1. Tekst

  2. Gotar

  3. BÎRANÎNA BAVÊ MIN
BÎRANÎNA BAVÊ MIN,bîranîna,bavê,min

BÎRANÎNA BAVÊ MIN

A+ A-

Bavê min, Mele Mehmûd Yeşîl, sala 1938an ji dayika xwe bû. Dayik û bavê wî ew bi delalî perwerde kirin. Wî di zarokatiya xwe de li ber destê bavê xwe û apê xweyî Şêx Ezîz dest bi xwendinê kir. Ji apî Şêx Ezîz gelek hiz dikir.

Apê şêx Ezîz kesek li herêma Silîva naskirî bû. Wî û herdû birazîyên xwe, şêx Ahmed û şex Evdilah, di dema serhildana Şêx Seid de pêşengîya tevgera kurdên devera Silîva kiribûn. Piştî ku Silîva ketibû destê hêzên kurd apê Şêx Ezîz bûbû qeymeqamê wê derê. Herdû birazîyên wî jî berpirsîyarên hêza leşkerên kurd yên li herêmê bûn. Dema ku hereket têk çûbû Şêx Ahmed û Şêx Evdilah li mintiqa Narikê demek mabûn û di dawiyê de jî şehîd ketibûn. Apê Şêx Ezîz piştî têkçûna serîhildanê derbasî bakûrêrojavayê Kurdistanê bûbû û bapîrê min Şêx Mihemed Letîf jî wê demê di zîndana Amedê de demek mabû. Piştî derketina qanûna efûyê apê Şêx Ezîz vegerîyabû welêt.

Bavê min tim digot "perwerda nav malbatê gelek girîng e, ji ber wê yekê jî divê her kurd mala xwe wek dibistanek kurdî bikar bîne". Herçiqas gelek kesan jê re digot Şêx Mehmûd jî wî qet şêxantî nekir. Ew meleyek zana, humanîst, demokrat û alimekî gelek heja bû. Ew di şertên gelek giran de perwerde bû. Di medresan de bi zimanê erebî xwend, lê belê ew û hinek hevalên xwe yên ku bi hev ra perwerde dibûn bi gelek awayan bi fikrên xwe yên netewî dihatin naskirinê, bandora xwe li der û dora xwe dikirin, xurt dibûn. Wan medreseyan wek dibistanên netewî bikar dianî, feqîyên xwe bi fikrên netewî perwerde dikir û tovên welêtparêzîyê diavêt.

Pişti serhildana hereketa Koçgirî, Şêx Seîd, Agrî, Dêrsim û Zîlanê bêdengiyekî mezin di nav gelê kurd de çêbûbû. Ev bêdengî hêdî hêdî şikiya. Welatperweriyê ji nuh ve zîl da, geş bû, şaxên wê li her derên welêt belav bû. Keç û xortên kurd roj bi roj şîyar bûn, dest avêtin doza xwe û ji bo rizgarîya gelê xwe xebatek bêhempa kirin.

Di dema zarokatîya me de bavê min me bi helbestên welatparêz perwerde dikir. Wek nimûne: yek ji wan helbestan "Em kurd in serbilind in... bi zorê heqê xwe ji Tirk, Ereb û farisan distînin” bû. Wek mînak, yek jê “Alarengîn pîroz û xweş, te hildigrim diçim bimeş”. Ya dinê jî “Em kurd in şêrê çîya ne” bû.

Di dema zarokatiya min de carina gundîyan gazî min dikir, min datianîn cîkî bilind û digotin “ka ji me ra helbestan bixweyne!”. Min wan helbestên ku wî bi min dabû jiberkirinê dixwend û gundîyan jî ji min re çepikan lê dixist û min hembêz dikirin. Gundîyên me jî bi xebata wî perwerde dibûn. Ax, ax... Wan rojan çiqas xweşbûn. Qet nayên jibîrkirinê.

