1. Hemû Nûçe

  2. NÛÇE

  3. Reuters: Hêzên Sûriya Demokrat ji Çend Aliyan de li Reqa Pêş Dikevin
Reuters: Hêzên Sûriya Demokrat ji Çend Aliyan de li Reqa Pêş Dikevin,reuters,hêzên,sûriya,demokrat,ji,çend,aliyan,de,li,reqa,pêş,dikevin

Reuters: Hêzên Sûriya Demokrat ji Çend Aliyan de li Reqa Pêş Dikevin

A+ A-

Roja Şemiyê ajansa Reutersê li gor Hêzên Sûriya Demokrat HSDê ragihand ku hêzên wan yên ji aliyê Amerîka ve tên piştevanî kirin li çendîn aliyên bajarê Reqa bingeha sereke ya DAIŞê li Sûriyê di pêşketinê de ne, ev yek herweha ji aliyê Çavdêriya Sûrî jibo mafên mirovan ve jî hat piştrast kirin.

Hêzên Sûriya Demokrat ku ji şervanên Kurd û Arab pêk tê, roja Sêşema derbasbûyî dest bi qûnaxa 5an ya rizgarkirina bajarê Reqa kiri bû, bajarê ku sala 2014an ji aliyê çekdarên dewleta Îslamê DAIŞê ve di êrîşeke demildest de hat bû kontrolkirin, ew û tevî gelek bajar û herêman li Iraq û Sûriyê dagîr kir bûn.

DAIŞê dema reqa dagîr kir bû, ew weke paytexta xwe ragihand bû û ji wir êrîşên xwe yên terrorist bo seranserî cîhanê pilan dikirin.

Hêzên Sûriya Demokrat doh roja Înê dabû ragihandin ku, hêzên wan taxa Meşlib li rojhilat û taxa Sebahiye li rojavayê Reqa ji destên DAIŞê deranîne, lê Çavdêriya Sûrî SOHR îro da zanîn ku çekdarên DAIŞê li bingeha leşkerî ya bi navê 17ê Tîrmehê, êrîşeke HSDê paşda birîye.

Çavdêrîya Sûrî dibêje, niha hêzên Sûriya Demokrat ber bi taxê al Romaniye li rojavayê Reqa pêş dikevin.

Li aliyekî din, çavkaniyên nêzîkî Hêzên Sûriya Demokrat HSD dibêjin, hêzên wan serê vê sibê çûne di nav taxa al Romaniye de li rojavayê Reqa û şerekî dijwar heye, herweha çekdarên DAIŞê bi motorsiklan êrîşên xwekujî li dij yekîneyên wan berdewam dikin.
Çavkanî: Dengê Amerîka