1. Tekst

  2. Gotar

  3. Şeyhmus ÖZZENGİN
  4. DANASÎNa Siyabend KAYA
DANASÎNa Siyabend KAYA,danasîna,siyabend,kaya

DANASÎNa Siyabend KAYA

A+ A-

Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya!

Di jîyana min de ti wêneyek wek wêneyê Çîyayî Araratê bandor û xof li ser min çênekirî ye.
Wek dengbêjê navdar ku di kilamek xwe de dibêje;
Evdalê hemû çîya digotin çîya ne!
Ev e ferqa Ararat ji çîyayên din e.
Guher, star û berqefên çîyayê Araratê, warên koçer û êlên zozanîyan e. Lê serê Araratê, cîhê şerê xwedayên baş û xerab in. Li serê kumka Ararat, bi bah û bahozan qîyamet radibe. Şirqîna şûr û mertalan e. Wek ku hayê koçer û êlên koçerên Kurdistanê ji vî şerî tineye, jîyanek xwezayî didome. Ev Ararat e. Hin diqîre, hin digirî û hin jî sembol û hêvîya miletekî ye. Hin li serserê wî şer e û hin jî pêsîra xwe ji jîyana kurdewarî re vekirîye. Ev Ararat e.

Şêwekar û Pêkersazê me Sîyabend Kaya, di pêsîra xwezaya Araratê de, ji vê qîrîn, girî û hêvîyê afirîye. Bûye reng, ceng û dengên ser Araratê.
Sîyabend Kaya, ji bandora Araratê, ji dengê melodî, şirqîna şûrên xwedayên pak û nepak, ji kumka Araratê gindirîye jêr û ketîye nav êlên koçerên Araratê. Bûye berxê salê. Bi tilî û pêçiyên xwe, bi perçên reşkên şewatê, li ser axê, li ser tahtan dest bi hunera xwe kirîye.

Hunera S. Kaya, bedewî, xof, şer, melodîya Evdalê Zeynikê û awaza Serhedê ye. Bi rengan re, bi pêkeran re derdikeve ber me. Carnan dibe hespên destana “Mem û Zîn”, carnan dibe “Ker û Kulik”, carnan dibe “Derwêşê Evdî”, carnan dibe “Borê Boz”. Xezîneya şêwekarî û Pêkersazîya S. Kaya, hesp, reng, destan û qahremanên çanda Kurdistanê, berxwedan û zozanên Kurdistanê ne. Qahremanên destan, çîrok û kilamên şevbihêrkên zivistanên Serhedê îlham dane şêwekar, ku di serê xwe de nexşandîye û yek bi yek derbasî ser tabloyê kirîye. Pêkerên qahremanên xwe, bi brons, bi herîyê, di nav destên xwe de sitraye û kirîye pêker. S. Kaya, di nava civatek ku şêwekarî tiştekî qedexe û eyb de mezin bûye. Lê wî guh nedaye wan. Her ji herîyê pêker saz kirîye û êvarê dema vegerîyaye malê jî sîle xwarîye. Lê ew wek fêrisekî Serhedî, bûye zimanê jîyana Serhedê û bi hunera xwe, xwe bihêz kirîye. Bûye mînakek ji berxwedana jîyana kurdewarî. Em îro minetdarê wê wêrektîya şêwekar in, ku sînga xwe daye ber bayê Araratê û ezîzîya xwe bi şêwekarî û pêkersazîya xwe, dîyarê çanda Kurd û Kurdistanê kirîye.

S. Kaya, di sala 1952yê de li gundekî nêzî Araratê hatîye dunyayê. Roja ku sîyabend tê dunyayê, mihîna bapîrê wî jî cahnîyekê tîne dunyayê. Bapîrê S. Kaya, wê cahnîyê dîyarî Sîyabendê piçûk dike. Navê cahnîyê jî dikin Şêyê. Sîyabend û Şêyê ya xwe bi hev re mezin dibin. Bi vê mezinbûnê re hezkirina S. Kaya û hespan jî destpê dike. Ji ber wê jî, hêlek S. Kaya, di hunera wî de, bi hespan û bi hespên qahremanên destan û çîrokên kurdan re tekûz dibe.
Hunermendê şêwekarî û Pêykersazîyê S. Kaya, azadîya terfên hespên li zozanên Serhedê, di hunera xwe de bijarde bi kar anîye. S. Kaya, bi rengên xurt, bibandor yên Kurdistanê, bi folklor û muzîka zozanên Kurdistanê yên bi awaz, reng û hespan re, her çavê wî li çîyayê Araratê, bi rengên xeyirî û ahenga xwezaya hunera xwe re, bi şêwekarî derdikeve ber me.
Natûralîzmek xurt, bidandor û xwedî armanc derdikeve ber me.
Di wêneyên xwe de, her xwestîye ku ew xwezaya rengan, aheng û natûralîzma axa welatê wî bijî. Ji ber wê jî bi berpirsîyarîyek gewre, çi dîtîye xwestîye binexşîne û zînde bihêle ji mirovahîyê re, ji dîrokê re. Hêla mezinaya şêwekarîya hunermend ji vir tê. S. Kaya, dengbêjê dema me ya rengan, xwezaya Kurdistanê û hespên kihêl yên atolya xwe ye. Bi hunera xwe, bûye zimanê Kurdistanê û di nav rengan de, di boranên kumka Ararat de naturalîzmê bi awaza Evdalê Zeynikê carek din zînde dike.
Ji S. Kaya re hesp, sembola azadîyê ye û S. Kaya, bi vê sembolê re dibe hespên qahremanên destanên Kurdan, wek “Baro, Bêcank” û “Firyar” û dibe hespê “Ereb” yê sembola serhildana şoreşa serokê Nemir M. Mustefa Barzanî û bi şêwekarîya xwe re derdikeve ber me. Çendîn dîskîsyonên serkêşê serhildan û şerê azadîya Kurdistanê, nemir M. Mustefa Barzanî amade kirîye. Li hêvîya piştgirîyekê ye, ku van dîskîsyonan li ser axa Kurdistanê ava bike.
Piştgira herî mezin, hevparê jîyana vî hunermendê hêja xanima wî a Swêdî Êva ye. Êva, ev nêzî sîhsalîye hem şirîkê jîyana hunermend û şêwekarê me û hin jî hevparê kul û derdên pêkersazê me ye.

