1. Hemû Nûçe

  2. Bakur

  3. Êdî Koma Xwendinê ya Farqînê jî heye
Êdî Koma Xwendinê ya Farqînê jî heye,êdî,koma,xwendinê,ya,farqînê,jî,heye

Êdî Koma Xwendinê ya Farqînê jî heye

A+ A-

Di sed sala 21. da qedexekirina perwerdeya bi zimanê dayîkê tawanek (sûcek) pir giran e. Lê dagirkerên hov ên welatê kurdan vê hovîtîyê li hember 50 milyon kurdan bi înad didomînin. Dildarên zimanê kurdî jî bi derfetên xwe yên lewaz hewl didin ku zimanê xwe ji vê hovîtîyê biparêzin. Sazkirina komên xwendinê jî yek ji van hewldanan e. Em, dildarên zimanê kurdî yên farqînî pîroz dikin, wan jî bi vê agahîdayînê Koma Xwendinê ya Farqînê avakirin.

“Agahîdayîn
Em weka çend dildarên zimanê kurdî, me di 8ê Tîrmehê da Koma Xwendinê ya Farqînê ava kir û me di 13.09.2020an da şêwira xwe ya yekemîn kir.

Armancên me
Balkişandina xwendina pirtûkan bi kurdî,


Hişmendiya ji bo zimanê kurdî û pêhisandina xwendin û nivisandina kurdî ye.


Em dixwazin ciwanên me yên ku hatine pişaftin ji mantiqa ku dibêjin “anliyorum ama konuşamıyorum/ez tê digihîjim lê nikarim biaxivim” rizgar bikin û bo yên ku bi kurdî diaxivin û dîsa jî dibêjin kurdiya me nebaşe bi hişmendiyek xurt alîkarî bidin hev…


Koma Xwendinê ya Farqînê"