1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Yekîtîya Ewrupayê jibo Sûrîyê Planên Nû Eşkere Dike
Yekîtîya Ewrupayê jibo Sûrîyê Planên Nû Eşkere Dike,yekîtîya,ewrupayê,jibo,sûrîyê,planên,nû,eşkere,dike

Yekîtîya Ewrupayê jibo Sûrîyê Planên Nû Eşkere Dike

A+ A-

Berpirsa Polîtîkayên Derve yên Yekîtîya Ewrupayê (YE) Federica Mogherini, plana yekîtîyê ya jibo rawestandina şerê li Sûrîyê eşkere kir.

Mogherini da zanîn ku di nav planê de ne tenê çareserîyên siyasî, lê piştî aştîyekê, tiştên ku YE ji bo ji nû ve sazkirina Sûrîyê dikare bike jî hatine nivîsîn.
Ji nav sazîyan heta niha herî zêde YE piştgirîya aborî daye Sûrîyê ku ji 2011an vir ve wê 9,4 mîlyar Euro şandine wî welatî.

Mogherini di axaftina xwe ya li Parlamentoya Ewrupayê dîyar kir ku di serî de welatên ku cîranê Sûrîyeyê ne, gelek dewlet dê beşdarî xebatên ji nû ve sazkirinê bibin û ew jî wek yekîtî dê alîkarîya wan bikin.

Mogherini herwiha got ku di 5ê Nîsanê de ewê li Brukselê konferanseke ku nav ''Piştgirîya jibo Siberoja Sûrîyê û Herêmê'' ye li dar keve. Mazubanên konferansê tevî YE, dê Almanya, Kuveyt, Norwec, Brîtanya û Qatar bin.

Çavkanî: Dengê Amerîka