1. Tekst

  2. Gotar

  3. Bûbê ESER
  4. ”Corona/Korona” û Nerastiyên Tên Belavkirin
”Corona/Korona” û Nerastiyên Tên Belavkirin,corona,korona,û,nerastiyên,tên,belavkirin

”Corona/Korona” û Nerastiyên Tên Belavkirin

A+ A-

Em kurd miletekî weha ne ku ji nûçe û derewan bêtir bawer dikin. Li ser asasê rastiyê nûçeyan naxwînin, nabihîzin, guhdarî nakin û hema hin kurd jî wê li gor xwe û hinekî jî li ser dikin û belav dikin.

Helbet ev mîrata korona xetereke gelekî mezin e. Loma jî qudûmê xelkê şikestandiye û gelek ji qudûm xistine ku nema dizanin dê çi bikin.

Ev ne bes bû, hin jî rabûne hema dinivîsînin û belav dikin, bê ku haya wan ji rastiyê hebe, dibêjin filankes ji ewropa hatiye malbata xwe hemî bi ”korona”yê xistiye, filankes hatiye û nas û dost bi ”Korona”yê xistine. Di nava vê tevliheviyê de îcar derew û nerastî bê belavkirin aha ya xerab ev e.

Niha divê em hemî bizanibin ev nexweşiyeke weha ye ku mirov niha nikare tiştekî bike, tenê mirov divê bê tedbîr nebe. Li gor tawsiya doktoran tevbigerin û divê mirov ji mala xwe dernekev e. Xasima yên weke min 65 salî. Ez niha li Swêdê me û ji sala 2007an heta roja îro ji Swêdê derneketim û neçûme tu welatan.

Ji mala xwe derneketandina me nayê wê maneya ku em an hinên din bi ”korona”yê ketine. Ev tedbîreke û divê herkes vê pêk bîne. Dema hin vê dikin û hin jî vê weke ew kes an kesana ketine Karantiyê ne yek e.
Ya din ku mirov pê diêşe hinên xwe weke zana, rewşenbîr, ronakbîr û siyasetmedar dizanin li ser asasê ne rastiyê hinan weke bi vê nexweşiyê ketine didin zanîn. Divê wane vê jîbizanibin ku ev sûcekî însanî ye ku vê dikin. Heger dem û îmkan bibe mirov dikare dozê jî li kesên weha veke.

Loma daxwaza min ji we hemî mirovan, însanan siyasetmedaran û hwd ew e ku tiştên hûn sedî sed pê nebawer bin belav nekin. Bi vê hûn sûcekî mezin dikin. Divê hûn jî êdî hay ji xwe û nivîsên xwe hebin.

Mirovayî ew e ku tiştên mirov sedî sed pê ne bawer be divê mirov belav neke. Ev nexweşî weke agirekî ketiye mala însanetiyê. Niha tekoşînên li hember wê tê dayîn ku însanetiyê ji vê xilas bikin. Xelasbûna vê bi saya dermanên dê bê dîtin wê pêk bê.

Lê gelo van nerastî û derewên li ser navê hinan têne belavkirinê dê çawa çareser bibe. Ma ne eyb û şerm e ku tiştên mirov pê nizanibe hema li ser gotinekê û çendan li ser bike û belav bike.

Kesên dinivîsînin hemî jî zana ne. Têgihiştîne bîrewir in. Lê çima kesên weha bi derewan û nûçeyên ne li ser asaê rastiyê belav dikin. Ez bi xwe wê fêm nakim.

Lewra ez dibêjim ev bi zanetî tê kirin ku hin bi vê yekê dixwazin tola xwe, ji hinan hilînin Ya jî dixwazin hinan ji çavê civatê bi saya vê nexweşiyê dûr bixin.

Ev nexweşî bi hinan bigre jî ne şerme, navê wê li ser e û dermanê wê hê nehatiye dîtin. Lê ya şerm ew e ku hin vê nexweşiyê bi derewan dixe hustiyên hinan. Divê wana bizanibin ku wê sibê ango dema ev tirsa rabe wê gelek cezayê vê derewa dikin, bidin.

Ji dêlva em alîkariya hev bikin. Ji bona ku em hevdu bi ber meselê xin da ku xwe ji vê biparêzin. Hin rabûne ha ha dinivîsînin û dibêjin; ”Filankes û bêvan kes bi vê nexweşiyê ketine û hemî malbata xwe jî pê xistine.”

Ez ji ber van derewên têne gotin û nivîsandin gelekî aciz im. Heger em dostên hev in, heger em dilsozê hev bin. Mirov dikare halê hev li ser Facebook, messenger û bi rêya telefonan bipirse. Yên vê nekin û tiştan belav bikin hûn bizanibin ew dijminê te bi xwe ne û ji ”korona”yê jî xerabtir in.