1. Tekst

  2. Helbest

  3. Talat İNANÇ
  4. BÊDENGÛBENG Ahmed ARÎF
BÊDENGÛBENG                  Ahmed ARÎF,bêdengûbeng,ahmed,arîf

BÊDENGÛBENG Ahmed ARÎF

A+ A-

Hişe, bira kes pê nehise.
Bira kes pê nehise, dimrim ha.
Şevnîvêşevê bi xwe ve hatim
Baraneke terr di pey re...
Terr dibare.

Ji wê stêra dûr a dûrtir a
Bênav û bêkesûkûs a berze, deng tê te?
Stradivariusek* ji kul û kovana dilê xwe lê dinale,
Kevane w mestek û pira wê terr.
Dibêj ezel ez bûm, ebed ez im...
Nemir, bedew û dijwar.
Deng û newa wê ser û binê gerdûnê hiltîne,
Li nepeniyên dîtî w nedîtî dilezîne.
Vanî vêga li can û pûrta canê min diale,
Di bayê xwe de bengîn û dîn...
Terr dipêçe.

Xewn e, a ku hatiye serê me.
Xewn e behca min, xewn e zîndan.
Serenca min î bi bejna rêzekê
Çewa welê sal û zeman dan ber xwe...
Kes nizane em çewa li hev geriyan,
Nizanin me çewa hev evand,
Du hesretên berze,
Du pare gyan,
Derizî dilê kevirê heste,
Aveke ji dem û serdeman ve fetisandî
Di hêlîpanên hênik ên asîman de dixurice...
Terr dixurice.

Devê tivingan tevek kerr bûne, bêdeng mane,
Gulên hêşîn di xaneyên wan de zîl dane, pijiqîne...
Çiya bêdeng maye,
Derya bêdeng,
Dinya li xewa şêrîn e,
Xew kûr in,
Mar ji têjeçivîkê re avê tîne,
Jina hişkestewr pitikeke çavhêşîn aniye,
Pêsîrên wê têr û tije hênik li ber...
Terr dimije.







Şevnivêşevê bi xwe ve hatim,
Neron, di pirtûkên zarûkan de mirûzekî bêsikûm,
Sezar jî, navek e di xopan û xapûran de.
Belê Kartaca, bi hişmet û gewre
Tê bêjî qey kevirxencer e!
Kanî, nişara wê anîbûn
Binêre, çewa distîne bi mêranî,
Bi hezar salan jî di pey re
Terr distîne.

Ji sertara çiyê çîk dide
Sî w sîbera başokê min î
Şilf û şipan berbiçav,
Li çivîkê nade, danade kîroşkê,
Lê belê birçî, hêç û har semasî bûn
Di nav pencê xwe de ker ker dikir,
Binêr, Tîber giramgîr, bêdengûbeng.
Binêr, zincîra wî ji rista avrudên sosinî ne.
Vanî, ev pabend û bazbendên wî ne,
Wî hêvî yê xweşdivî yê yekemîn,
Wî gerillayê yekemîn ê cîhanê, Spartakus.
Terr bêdengûbeng dimîne.

Hişe, bira kes pê nehise,
Bira kes pê nehise, dimrim ha.
Şevnîvêşevê bi xwe ve hatime,
Çav bi te ketime di pey re.
Te, qetê zêrîn ê ji parsiyê min.
Te, dranên te bi ekl û elesa sêvê.
Careke din ê, wê kîjan dayik û dê me bînin dinê?

Rihê min...
Dilê min gewz û geş e, tu hay jê hebî.
Ev meyxane, piçûka sûk û çarşiyan e,
Biskê wê li cênîka min cêwî, gyansebî.
Di binê goşt û canê me de ew mirina pûşt...
O pêşîn car e karê Ahmed rast digere.
Pêşîn car e destê dostan bê xencer e...
Terr kûrrekûrr e digirî.

*Stradivarius: Ji navê Antonio Stradivari(1644-1737) yê Îtalyanî tê ku bi çêkirina kemanên xwe
xwedî navûdengê sedsalan e. Wisa jî ew kemanên wî yên nirxbilind ên bi rûmet.


Têbinî: Ji helbesta Ahmed Arif a bi navê Suskun hatiye wergerandin û di jimara 140 a Kovara Nûbiharê de hatiye weşandin.


Gotinên miftehî :