1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ahmed Kanî
  4. DESTEYA BANGEWAZÎYA ZIMANÎ
DESTEYA BANGEWAZÎYA ZIMANÎ,desteya,bangewazîya,zimanî

DESTEYA BANGEWAZÎYA ZIMANÎ

A+ A-

Em wek rûspî û rewşenbîrên kurdan, demek dirêj e li ser fermîbûna zimanê kurdî difikirin. Gelo bo li Tirkîyeyê zimanê kurdî bibe zimanê fermî meriv kare çi bike? Me vê pirsê ji xwe kir û em bi gelek kesan ra şêwirîn. Di serî da me got, divê ew kesên ku bangewaziyê bikin temsîlîyetek xurt a hemû kurdan bikin. Li ser vê fikrê, me bi hemû rûspî û rewşenbîrên kurdan ên pênc parçeyên welatê xwe ku li ser 5 parzemînên cîhanê belavbûne, ra pêwendîyek li ser vê nameyê saz kir.
“DESTEYA BANGEWAZÎYÊ BO KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ
Kurdî yek ji wan zimanan e ku li Tirkîyeyê bi milyonan axiverên wê hene lê di kar û barên fermî û dezgehên dewletê da bikaranîna wê qedexe ye.
Ji bo ku astengên li pêşîya zimanê kurdî ji holê bên rakirin, em dixwazin kampanyayeka berhevkirina îmzeyan bidin destpêkirin. Armanca vê kampanyayê berhevkirina 10 milyon îmze û pêşkêşkirina wan ji bo cihên hewce ye ku hemû asteng ji holê bên rakirin û kurdî bibe yek ji zimanên fermî.
Em rûspî û ronakbîrên kurdan dixwazin desteyeka koordînasyona bangewazîyê ava bikin. Ev desteya bangewazîyê dê tekstekî bangewazîyê amade bike û ji hemû partîyên sîyasî, platform, însîyatîf, tor û hereketên zimanê kurdî ra bişîne.
Piştî ku armanca berhevkirina mînîmûm milyonek, maksîmûm 10 milyon îmze bi cih hat, hem ji bo dezgehên fermî yên li Tirkîyeyê hem jî yên navneteweyî dê serîlêdanên fermî bên kirin û prosesa wê bê şopandin.”
Bi vê nameyê ra me bersivên gelek xurt girt û eleqeyek bi kelecan dît. Ji xwe li Bakur sazîyên wek PZKya ku bi piştgirîya 9 partîyan ava bûbû, TZÇKya ku ji 300 sazîyên sivîl ên xemxurê zimên pêk hatî û Komeleya Hezkurdê ya fermî di nava amadekarîya plansazîya pêşwazîya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî da bûn. Heta cara ewil ev hemû sazî bi hev ra bi kampanyayek xurt xwedî li hilbijartina dersa bijarte ya kurdî derketin. Di raya giştî ya Tirkîyeyê û Bakurê welêt da eleqeyek mezin bo mafê zimanî heye. Em bi hêvîne ku ev eleqeya germ bi seqaya demokrasîya cîhanê ra jî li hev bike û pişgirîyek xurt ji demokratên cîhanê jî bigire.
Li ser vê bîr û bawerîyê me bi slogana ‘jibo fermîbûna kurdî milyonek îmze’, di 31ê meha çile da civînek online a berfireh li dar xist. Bi beşdarîya gelek rûspî û rewşenbîrên kurdan civîn nêzîkê çar saetan dom kir. Di civînê da nûnerê sazîyên ku me li jorê navê wan nivîsî beşdar bûn. Agahîyên berfireh li ser karê xwe, bi me ra parve kirin. Ji bo pêwîstîya desteya bangewazîyê bi me ra hemfikir bûn û ji me ra gotin, em bawer dikin ku ev deste dê karibe kordînasyonek neteweyî di navbera hemû kurdên li cîhanê da saz bike. Herî pir pêwîstîya kurdan bi karek wiha heye.
Em difikirin ku bi argumentên xurt, ji axaftin û pêşniyazên rûspî û rewşenbîrên kurd, ên beşdarî civînê bûne, teksta bangewazîya fermîbûna zimanê kurdî amade bikin. Di 21ê Sibatê da, bi sazîyên xemxurê zimên ra, ji raya giştî ya welêt û cîhanê ra pêşkêş bikin.
Ev nivîs di rojnameya Xwebûnê, jimara 62yan da, li ser vê linke weşîya:
https://xwebun.org/nu-desteya-bangewaziye-ya-ji-bo-kurdi/

Ahmed KANÎ


Gotinên miftehî :