1. Tekst

  2. #KURDÎ

  3. Ahmed Kanî
  4. “Belkî îşev binive” Wek mînaka Rojnamegerîya Edebî
“Belkî îşev binive” Wek mînaka Rojnamegerîya Edebî,belkî,îşev,binive,wek,mînaka,rojnamegerîya,edebî

“Belkî îşev binive” Wek mînaka Rojnamegerîya Edebî

A+ A-

Ez ê di destpêka nivîsa xwe da, hewl bidim ku hinek li ser têgiha “rojnamegerîya edebî” û kurtedîroka bikaranîna vê têgihê rawestim. Paşê wek mînaka rojnamegerîya edebî ya bi zimanê kurdî, pirtûka çîrokan ya rojnameger û nivîskar Murad Bayramî, ya bi navê “Belkî îşev binive”yê binirxînim.

               Têgiha Rojnamegerîya Edebî, bi bikaranîna têgihên rojnamegerî û edebiyatê bi hev ra, derketîye holê. (Erdem, 2016:130-2/16) Cara pêşîn ev têgih, bi referanskirina berhema Daniel Defoe (1660-1731) yê nivîskar û rojnameger, ya bi navê “Rojnivîska Sala Kulê (weba)” ya ku di sedsala 18. da nivîsîye, hatîye bikaranîn.

               Meriv dikare bibêje ku têgiha rojnamegerîya edebî, di nîvê duyem ê sedsala 19. da Tom Wolfe wek “rojnamegerîya nû” bi nav kiriye. Ancax bi awayek akademik têgiha rojnamegerîya edebî, di salên 1980yan da kemilî ye. Di sala 2006an da bi armanca avakirina disîplînek akademik Komeleya Navneteweyî ya Xebatên Rojnamegerîya Edebî (International Association for Literary Journalism Studies) li Fransayê hatîye avakirin. Ev komele ji sala 2006an vir ve sempozyumên rojnamegerîya edebî li dar dixe û kovarek akademik bi navê Xebatên Rojnamegerîya Edebî (Literary Journalism Studies) derdixîne.

               Kesên ku bixwazin agahîyên berfireh û zanistî derbarê têgiha “rojnamegerîya edebî” û dîroka geşedana wê ya di qada zanistê da, bigirin; dikarin gotara Murat ERDEMî, mamostayê beşa Çand û Edebîyata Amerîkî di fakulteya Edebîyatê da, li zanîngeha Egeyê ku di kovara Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Atatirkî li Erziromê, da hatîye weşandin, bixwînin. Linka vê gotarê wek çavkanî li jêrê ye.

               Pirtûka Murat BAYRAMî ya bi navê “Belkî îşev binive”yê di sala 2018an da, di nav weşanên Avestayê da derketîye. Pirtûk ji 25 çîrokên ku bi wêneyê mekanên çîrok lê pêk hatîne şênber dibin hene. Nivîskarê vê pirtûkê rojnamegerek ciwan lê xwedî tecrûbeyeke 15 salî ya rojnamegerîyê ye. Di heman deme da mamosteyek serkeftî yê kurdîya kurmancî ye ku bi salan malpera Kurdîgehê bi rê ve biriye. Wî pirtûka xwe ji edîtora rojnameya Middle East Eye (Çavê Rojhilata Navîn), Simona Sikimic ra dîyarî kiriye. Ev jî nişan dide ku pirtûka nivîskar di asta navnetewî da mînaka rojnamegerîya edebî ya kurdî ye. Li cihê pêşgotinê, di destpêka pirtûkê da agahîyên ku ji alîyê sazîyên navneteweyî wek Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê-Amnesty International û Ofîsa Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî-The United Nations Human Rights Office; Sazîyê fermî yê Tirkîyeyê wek Walîtîya (Parêzgeha) Şirnexê-Ajansa Anadoluyê ve derbarê encama şerê salên 2015-2016an da, hatine dayîn, têne pêşkêşkirin.