Du sal berê, sala 2016, 8'ê gulanê, rojeka xweş ku dar û beran kulîlk dabû, her der bi hêşînahiya biharê hatibû xemilandinê, bavê min li Amedê, li taxa Ofîsê, wek gelek caran berê disa çûye bexçê kitêbxanê. Li bexçê kitêbxanê bi hevalan re ketiye sohbetek germ. Dîsa rojeva sohbetê doza gele kurd bû. Piştî sohbetek direj êdî radibe û divêje “ezê herim hinek bimeşim”.

Li parka anitê dest bi meşê dike. Wek dema xortaniya xwe bilez dimeşe. Bi şipil, bi gavên pêt lingên xwe li erdê dixist. Weka ku singa ji bo avakirina welatê xwe bikute. Belkî jî ketibû nava xem û xeyalan. Xeyala wî ya herî mezin yekîtîya kurdan û Kurdistanek azad bû.

Piştî ku nêzî saetekî dimeşe, berê xwe dide xaçerêya li ber parkê ji bo ku derbasî wî alîyê rê bibe û here malê. Roj ber bi ava diçû. Ji tîrêjên wê yên daketî xweya bû ku ew jî wek wî betilî bû û hêdî hêdî xwe dida alî, ji bo ku bikeve xewa şevê.

Di nav rê de lembayên trafıkê hene. Dema ku lembeya kesk ji bona wî pê dikeve, ew dixwaze derbasî wî aliyê rê bibe: Çend gavan davêje. Li nîvê rê erebeyek ji milê wî yê rastê de bilez tê û lê diqelibe. Ew dipeke û dikeve xwarê. Taqeta wî namîne, êdî nikare ji erdê rabe. Weka ku pê re jî bûbe guregura ewr û asûmanan, ba û bahozek bi ser Amedê de girtibe, roj wenda bûbe, herder tarî bûbe, gül û nêrgiz çilmisîbin, çem û kanî çikiyabin. Hewar û gazî ket nav malbata me, nav heval û hogirên me. Bi merasîmek mezin me alarengîn lê pêça û ew li ba bav û kalên wî, dê û dapîrên wî veşart.

Kula ser kula, 34 roj piştî çûyina wî neviyê wî yê mezin, Jîndar ê kurê min, ku wî hewçend jê hez dikir di 22 salîya xwe de da dû wî. Xizmeta Jîndar ya di şîna bavê min de, nazik û kubarîya wî, mêvanperwerîya wî hê jî li ber çavên min e. Nayê jibîrkirinê...

Bavê min du sal e ku ji nav me çûye. Berya ku here havîngeha me ya gola Hezarê bi dar û bera xemilandibû, bağ û bostan bi tovên firingî, balîcan, îsot, xiyar, ecûr û her wekî din edilandibû. Êdî darên bexçe hêdî hêdî bi kulîlkan dixemilîn.

Ev du sal in ku min û wi bi hev re avdaniyê nekiriye, mişaran nekolaye û tevrikê nekiriye. Êdî ew û dayika min şeveqan zû ranabin û selikên xwe nadin destên xwe û naçin nav baxçe, fêkîyan berhev nakin. Min bêriya minaqeşe û şer ê navbera wan jî kiriye. Çiqas xweş, weka ku qet tiştek nebûbe, piştî pênc deqeyan dîsa şêrîn-şêrîn sohbet dikirin.

Ez li ser navê malbata me gelek kêfxweş im ku wî di kitêba xwe ya “DESTEYEK JI ÇÎROKA JÎYANA MIN”de bîranînên xwe û gelek bûyerên balkêş nivîsand, malbata me û desteyek ji dîroka xebata gelê me bi rêya bîranînên xwe anî ziman. Ev ji bo me û ji bo nivşên nû tiştek gelek bi qîmet e, pîroz e. Em spasdar û minetdarê wî ne.

Çûyina wî valahiyeka mezin di nav me de çêkir. Cîyê wî tije nabe. Ew di dilê me de ye, rêça wî rêça me ye.
08.05.2018


Gotinên miftehî :