1. Hemû Nûçe

  2. Başûr

  3. Şiûr û Aqlê Şoreşa Gulanê Li Başûrê Kurdistanê Didomîne…
Şiûr û Aqlê Şoreşa Gulanê Li Başûrê Kurdistanê Didomîne…,şiûr,û,aqlê,şoreşa,gulanê,li,başûrê,kurdistanê,didomîne

Şiûr û Aqlê Şoreşa Gulanê Li Başûrê Kurdistanê Didomîne…

A+ A-

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)


Şoreşa Gulanê Berdewamiya Şoreşa Îlonê û Otonomiya Kurdistanê; Bingeha Dewleta Federe û Serxwebûna Kurdistanê ye…
Neteweya kurd, ji bona serxwebûn û azadiya xwe 200 sal e ku şer didomîne, serhildanên milî li dar dixe. Ew rojan ji bona neteweya kurd, rojên pîroz in. 26 Gulana 1976 jî ji bona neteweya kurd, rojeke gelek pîroz e. Di wê rojê de jî Şoreşeke milî li Başûrê Kurdistanê dest pê kir.

ŞOREŞA MILÎ YA ÎLONÊ…
Wek tê zanîn di dema Împaratoriya Osmanî û Farisî de neteweya kurd, ji bona ku dewleta xwe ava bike dest bi serhildanên milî û rizgarîxwaz kir. Serhildana milî ya ku di bin serokatiya Şêx Ûbeydullah Nehrî de dest pê kir, ji bona ku dewleta neteweyî ava bike, destpêkek bû. Di destpêka sedsala 20an de serhildana di bin seroktiya Şêx Ebdûlselam Barzanî de jî dest pê kir, serhildaneke gelek bi navûdeng bû. Hezar mixabin ew serhildanan şikest xwarin û serokên wan tevger û şoreşên milî hatin şehîd kirin.
Bi taybetî piştî Peymana Lozanê Kurdistan bû çar beş û hemû mafên neteweya me (kurd) hat xesip kirin, li hemû beşên Kurdistanê serhildan û têkoşîna milî û rizgarîxwaz dest pê kirin û domandin.
Li Başûrê Kurdistanê jî neteweya kurd, di bin serokatiya malbata Barzaniyan de û Şêx Mehmûd Berzencî de serhildan û şoreşên milî meşandin. Dem dem şikest xwarin û dem dem jî li Kurdistanê herêmên azad û rizgarkirî ava kirin.
Beriya ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava bibe, li Başûrê Kurdistanê serhildan û şoreşa milî hebû. Ew Şoreşa Milî di bin serokatiya Malbata Barzaniyan û Serok Mele Mistefa Barzanî de didomand. Lê hezar mixabin ev şoreşa milî jî şikest xwar. Serok mele Mistefa Barzanî çû Rojhelata Kurdistanê.
Li wir beşdarî avakirina Komara Kurdistanê ya Mehabadê bû. Bû serleşkerê dewleta Kurdistanê.
Hezar mixabin encama êrişa dewleta Kolonyalîst ya Îranê û xiyaneta Yekîtiya Sovyetan temenê Komara Kurdistanê ya Mehabadê dirêj nebû. Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên xwe bi daxwaz û îcazeya Pêşawa û Serokkomarê Kurdistanê Qazî Mihemed, gelek bi zehmetî û meşaqeteke dirêj derbasî Yekîtiya Sovyetan bû. Li Yekîtiya Sovyetan jî wî û hevalên xwe gelek zehmetî kişandin, lê her wext ji doza Kurdistanê re xwedî derketin.
Dema ku Serok Melle Mistefa Barzanî û hevalên wî, li Yekîtiya Sovyetan bûn, li Iraqê di sala 1958an de desthilatdariya siyasî hat gûhertin û Abdûlkerîm Qasim bû serokê Iraqê. Desthilatdariya nû biryar girt ku gûhertinekê bike û bi kurdan re li hevûdu bike û ji bona vê jî makezagonekê qebûl bike.
Bi vê bernameyê, ji Serok Mele Mistefa Barzanî hat daxwaz kirin ku Serok Barzanî vegere Iraqê û Kurdistanê. Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî ew daxwaza Abdûlkeîm Qasim bir erênî bersîv kirin û vegeriyan Iraqê û Kurdistanê.
Vegera Serok Mele Mistefa Barzanî û Hevalên wî, li Başûrê Kurdistanê bû cejneke milî û li beşên din yên Kurdistanê jî tesîreke mezin çêkir û bandorek danî. Şiûra milî pêş xist. Di rewşenbîr û kurdpereweran de livandinek çêkir.
Wek soz hatibû dayin makezagoneke nû hat pejirandin. Makezagonê diyar kir ku li Iraqê du millet (Kurd û ereb), du welat (Kurdistan û Erebîstan) hene. Welatên heyî jî dê otonom bin.
Hezar mixabin piştî demekê desthilatdariya nû, ev makezagona cî bi cî nekir. Ji senaryo û programa xwe ya nû re xiyanetî kir. Wê demê Serok Mele Mistefa Barzanî û PDKê biryar dan ku eleqeya xwe ya Baxdayê bibirin û bi her awayî li Kurdistanê bi cîh bibin.
Di Îlona 1961an de Şoreşa Milî ya Îlonê dest pê kir. Ev Şoreşa Milî ya Îlonê bi çek û bi pêşmergetî dest pê kir.

