1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Sefera Hindistanê - 6
Sefera Hindistanê - 6,sefera,hindistanê,6

Sefera Hindistanê - 6

A+ A-

Prayag (Allahabad), bajarê reben û genî

Bi sankrîstî navê wî Prayag e. Piştê dagirkerîya xanê Moxul, Akbarî di sala 1583 an da musilmanan navê wî guhertine kirine „Allahabad“. Heke hun bixwezin nifirekê li kesek, yan jî li milletekî bikin, bêjin: „Bila belaya îslamê were serê we!“ Akbar ji bo tirs û xofê bide Hindîyên vê derê, li qeraxê çemê Ganjê kelayeke zulmê ava kirîyê. Vê kelayê wek zîndan û cîyê êşkenceyê bi kar anîye.

Zalim Mehmûdê Xezneyî 17 hêrîş birine ser Hindistanê. Paşê karîye bakûrê Hindistanê parçe parçe dabigire. Li gel evqas qetlîam û hêrîşan jî musilmanan karîne encax ji %20 ê Hindîyan bikin musilman. Yên ku sifir tolerant bûn; musilman û fermandarên ji derva bûn. Piranîya wan jî Ereb û Faris bûne. Belkî çen „Kurd“ û Tirk di nava wan da hebûbin jî, ti qiymetê herbîyekî wan tinebûne.

Îro jî ji %80 yê bajêr Hindî û Budîst in. Ew ji bajarê xwe ra dibêjin Prayag. Lê bi fermî „Allahabad“ e. „allaha“ erebî „bada“ farisî. Yanê bajarê xwedê. Bajarê xwedê, lê bajarê herî reben, qirêj û genî yê cîhanê. Hindistan rastê gelek talan û şilandinan hatîye. Sifir toleranta îslamê heta îro jî gelek hewl daye azadî û pirrengîya vî welatî hilweşîne. Ev der jî vegerîne rengê tarîtîyê, lê nekarîye. Ew Hindîyên ku bûne musilman jî, hin reng û kultura xwe ku ji dema qeral Aşoka da mane, dîsa jî parastine. Rengarengî û xweşbînîya vê derê, ji rengê reş û dagirkerî û talana îslamê bi hêztir bûye, di hemû deman da.

Li alîyê din xweza du çeman bexişandîye ji vî bajarî ra: Ganj û Yamûna. Ganjê jî ji axa Hindistanê ra bereketê dîyarî kirîye. Axeke berhemdar, lê bajarekî belengaz. Ganj û Yamûna li Prayagê digihîn hev. Li gorî mîtolojîya hindî çemê mîtolojîk „Sarastavî“ bi nepenî tevlê van her du çeman dibe û pê ra diherike. Tevlêbûneke derûnî. Ji ber vê yekê jî li vir cejna bawerîyên hindî „Kumbh Mela“ ku cejna olî ya herî mezin e li cîhanê, her 7 salan carekî li vî bajarî tê pîrozkirin û 55 roj didome. Di vê demê da hemû kes li derva yan jî di binê çadir, naylon û qartonan da dijîn. Ol, bê panîk nabe! Li vir jî ji sersem û gêjîya qerebalixê bi sedan însan dimirin û digihîjin „xwedayên“ xwe.. 90-100 mîlîyon kes xwe di Ganjê da dişûn û dibin „hecî“. Wekî din jî her sal „ tenê“ 5 mîlyon Hindî tên serdana Ganjê li Prayagê.

Niştecîyên bajêr bi giştî 1,2 mîlyon in. Çend otêlên turistîk, koşk û avahîyên ku ji dema kolonîya Birîtanyayê da mane, ne tê da, li vir jî mal û xanî mîna qûçên çopê avêtine ser hev. Encax meriv devê xwe bipêçe dikare xwe ji hewaya qirêj û ji toza nav bajêr biparêz e.

Em ji pireyeke dirêj ya li ser çemê Ganjê derbasbûn û hatin nava bajêr. Li navenda bajêr peykereke 2-3 mêtro bilind û sade ya Jawaral Nehrûyê ku ji vî bajarî ye, heye. Indra Gandî jî ji vî bajarî ye. Du damezirînerên Hindistanê û „Allahabad“!

Otobosa me li ser kortikên di rê da bi hilpekîn û teqereqê hate ber otêlê. Ev rêwîtî, bajar û rêyên Kurdistanê yên berê çil salan anî bîra min. Nizanim, belkî niha jî mîna yên Hindistanê kambax in.

