona ku dengên xwe ji bona azadiyê û serxwebûnê bilind bikin, xew nakin û hemû karên xwe îptal dikin.

Hezar mixabin îsal vîrusakronoyê pêşiya pîrozbayiya Newrozê girt. Kurdan ji bona Newrozê amadeyeke gelemperî pêk neanî. Biryar girtin ku civat derneke qadên Newrozê. Lewra ew ji bona tenduristiya kurdistaniyan biparêzwe pêwîst dîtin. Her çiqas kurd ji qetlîaman jî netirsiyane Newroz pîroz kirine. Lê felakete xwezayî pêşiya kurdan girt. Lewra di vê felaketê de xeteriyeke giştî heye.

Lê dîsa jî bila Neweroza miletê me pîroz be.
Newroza sala 2020an jî, ji serxwebûn û azadiya neteweya Kurd û Kurdistanê re derfet nû çê bike.
Kurd di vê Newrozê de ji xeteriyên hûndir û derve rizgar bibin.


ROJA LI DIJÎ NÎJADPERESTIYÊ…

Nîjadperestî dijminê neteweya kurd û mirovatiyê ye.

Neteweya kurd di bin êrîşa nijadperestiya Tirk, Ereb, Fars de ne. Loma têkoşîna neteweya kurd ya milî di hemandemê de li dijî nîıjadperestiyê ye.
Wek tê zanîn di 21ê Adara 1960yî de polîsên Efrîqeya Başûr li dijî xwepêşandana reşikan ya li dijî nîjadperestî êrişek kirin; gelek reşik hatin kûştin. Neteweya Yekgirtî ji bona ku vê roja rûreş û protesto bike: Di sala 1966an de 21ê Adarê kir, “Roja Têkoşînê Ya Li Dijî Nîjadperestî” yê.
Divê em kurd vê rojê bîra nekin. Di têkoşîna xwe ya milî de bikin çekekê.

Gotar: İbrahim Guçlu

Diyarbekîr, 20. 03. 2020