OTONOMIYA KURDISTANÊ…
Şoreşa Milî ya Îlonê heta sala 1970yî gelek bi şidet û bi xurtî domand. Şoreşa Milî ya Îlonê him gelek zehmetî dît û him jî gelek serkeftî bi dest xistin.
Zehmetiya mezin ya yekemîn ya Şoreşa Milî ya Îlonê ew bû ku Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî ji PDKê veqetiyan û bi Hikûmeta Baasê re ketin nav tîfaqa qirêj û nexweş û xerab. Di encamê de ji Şoreşa Milî ya Îlonê re xiyanetî kirin.
Zehmetiya din ya mezin jî ew bû ku Yekîtiya Sovyetan bi her awayî ji Rejîma Baasê re alîkarî kir.
Lê dîsa jî, Rejima Baasê ya kolonyalîst û faşîst nikarî zora kurdan û hêza pêşmergeyên qehreman bibe.
Loma jî Rejîma Baasê mecbûr bû ku di 11ê Adara 1970yî de bi kurdan û partiya wan PDKê û Serok Barzanî re peymenekê çê bike.
Encama vê peymanê li Kurdistanê Otonomiya Kurdistanê ava bû, Neteweya kurd di bin pêşengiya PDKê û Serok Barzanî de li Kurdistanê bû desthilatdar û serwer. Hêzeke mezin ya pêşmerge û milîs hat ava kirin.
Ji bona statuya Kerkûkê tespît bibe jî, biryar hat girtin ku di sala 1974an de plebîsît (referandûm) bê li dar xistin.
Şoreşa Milî ya Îlonê ji bona neteweya kurd li hemû beşên Kurdistanê serkeftinek bû. Azadî û rizgariya Kurdistanê, desthilatdarbûn û serwervbûna neteweya kurd bû.
Avabûna Otonomiya Kurdistanê di ruhiyet û şiûra kurdan de, di zanistiya milî de guhertieneke gelek mezin û şoreşeke civakî û milî pêk anî.

ŞOREŞA GULANÊ BERDEWAMIYA ŞOREŞA MİLÎ YA ÎLONÊ Û OTONOMIYA KURDİSTANÊ YE…
Rejîma Baasê ji bona ku pêşiya plebîsîta (referandûma) Kerkûkê bê girtin û peymana Otonomiyê xerab bike, piştî demekê dest bi texrîbat û xerabiyan kir. Ji bona ku Serok Barzanî bikuje, gelek plan çêkir, lê bi zanyarîya serok Barzanî û berpirsên PDKê bi serneket.
Rejîma Baasê ya faşîst û kolonyalîst di encamê de dema ku plebîsîdê nêzik bû, di sala 1974an de bi hêzeke mezin ya leşkerî êrişî Kurdistanê kir. Encama vê êrişê di navbeyna desthilatdariya Kurdistanê û PDKê û Serok Barzanî û neteweya kurd de şerekî gelek dijwar dest pê kir.
Di vî şerî de Kurd gelek serkeftî bûn. Rejîma Baasê ketibû gelek zehmetîyan. Nedikarî armancên xwe pêk bîne.
Dikarim bibêjim ku alîkariya Yekîtiya Sovyetan û balafirên wan yên pêşketî jî nikarî ji Rejîma Baasê re bibe derman.
Wek tê zanîn di wî şerî de Îran û Emerîka piştgir û aligirên Şerê kurdan û Serok Barzanî bûn. Diviya ku piştgiriya wan bê şikandin. Iraqê planek çêkir. Ev plana gelek planeke bi biha bû. Iraqê, ji bona ku Îraniyan bikirin, erdê xwe yê li Şetulerebê pêşkêşî wan kir. İranê li kurdan xiyanet kir. Emerîkayê jî daxwaza Îranê pêk anî. Helwesta Emerîkaniyan jî, ji bona kurdan bû xiyaneteke mezin ya nevneteweyî.
Îranê û Şahê Îranê rasterast ji Serok Barzanî re got ku ew alîkariya wan nakin. Loma divê gorî vê tevbigerin.
Wê demê di sala 1975an de Serok Barzanî xwest ku şer bisekinîne. Serok Barzanî dît ku eger şer nede sekinandin li Kurdistanê qetlîameke/komkûjiyeke gelek mezin dê pêk bê. Loma Serok Barzanî pêşî bi serokatiya PDKê re civînê li dar dixe. Serokatiya PDKê jî encama niqaşeyên gelek dijwar, biryara sekinandina şer didin.

Serok Barzanî biryara serokatiya PDKê bes nabîne bi berpirsên hêzên pêşmergeyan re jî civîn li dar dixewe. Serok Barzzanî dixwaze ku di derbarê berdewam kirin yan jî sekinandina şer de dîtina wan bigre.

