1. Hemû Nûçe

  2. Bakur

  3. Şevên Wêjeya Kurdî
Şevên Wêjeya Kurdî,şevên,wêjeya,kurdî

Şevên Wêjeya Kurdî

A+ A-

Di van rojên ku kurd hewil didin wek neteweyên din ên cîhanê mafên xwe î neteweyî bi dest bixin de, li her derê welatê me dijmin li ser serê me agir dibarîne.

Bi tevî van zor û zehmetîyan wêjehezên kurd jî vala namînin. Geh wek komên xwendinê ku him helbest him jî romanên kurdî dinirxînin, tên ba hev. Di ber re jî şevên wêjeya kurdî jî ji du hefteyan carek li dar dixin. Şeva çûyî (27.01.2018) bi moderatorîya Gulistan Korban, bi beşdarîya helbestvanê kurd Berken Bereh û nivîskarê çîrokên qerfî Weysel Tirpan, li Pale Hunerê, hat li dar xistin.

Bi helbestên Berken Bereh em li ser hestên xwe î neteweyî coşîyan û bi çîrokên Weysel Tirpan jî ramîyan.

Bo vîdeoyê bitikîne

Rojnameya Kurdistanê


Bêjeyên Miftehî