Xizmetkarên otêlê bi gul û gulavan em pêşwazî kirin. Gerdanîyeke ji gulan ku dadiket heta ser navikên me, bi sutûyê her yek ji me da kirin. Eynî mîna toreyên giravên Hawayîyê. Hewa bajêr jî mîna kolanên wê pir qirêj bû. Mijeke gewr li ser bajêr dagirtibû. Êvarê ez ji otêlê derketim, ku hinek bigerim û bajêr binasim. Mixabin tenê di kolanekê da karim bimeşim. Ji bîhna genî ez careke din mecbûr mam, ku vegerim otêlê. Hela qerebalixa nava bajêr û ya trafîkê jî dilopa li serê bû. Li otêlê alavên klîmayê tinebana, em dê hemû bi jahrê biketana, hişk bana. Niştecîyên vê derê? Ew hîn bibûn. Te digot qey li şûna xwînê panjahr diherikî di rehên wan da! Di wê halê da jî xweşbînîya wan a hundurîn, bi keneke dilînî û jandar di rûyên wan da vedibû.

Beyanîyê ku hewa hîn hênik û piçek ji bîhnhildanê ra guncaw bû, em rabûn. Piştê taştêyê li otobosê siwar bûn, dîsa bi heman teqereqa li ser rê, em ji Prayagê, bajarê ku bi hîlle navê „allah“ lê kiribûn, derketin. Vêca me berê xwe da alîyê rojava, eyaleta Medihya Pradêşê û ji wir jî ber bi bajarê ku hemû tabû tê da hilşîyane.

Bajarê bêtabû Khayûraho û parka neteweyî

Khayûraho bi 25 hezar niştecîyên xwe va bajarekî biçûk yê xweşik e. Li ser tixûbên eyaletên Medihya Pradêş û Uttar Pradêşê ye. Ev her du eyaletên Hindistanê jî mîna yên din bi cûrbecûr dar û daristanan xemilandî ne. Ji dirinde heta firinde bi hezaran ajal azadîya xwe diçêjin di wan eyaletan da.

Herçiqas "dadmendî" di destên dewlemend û desthilatdaran da be jî, erdekî berhemdar û dadwer, hemû jîyanwerên xwe xwedî dike. Ne ji wê berhemdarîyê ba, mîlyarek însan dê zûtir ji birçîna bimirana. Ji Îskender heta Îngilizan, xwesma musilmanan vî parzemînê talan kiribin jî, ti dagirker nekarîye berhemdarîya wî ziwa bike.

Rêya di navbera Prayag û Khayûrahoyê, pir xirab bû. Li kêleka van rêyên xirab, li piranîya Hindistanê otobanên nûjen jî tên çêkirin. Otoban bi pere ne. Carinan konvoya wesayîtan li ber turnîkeyên otobanan dibûn kîlomêtroyek. Di otobosan da klîma û ava sar tineba, meriv dê ji germa bibecîya. Em 50-60 kîlomêtro di otobanê da diçûn, car din diketin rêyên xirab.
Şeş saet şûn da em gihîştin Khayûrahoyê. Em li ber derê oteleke çarsitêrik a bûngalov peya bûn. Xanîyên yekqat ên otêlê di nava darên palmîyeyê da, bi mîmarîyeke tevlihev a hindî û rojavayî hatibûn çêkirin. Yekem car em gihîştine bajarokekî aram ê paqij. Taveroja êvarê li Hindistanê vegerîbû rengekî efsûnî.Ev rengê kubar gul û çîmenên baxçeya otêlê mîna rengên cil û bergên xanimên hîndî dixemiland. Ber bi êvar bû, germayî dîsa jî +33 pîle bû. Ez çûm odeya xwe, min şort û pêşgira xwe hilgirt, daketim jêr û xwe berda nava ava rengepîroze ya hewizê. Bedena min a ku di kortikên rê da hincirî bûn, di wê ava têhnşirî da careke din hate forma xwe ya normal. Em 670 km dûrê Delhîyê bûn. Hans dîsa şeqeşeqa wî bû fotografan dikişandin. Min carek nedît, ku ew bê objektîf binihêre! Gîsela di baxçeyê da gêjik gêjik degerîya. Hevalên din, hin ji wan li lobîyê, hin ji wan di odeyên xwe da bêhn vedidan.

Êvarê em çûn taxa mabedên Khayûrahoyê. Khayûraho ji sedsala 9 heta 16 an peytexta olî û kulturî ya xanedanîya Kandellayîyan bûye. Ev mabed jî di navbera sedsalên 10-12 an da hatine avakirin û di lîsteya kulturên cîhanî ya UNESCOyê da ne. Pêşî em çûn mabeda hindî ku îro wek mûze ye. 5-6 mabedên erotîk jî me hîşt ji bo sibe.

Sibetirê em hatin serdana van mabedan. Ev mabed li cîhanê navdar in, bi şikandina tabûyên cinsî. Peykertiraşan ji keviran bi sedan peykerik û mînyatorên erotîk teraştine, çekirine û li ser banê van mabedan dane ser hev û mîna birc û minareyan bilind kirine. Hemû datayên gayînê yên jin û mêran, bê veşartin, bê şerm û tabû nîşan dane bi wan peykeran. Hetta gayîna bi ker û hespan ra jî.. Hemû qedexe pişivîye, bêku rûyê meriv bisore. Ev mabedine tên nasîn bi navên Shîkhara, Lakshamana, Kandarîya-Mahadeva.

