1. Hemû Nûçe

  2. #KURDÎ

  3. Çapa çaran a Kurdî-kurmancî-1ê derket!
Çapa çaran a Kurdî-kurmancî-1ê derket!,çapa,çaran,a,kurdî,kurmancî,1ê,derket

Çapa çaran a Kurdî-kurmancî-1ê derket!

A+ A-

Çapa çaran a Kurdî-kurmancî -1ê, ji alîyê Akademîya Întegrasyon û Koçberîyê (AIM-BILDUNG-Essen), li Almanyayê derket.

Kurdî kurmancî 1, yekemîn pirtûka zimanê kurdî ye, ku bi metodên hînkirinê li gorî standardên navneteweyî, bi tevê CDya guhdarîkirinê hatîye çapkirin. Çapa yekê di sala 2005, (Weşanên Dilop) çapa duyan 2006, (Weşanên Dilop) çapa sêyan 2015an da bi desteka Dibistana Bilind Alice Salomon Hochschuleyê ASH, li Berlînê çap bibû.

Nivîskarê pirtûkê Evdila Dirêjî çapa çaran a Kurdî-kurmancî -1ê, di sala 2020an da ji nû ve sererast kir. Pirtûk rengîn û 304 rûpel e. Ew ji deh dersên xwendin û ji deh dersên hîndarîyê pêk tê û li gorî astên A-I û A-II yên destpêkê hatîye amadekirin. Ferhenga wê ya kurdî-almanî, almanî-kurdî jî heye, cuda ji pirtûkê. Pirtûk ji bilî dibistan û kursên zimên, gelek guncaw e ji bo hînbûna xwebixwe jî.

Bi heman şêweyê kurdî-kurmancî -2 jî, ji alîyê Evdila Dirêjî va di sala 2011an da li Almanyayê bi desteka ASHyê hatîye çapkirin. Ev pirtûk jî ji bo astên pêşketîyê: B-I. û B-II.an hatîye amadekirin. Pirtûk bi tevê 2 CDyên guhdarîkirinê ji deh dersên xwendin û hîndarîyê pêk tê, rengîn û 312 rûpel e.

navnîşana xwestinê: ewdildur@outlook.com