               Di çîroka yekem a ku navê xwe daye pirtûkê da wiha dinivîse: “Rojnamegerî ji jina li jêr pirsî: ‘Ev çi ye di deste wê da?’ ‘Bebika keça wê ye. Çend meh in, ji ber şerî wan mala xwe biriye gundekê li rexa Cizîrê. Keça wê nanive. Ji ber bebikê digirî. Min ji Saryayê ra got neçe jî got Illeh ez ê çim. Çend meh in wê digot yesax rabe ez ê çim bebika keça xwe jê re înim.’

               Dema Sarya hat xwarê Rojnamegerî çavikê wênegirika xwe da erdê. Ew tirsiya ku Sarya xwe pê re aciz bike. Hat giha hevala xwe. Çû, paşê li xwe zivirî. Bi destê xwe yê rastê hirçika tozgitî ber bi jor ve rakir: ‘Belkî îşev binive!”

               Meriv dibine ku nivîskar bi devoka Cizîrê, bi awayek serkeftî ziman bi kar anîye. Di karê rojnamegerîya edebî da gelek serkeftî ye. Hêla realist a rojnamegerîyê û hêla edebî ya honandina çîrokan gelek serkeftî ye. Navê rastîn ê rojnamegerên hevalê xwe nivîsîye lê wek tîpên serî yên nav û paşnavan bi kar anîye. Wek mînak wiha dinivîse: “OFByî jê re nivîsîbû: ‘Selam rojnamevanê Cîhangîrî! Me gotibû em ê kovareka wêneyan derbêxin. Tu jî wêneyan neşînî nabe ha! Ev karek profesyonel e, divê tu ji e-mailan kovarê re rêkî.”

               Li ser girîngîya wêneyan di çîrokan da wiha dinivîse: “Edîtorên medyaya navneteweyî gotibûn. ‘Tu hay jê hebe ku dema te çîroka kesinan zanî wêneyê wan ji mekana serhatî lê pêk hatî bigire.”

               Nivîskar dema çîrokên li Cizîr û Şirnexê pêk hatine dinivîse wisa di bandora wan da maye ku li Sitenbolê jî nayê ser heşê xwe. Ji hela mekan ve geh li Cizîr û Şirnexê geh li Stenbolê wek rojnameger dixuyê. Lê meriv dikare hêla wê ya honaka xurt bişibîne romanek edebî ku gelek lehengên rasteqîn wek Tahir Elçî û hwd. tê da cih digirin.

               Ez dixwazim vê xurtîya edebî bi çîroka dawîn ya bi navê “Ji bîr neke!” piştras bikim. “Rojnameger çawa ku li xwe hesîya balafir li asîmanan bû. Hewil da hindiktir bitirse. Destê wî direcifî. Deftera xwe ji kîsikê kursiyê pêşiyê derêxist. Dest avêt qelema di berîka xwe de. Pêşiyê nivîsî: ‘Ji bîr neke! Te çi dîtin û çi nenivîsîn: War xerabûn, çîrokên êşê li şuna wan ava bûn, ne meşa me ne êşên me sekinîn: Hirçika dayikekê, pirteqalên bapîrekî, bavê qulên dîwaran dadigirt, êşên rojnamegeran…’

               Binivîse belkî îşev binivî!”

Ev pirtûk herê bi rûpelên (124) xwe hindik e, lê bi naveroka xwe bi qasî romanek 500 rûpelî zêdetir bi bandor e.

Ev nivîs bere di rojnameya Xwebûnê da derket.

Ev jî linka wê ye: https://xwebun1.org/rojnamegeriya-edebi-u-minaka-belki-isev-biniveye/

 

                                                           Çavkanî

https://dergipark.org.tr/tr/pub/ataunisosbil/issue/24591/260351#:~:text=Edebi%20gazetecilik%20kavram%C4%B1%20en%20basit,uygun%20olarak%20aktar%C4%B1lmas%C4%B1%20olarak%20tan%C4%B1mlanabilir.