1. Hemû Nûçe

  2. Bakur

  3. Tu Di Bîra Min de yî HAFİZ AKDEMİR!
Tu Di Bîra Min de yî HAFİZ AKDEMİR!,tu,di,bîra,min,de,yî,hafi̇z,akdemi̇r

Tu Di Bîra Min de yî HAFİZ AKDEMİR!

A+ A-

Hafiza dîrokî, beşek ji dîroka miletan a serete ye. Miletên bê Hafiza, mahkûmê jibîrkirin û wendabûnê ne.
Salên ji 1990î, heta 2000an, beşek ji dîroka Bakurê Kurdistan a rûpelên herî reş, barbarî û karesatek jenosîdî ya ser rewşenbir, zana, karmend, kurdperwer û pîsporên kurdên Bakurê Kurdistanê ye. Yek ji van cînayetan jî
Hafiz Akdemir e.

Hafiz Akdemir, Hevalekî min yê zîndanê ye. Em bi hev re di 1991an de ji zîndanê derketin. Ji ber ku ez carek ji leşkerîya tirkan revîya bûm (ku min sûnd xwaribû leşkerîyê ji tirkan re nakim!), min raser kelepçe kirin û carek din birin cîhê leşkerîya min. Piştî 15 rojan berî di dadgeha leşkerî de bêm dadgehkirin, dîsa revîyam. Ji ber van sebeban şensê min û Hafız Akdemir ku em li derve hevûdû bibînin pêknehat.

Ez Hafiz Akdemîr ji zîndana Amed, Eskîşehîr, heta Zîndana Aydin, surgûn li ser surgûnê em bi hev re bûn.
H. Akdemir ji doza KUK-S girtî bû. Ciwanekî kîbar, zana, diltenik, dilbirahm, xwedî wefa û bi qasî van hêjayîyên xwe jî kurdperwer û welatparêz bû. Di dilê wî de her kurdistanek serbixwe û azad hebû.
Du bira bûn. Di malbatek Kurdperwer û dilsoz de mezin bibûn. Birayê H. Akdemîr yê mezin derbasî Başûrê Kurdistanê, nav refên pêşmergeyan bibû û li wir şehîd ketibû. H. Akdemir jî hatibû girtin û li zîndanê em li gel hev bûn. Bavê wan çûbû ser dolovanîya xwe. Dayîka H. Akdemir dihat dîtina H. Akdemir û her li kurê xwe yê wenda dipirsî. H. Akdemir dizanî ku kekê wî şehîd ketîye. Lê ji dîya xwe vedişart. Ew, di zîndanê de bû û kekê wî şehîd bû. Dilê dayîka wî ev êş hilnedigirt. Ji ber wê jî, ji dayîka xwe re rastî nedigot. Ji ber ku rastî tal û biêş bû ji dayîka wî re. Her digot; „dayê kekê min li Başûrê Kurdistanê ye, mercên wî ku te agahdar bike tine ne!“

Ez û H. Akdemir; hin di operasyona sirgûna ji Amed, heta zîndana Eskîşehîrê û hin jî di operasyona, ji zindana Eskîşehîr heta Aydinê em bi hev re, di eynî ereba sewkîyatê de bûn. Di van her dû sirgûnan de jî em di rojîya birçîbûnê de li gel hev bûn.

Di sirgûna ji zînda Eskîşehîr heta Aydinê de, di berxwedana me a rojîya birçîbûnê de ez H. Akdemîr qet ji hev neqetîyan. Li revîra Zîndanê û paşê li nexweşxaneyê 52 rojan em bi hev re man.
Dema ku Piştî 52 rojan, ku hikûmeta tirk şertên me qebûl kirin û me rojîya birçîbûnê bidawî anî, ez û H. Akdemir bi hev re li odayekê, serom bi me ve hat girêdan. Em herdû jî ji quwet ketibûn. Tenê çerm û hestî mabûn. Piştî ku serom hat girêdan, em herdû jî ji hêşê xwe ve çûn. Piştî demekê ku min çavê xwe vekir, pirsa yekem; „Hafiz tu çawa yî, ka çavê xwe veke“ ji devê min derket.
H. Akdemir çavê xwe vekir û ji min re got, „ka hereket bike, bê laşê te dixebite an na!“
Min dest û lingên xwe kontrol kir, hereket hebû. Ewî jî xwe kontrol kir, hereket hebû. Ji ber ku piştî girêdana seromê, îhtîmala ku em felc bibin hebû. Ji ber vê me ev kontrol dikir. Em bi hev re kenîyan û me got; „gelo rewşa hevalan çawa ye? Kesek seqet bûye, mirîye an na!“

