1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Sêzdehmîn şayîya kurdî li Berlînê
Sêzdehmîn şayîya kurdî li Berlînê,sêzdehmîn,şayîya,kurdî,li,berlînê

Sêzdehmîn şayîya kurdî li Berlînê

A+ A-

Kursa kurdî, ku li Komkar Berlînê tê dayîn, hate sala xwe ya sêzdehmîn.

Ji bo destpêk û pêşketîyê du kurs pêk tên. Heta niha nêzîkê 200 şagirt di dawîya kursan da bawernameyên xwe wergirtine.

Êdî bûye edet li dawîya her kursê şayîyekê tê lidarxistin.

Ligel vê kursê, li dibistana bilind Alice Salomon Hochschuleyê jî kurseke paralel tê lidarxistin. Ev kurs ji ber pandemîyê di onlineyê da tê dayîn. Çend şagirtên ASHyê jî, di vê şayîya semestra havînê da beşdar bûn.

Wek her carê, Mamosta Evdila Dirêjî bawernameyên xwendekarên xwe dan wan. Piştê xwarin, vexwarin û sohbetê govend hat girtin û şayî bi kêfxweşî temam bû.