1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ferat Mehmetoğlu
  4. Ala rengîn û rûmet
Ala rengîn û rûmet,ala,rengîn,û,rûmet

Ala rengîn û rûmet

A+ A-

Wek ku win jî dişopînin di demek nêz da serdanek birêz Mesûd Barzanî çêbû bi Serokkomar û Serokwezîrê Turkiyeyê re. Rast e hevdîtin bi Ahmet Turk û Sirrî Sakik re jî çêbû. Lê Hevdîtina ku hatibû armanckirin bi hikûmetê re bû. Ev hevdîtinên ku pêk tên bi rastî ji bo berjewendiyên Kurda baş in di warê dîplomasiyê da. Ez dixwazim ji naveroka hevdîtinê wêdatir balê bikşînim li ser hildana ala Kurdistanê. Rast e ne yekem care ku ala Kurdistanê li Turkiyeyê tê bi kar anîn. Diyar e ku wê ya dawiyê jî nebe. Lê piştê hevdîtinê ew nîqaşên ku hatin kirin û niviskarên ku di quncikên xwe da zimandirêjiyê kirin bi rastî mirov matmayî dimîne.


Çima matmayî dimîne? Ka werim em piçek li ser vê babetê bifikirin. Di van rojên dawiyê da nemumkun e ku rojnamevan bêkontrola Erdogan tiştek wisan binivîsin. Heger bêkontrol nivisandibin jî wê Erdogan ture (aciz) bi be. Lê heger ev zimandirêjî nebidilê wî bin. Yanî di pêşwazîkirinê da û di hevdîtinê da Ala Kurdistanê hat bi kar anîn û ev bi destûra Erdogan pêk hat. Ya balkêş ew e ku hem Bahçelî hem jî niviskarên nijadperest rûyên xwe yê reş careke din nîşan dan. Heta îro tu cara li ser hevdîtina zimandirêjiyê nekirine. An bi Areban re an bi Farisan re an jî bi cûyiyan re di hevdîtina da ev zimandirêjî pêk nehatiye. Gelo çima dema mijar dibe Kurd ew kesên nijadperest har dibin û çavên wan bi xwîn dibe?


Rast e, ala Kurdistan wan aciz dike ji ber ku ew Ala Kurdistan e. Yanî dema mijar dibe Kurd û Kurdistan ew nijadperest har dibin hov dibin! Em vê mijarê gelek baş dizanin lê balkêş e ku li Turkiyeyê gelek partiyên siyasî û fermî hene bi navê Kurdistan û ew partiyên siyasî Ala Kurdistan jî bi kar tînin. Çima li hemberê vê zimandirêjiyê derneketin kolana û Ala Kurdistan hilnedan?


Ew kesên ku ji xwe re dibêje ez Kurdperwerim û dema birêz Barzanî tê Turkiyeyê ew kesan Ala Kurdistan hildidin çima ji bo vê zimandirêjiyê hilnadin? Çima ji partiyên Kurdistanî tu kes serdana dadgehan nakin ji bo ku ew niviskar û rojname werin darizandin? Çima bi aweyekî fermî ev babed nayê şermezarkirin?
Bersiva van pirsan wê kî/kê bide gelo? Kî xwe muhatabê vê tiştê dibîne? Di dema kêfxweşiyê da Ala Kurdistanê di desta da ye lê çima di dema parastinê da bêdeng dimînin?
Ew kesên ku li ala xwe xwedî dernekeve mixabin wê li axa xwe jî û li mafên xwe jî xwedî dernekeve! Ala Kurdistan ji bo 4 parçeyên Kurdistanê yek e. Her çiqas alên partiyên siyasî cûda bin jî Ala Kurdistanê yek e û pêwiste beriya her kesan Kurd ala xwe biparêzin. İro win ala xwe neparêzin gelo winê kengê biparêzin? Heger win naparêzin ji bo çi alan hildidin? Wateya alê çi ye? Heger ku rûmeta wê nebe çi wateya alan heye? Heger Kurd dixwazin xwediyê rûmetê bin pêwiste ku navê Kurd, navê Kurdistanê û Ala Kurdistanê were parastin. Beriya her tiştê ev parastin herî girîng e. Al ji bo gelan an jî ji bo dewletan nasname ye.


Twitter: Feratmehmetoglu
Instagram: Feratmehmetoglu
Facebook: Ferat Mehmetoğlu


Gotinên miftehî :