Di cîvînê de Barzanî dibêje: “ Hûn pêşmergeyên qehreman in vî şerî dikin. Ez niha dixwazim bizanim ka dîtina we çîye? Em vî şerî bisekinîn an ya berdewam bikin. Barzaniyê nemir dirêjahî behsa rewşa herêmê û cîhanê dike, behsa rewşa Kurdistanê dike.

Fermandarên Pêşmergeyan ji Serok Barzanî re dibêjin: “Hûn çi fermanê bidin emê wê bikin, lê em amadenê şer jî bikin, lê em dixwazin dîtina cenabê we di vî warî de bizanin.”

Barzanî dirêjahî di beşek axavtina xwe de di derbarê sekinadina şer de Barzaniyê nemir dibêje: Ez fedekariya pêşmergeyan ji her tiştî çêtir dizanim. Îro rewşa siyasî hatiye guhertin, cîhan li kurdan bûye derbek û hatiye xezebê. Ez jî ne Barzaniyê berê me, ez pîr bûme nexweş im. Wek berê nikarim bigerim û şer bikim. Ez niha du gavan tavêjim diwestim. Eger em şer bikin dê pêşgergeyên qehreman yên qenc piranî bêne kuştin. Hingê dê gelek zehmet be em rojek ji rojan bi hesanî serxwe ve werin. Lê em şer bisekinînin emê di demek kurt de bikaribin cardin berevaniya miletê xwe bikin.”

Li gora vê biryara sekinandina şer tê dayîn û şoreşa Îlonê ji qonexekî derbasî konaxek din dibe.

Serok Mesûd Barzanî Şoreşe Gulanê wusa terîf dike û ew di axaftina xwe de diyar dike ku destkeftinê îro jî encama Şoreşa Milî ya Gulanê ye.

Serok Barzanî wusa dibêje:
"Şoreşa Gulanê peyamek bû ku gelê Kurdistan xwe radest nake, peyama rabûna şoreşa rizgarîxwaziyê bû li dijî setemkarî û dagîrkarî û dîktatorî û li dijî pîlangeriya navdewletî bû ji bo jinavbirina şoreşa Kurdî, ew şoreş berdewamiya şoreşên berê bû û qunaxeke giring bû di dîroka xebata gelê me de.
“Şoreşa Gulanê hilgirê şoreşa mezin a Îlonê bû, yek ji qonaxên girîng ên berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistanê ye. Ew şoreş çespand ku heger di qonaxekê de xebata gelê Kurdistanê rastî westanê û şikandinê hatibe, lê vîna têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê ti demê neşikiye û bi henase û tîneke nû berdewam dibe ji bo gihîştin bi azadiyê. Ew azadî û destkeftên ku niha hene, berhema xwîn û qurbanîdana gelê me di şoreşa Gulanê û tevahiya şoreşên din de ne.”
Ez jî di wê baweriyê de me ku Şoreşa Milî ya Gulanê berdewamiya Şoreşa Milî ya Îlonê û Otonomiya Kurdistanê ye.
Çar dewletên kolonyalîst (Dewleta Tirk, Îran, Iraq, Sûriye) ji Peymana Cezayirê re piştgirî kirin. Otonomiya Kurdistanê xera kirin, desthilatdarî û serweriya neteweya kurd dawî anîn.
Lê kurd teslîm nebûn. Di sala 1975an de serokatiyeke mûwaqqet ya PDKê ava bû. Vê serokatiyê di demek nêzik de partî amade kir ku dest bi şoreşeke milî bikin.
26ê Gulanê dest bi Şoreşa Milî ya Gulanê hat kirin.
YNKê jî di sala 1976an de li Sûriyeyê ava bû.
Şoreşa Milî ya Gulanê di demek nêzik de darbeyên mezin li Rejîma Baasê xist. Rejîm gelek deman kete tengasiyê. Xwest ku dîsa bi kurdan re li hev bike.
Kurdan di demek nêzik de gelek herêmên Kurdistanê rizgar kirin û li wan herêman desthilatdar bûn.

ŞOREŞA GULANÊ BINGEHA DEWLETA FEDERE Û SERXWEBûNA KURDISTANÊ YE…
Şoreşa Milî ya Gulanê gelek zehmetî dîtin û dem dem şikest jî xwar. Lê heta ku li Kurdistanê Dewleta Federe ava bibe û Iraq bibe dewleteke federal domand.
Pişt re dema ku dewleta federal nemeşiya xwediyê zihniyeta Şoreşa Milî ya Gulanê di bin serokatiya Serok Barzanî de biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê pejirandin. Di encama referandûmê de jî biryar û qanûna Dewleta Kurdistanê ya serbixwe hat pejirandin,
Loma jî ez dibêjim ku zihniyeta Şoreşa Milî ya Gulanê didomîne.
Şoieraşa Milî Ya Gulanê di heman demê de bingeha dewleta federe û serbixwe ya Kurdistanê ye jî.

Amed, 01. 06. 2018