Teorî û pirensîbên hez û seksê di pirtûka kamasutra ya hindî da hatine nivîsandin. Nivîskareke/î wê ya dîyar nîne. Pirtûk ji alî çend kesan va hatiye nivîsandin. Armanc: Hez û evîn çawa dikarin bi hev ra hevdem derên lûtkeyê? Hewl daye baştirîn teknîkên gayînê hîn bike û nîşan bide. Jixwe vateya kamasutrayê jî di gayînê da dirêjkirina dema arzû û hezê ye.

Prensîbên berîya gayînê jin û mêr çawa tên amdekirin û pozîsyonên cotbûnê bi heft pirtûkokan hatine nivîsandin. Cîyê nivîsandina van pirtûkokan li başûrê Ganjê, li bajarê Bîharê ye. Pirtûka yekemîn, Sadharana, beşa giştî ye. Pirtûka duyemîn, Samprayogika, çêjîna hezê ye. Pirtûka sêyemîn, Kanyasamprayuktata ye li ser têkilîya keçan e. Pirtûka çaremîn, Bharyadhikarika, derbarê jinên mêrkirî da ye. Pirtûka pêncemîn, Paradîka, li ser jinên bîyanî ye. Pirtûka şeşemîn, Vaisika, derbarê têkilîyên feminîst da ye û pitûka heftemîn, Upanîsad, jî di derbarê hîndarîyên nepenî da ye.

Piştê gera di nava van mabedên erotîk da ez westîyam û li ser pêlikekî qasekî rûniştim. Klaus û xanima xwe di wê kêlîyê da di ber min ra derbas dibûn. Min bangê wan kir, hatin ba min. Min gote wan; „Binihêrin Hindîyan bi sedan sal berîya we Ewropayîyan qedexe û tabûyên seksî şikandine. Qet xwe nepesinînin! Hindî ji we azadtir bûn. Beata Uhseya we herhal wan dikanên xwe yên erotîk ji van mabedan kopî kirîye. Em bi hev ra kenîyan û Klaus gote min; "ne „herhal“ misoger wisa ye."

Di dema dagirkerîya xezneyî û moxulên musilmanan da, berîya hemûyan ev mabed jî para xwe ji talan û rûxandinê wergirtine. Mabed û peykerên rûxyayî yên Khayûrahoyê pişt ra careke din hatine temîrkirin. UNESCO van mabedên ku îro êdî bûne mûze, hildaya nava lîsteya parastinê.

Xelîfe û hukumdarên musilmanan ji alîyekî van mabedan rûxandine, lê ji alîyekî din wan teorî û teknîkên gayînê, bi wan carîyeyên benîyên seksê ra pêk anîne, di wan haremên xwe yên kerxaneyên taybet da.

Her sal di meha sibat yan jî adarê da festîvala dansê jî heye li Khayûrahoyê. Ev festîvala dansê herî mezin e li Hindistanê. Hindî bi cil û bergên xwe yên rengîn, meydanên festîvalê dixemilînin. Mixabin dema ku em li wir bûn festîval derbas bibû. Me nekarî ew deryaya rengan bibînin.

Piştê gerê ji bo şîva êvarê em çûn otêlê. Piştê saet û nîv bêhnvedanekê em dîsa vegerîyan kompleksa mabedan. Ew şev presentasyoneke bi deng, reng û muzîkê hebû. Presentasîyon bi îngilîzî bû û li ser dîroka Khayûrahoyê û mabedên wê bûn. Di dema dagirkerîya xezneyî û moxulan da çi hatîye serê vê bajarê, mabed û kultûrên wê, yek û yek dihate vegotin.
Ronahîyên lazerê yên rengareng dabûn ser dîwarên mabedan. Ew peyker û fîgûrên mabedan te digot qey vejîne û bi meriv ra dipeyivîn. Bêjer bi dengekî nerm ê herîkbar, bi mûzîk û rengan ra ahengê çêkiribû. Wisa ku meriv xwe di nava çîrokên 1001 şevê da hîs dikir. Min di jîyana xwe da bi qasê wê şevê asûmaneke ewqas bi stêrk û bêdawî nedîtibû. Em hemû li ser kursîyan rûniştibûn û me li çîrokê guhdarî dikir. Dîsa yekem car min dît, ku Hans nema dikare fotografan bikişîne.

Parka neteweyî Panna

Derengîya şevê em dîsa vegerîyan otêlê. Beyanî zû em dê biçin serdana parka neteweyî ya bi navê Panna. Piştê xeweke xurmaş saet di 04 ê beyanîyê da em rabûn hatin ber derîyê otêlê. Paragamî, ji bo me sê cîpên safarîyê kirê kiribûn. Di her cîpekî da rancerekî jî hebû bi me ra. Hewa gelek paqij û hênik bû. Em zû diçûn parkê, daku şansê me hebe, em pilingên bengalî bibînin.

                                                                                                                                  Didome


Bêjeyên Miftehî