Şêwekar û pêkersaz S. Kaya, di sala 1983yê de koçberî Swêd bûye. Bi hesret û axîna welatê xwe li Surgûnê jîyanek hunermendî ava kirîye. Ji Kurdistanê, gul, nebat û darên fêkîyan anîye û li bexçê mala xwe çandîye û ji xwe re zozanekî piçûk di mala xwe de ava kirîya. Mala wî hin atolye ya wî ye, hin muzeya hunera wî ye, hin wek odeyek ji ya gundekî zozanê Kurdistanê ya şevbihêrka dengbêjan û destanan û hin jî stara wî ye. Hin jî cîhê hesret û axîna Kurdistanê ye.
Çand û hunera kurdewarî, bi destê hunermend, nivîskar û şêwekarên Kurd bipêş dikeve. Mixabin Kurd qîmetê nadin van êşkêş û afirînerên çanda xwe. Kurdan nivîskar û hunermendên xwe tenê, di nav tinebûnek mezin de hiştine. Dewlemend û karsazên Kurdistanê, yên millî ji vê berpirsîyarîyê dûr in û rojek li derîyê van hêjayîyên xwe naxin û nabin piştgirê nivîskar, hunermend û şêwekarên xwe. Kirîna pirtûkek, tabloyek van parêzgerên çanda kurdewarî; parastina hêjayîya miletê Kurd e. Derfeta bidestxistina çêkirina pirtûkek, an jî tabloyek nû ye. Gelo çend Kurdan ev berpirsîyarî ji xwe re li gor îmkanên xwe,kirine kar?

Kurtejîyana Hunermend:

Sîyabend Kaya, di Nîsan a sala 1952 an de li gundê Qeresêxê hatîye dinê. Dibistana serete li gund û Bazîdê kuta kirîye. Piştî ku li Bazîdê dibistana navîn jî diqedîne, derbasî Qerekilîsê dibe û li wir lîse di sala 1969 an de kuta dike.
Sîyabend Kaya, wek her xwendevanekî demê bi pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ve eleqeder bûye û ketîye nav refên têkoşînê.
Di sala 1971ê de li Stenbol dest bi Akademîya Hunerên Bedewî dike.
Piştî qedandina Akademîya Hunerên Bedewî, ji Stenbolê vedigere cîh û warê xwe Agirê. Li wir bi hevalên xwe yên têkildar re beşdarî kar û xebatên civakî dibe.
Di sala 1980î de ji ber kar û xebatên civakî-şoreşgerî, têt girtin û heta sala 1983yê di zîndana Erzûromê de girtî dimîne.
Di sala 1983yê de ji zîndanê azad dibe û di eynî salê de derdikeve dervê welat û li Swêdê bicîh dibe. Li Swêdê bingeha xebatên xwe yên hunerî ava dike û dest bi hunera xwe dike.
Şêwekarî û mamostetîya Sîyabend Kaya ji vir destpê dike. Nêzî çil salî bi hesreta welatê xwe û dost û merivên xwe li sirgûnê jîyanek derbas dike, bê ku here cîh û warên xwe yên ku lê çêbûye, lingê wî li keviran ketîye û xwe li ser berfê şemitandîye.
Sîyabend Kaya, niha li Swêdê dijî. Bi karê mamostetîyê debara xwe dike. Nêzî 30 sale bi Êva re zewicî ye. Rêhevala wî Êva, ji bona kar û xebatên wî yên şêwekarî piştgira wî, dosta wî û hevpara kul û derdên wî ye.

Sîyabend Kaya, heta niha îmza xwe avêtî binê 500 tablo û pêkeran. Pir projeyên wî yên ku li ser kar dike û wê kar bike hene.


Gotinên miftehî :