Piştî çend rojan, em bi hev re vegerîyan zîndanê. Di eynî kowûşê de bi hev re man.
Piştî demekê ku em biser hemdê xwe de hatin, malbat hatin dîtina me. Dayîka H. Akdemîr jî hatibû. Piştî ku min hinek bi malbata xwe re dem derbas kir, çûm cem H. Akdemir û dayîka wî jî. Min destê wê maçkir. Hin bi kêf, lê çav jî hêsran şil bû. Li halê me dinêrî, lê ne dixwest ku me bi rewşa şewata kezeba xwe jî xemgîn bike.
H. Akdemîr, ji name nivîsê pir hez dikir. Ji dayîka xwe re, ji xoşkên xwe re, ji xwarzîyên xwe re, ji hevalên xwe yên derve û yên zîndanê re, her name dinivîsand. Nameyên H. Akdemîr edebî, siyasî û têr naverok bûn. Dixwest ku bi nameyên xwe re her, têkilîyên xwe bi derve re zindî bihêle. Xweş ev, karê her gitîyê siyasî bû.

Di vê derheqê de, hevalê me yê hevpar û hêja Salahattîn Bulut, bi navê „Özlemin Gül Sureti-Bi hesreta rûkê wek gul“ pirtûkek li ser H. Akdemîr çap kir. Di vê pirtûkê de pir nameyên H. Akdemir hene. Pir heval û dostên H. Akdemir jî li ser H. Akdemir nivîs şandine ji bona vê pirtûkê. Mixabin di dema amadekirina vê pirtûkê de mercên min ku xwe bigihînim kek Salahattin Bulut û çend xetan li ser H. Akdemir binivîsim çênebû. Ez hêvî dikim ku Kek Salahattin Bulut, vê wek lêborînekê qebûl bike. Ji ber ku ez yek ji yê herî nêzîk hevalê H. Akdemir bûm û divê min ev erkê xwe bicîh bianîya. Mixabin şertan, ev derfet neda min.

Piştî ku H. Akdemir ji zîndanê derket, bi demek kurt re jenosîda ser rewşenbîr, zana, siyasetmedar, rojnamevan, kurdperwer, maldar, bezirgan û pîsporên kurdan destpê kir. Roj nebû ku çend kes ji me li kuçan gulekirî, laşên wan li ber ava çemê Dicle, li kêlekên rêyan, li daristanan nedihat dîtin. Polîsên tirkan yên medenî ew ji malên wan, ji cihê ser karên wan digirt, dikujt û davêt deran.

Di van dehsalan de (ji 1990-2000) ji 17 hezaran zêdetir Kurd hatin qetilkirin, bi destê dewleta tirkan. Hemû hêzên xwe yên qatîl û paramilêter xistibûn dewrê û ev jenosîd didomandin. Tam di vê demê de H. Akdemir dest bi rojnamevanîyê kir. Kirinên dewleta Tirkan, rê nedida bêdengîya wîcdanê vî kurdperwer û welatparêzê hêja. Pênûsa wî xurt bû û diva bû vî erkê xwe bîne cîh.

Li Amedê bicîh bibû û her çentê wî li ser milê wî, bi dû nûçeyên zilm û zordarîya dewleta tirkan de digerîya.
H. Akdemirî, îmza xwe avêt bin nûçeyên pir girîng. Pir ji kirinên dewleta tirk yên li Kurdistanê û ser kurdan deşîfre kir. Dewleta tirk biryara kujtina H. Akdemirî da.

Di 07.06.1992an de, li kuçek Amedê qatîlê H. Akdemirî li ser rêya H. Akdemirî li hêvîya wî bû. Ji paşde H. Akdemir da ber gulan û gihîşt armanca xwe.

Ez bi bîranîna şexsîyeta birayê ezîz H. Akdemirî re, van nemirên Doza Kurdistanê yek bi yek bibîr tînim. Hun her di hafiza miletê Kurd a dîrokî de xwedîyê cihê ezîzîyê ne. Em we jibîr nakin.

Nivîsa Şeyhmus Özzenginî

07.06.2019