DESTPÊK,destpêk

DESTPÊK

A+ A-

“Li ser vê gerdûna mezin hemû tişt bi gaveke biçûk dest pê dike û bi dawî dibe “ got xwe bi xwe û pê de çû; “ tenê tu ew vîna gav avêtinê di xwe de bibîne “

Tu kes ew bi xwe jî nizanibû ev gotina watedar ji vê serê sibê de çend caran li ser hev dubare kirîye. Dihizire, diponije dikir nedikir nikaribû xwe qanih bikira. Ev peyv bibû benîşt di deva de û ew dicût û hey dicût. Ne ku benîştê kerenga bû. Dikir nedikir nerm nedibû. Çena wî dişkand. Loma nizanibû ev çend çaran e dubare dikir. Lê belê niha, ji bo vê kêliya jiyanê jî, ji bo gav avêtinê dilê wî tune bû. Hestên di dilê wî de bûn dibûn keleha Amedê û derdiketin pêşiya wî.
Tiqe tiqa saeta li hember wî daliqandî bû lêdixist. Deng bê hemdê wî pêl bi pêl bilind dibû. Wek xelqeyên avê hêdî hêdî nava menzel tije dikirin. Her diqe tiq te digot qey bûye narincokek û di nav mêjiyê wî de diteqiyan. Ew qas êşeke mezin didayê ku tu hevok têr nedikir ji bo êşa wî pênase bike.
Serê xwe ji ber xwe rakir û li saeta ku bi dîwar ve daliqandî bû mêze kir. Tenê deqeyek derbas bibû. Lê ji viya zêdetir te digot qey bi dijminê xwe yê hezar salan ve rû bir û maye. Cirra wî ew qas nexweş bû. Rûyê wî tirş û tehl bû. Demek bi vî awayî bê tevger man. Li hev û din mêze kirin. Gef li hev xwarin. Çav li hev sor kirin. Piştre wî serê xwe kir ber xwe. Saet jî di rêya xwe de çû. Bû tiqe tiqa wê dîsa. Ew qas.
Piştre serê xwe kir ber xwe, xwest carek din bi wan xeyalên xwe yên berê re rû bir û bimîne. Xwest wan rojên berê bîne bîra xwe. Ku ew demên berê yek gotinên wî nedibûn dido. Di nav malbatê de wek Îskenderê Zelqerneyn tevdigeriya. Xwest…
Lê êdî ev jî ne pêkan bû. Meriv tu car bi xweziya nedigihîşt kezîyan. Rastiya jiyanê bi hemû zelalî û dijberiya xwe li ber wî disekinî. Êdî ew fermandarek têkçûyî bû. Derbên ku xwaribû pişta wî şikandibû û axa ku pê lê dikir li bin piyan şemitî bû. Di şerê mirin û mayinê de derb xwaribû. Viya hinek jî ji ber sersariya wî bû. Ji ber dil rehmiya wî bû. Wisa bilêv dikir. Niha êdî ew jî nizanibû ka çi bike? Çawa tevbigere? Xwest dev ji her tiştî berde. Lê êdî bawer nedikir ku ev sihûda wî hebe. Wisa hest dikir ku viya jî ji dest hatibû girtin.
Carek din bala xwe da saeta li dîwar. Hêjî yek bi yek bi aweyeke rîtmîk li pey hev diçûn û dikir tiqe tiq. Êdî neçar mabû. Gere bi awayek rabûya ser xwe û pêk bianiya. Lê ev ne di xema saeta li dîwar bû. Bala xwe dayê. Di nav xaniyê mezin de jî xênçê dengê saetê tu deng tunebûn. Guhên xwe bel kir. Lê tiştek nedibihîst.
Xwedê tenê dizanibû diya wî niha li kur bû û bi kur ve diçû. Xwişka wî tu bibêje ji xwe ew jî yeka wek diya xwe bû. Ji bo şerê cîhanek nû, ji bo şoreşek din zûde amade bû. Kî dizane niha li vî bajarê di nav kîjan kolanê de bûn, tilîkên wan li hewayê bûn û digeriyan.
Bi rastî gava hinek kûr difikirî didît ku êdî tu desthilatdariya wî di nav malê de nemabû. Heke dilê xwîşka wî bi wî neşewitiya ne pêkan bû ku tiştek bi wî bide kiri. Niha ew bi tena serê xwe di nav menzelek de rûniştibû.
Cenga wan a dawî hate bîra wî. Dîsa di rojek wisa de ew, xwişka wî û diya wî li malê bûn. Axa wek her car saet di dehê serê sibê de ji xewê şiyar bûbû. Û piştre derbasî serşokê bûbû. Gava derketibû sifra taştê ne amade bû. Xwe bi xwe wisa fikirî; “ ma qey nizanin ku dê çi were serê wan. Her wisa li mirina xwe diğerin ku taştê amade nekirine. Xwişka wî ji ber ku tenê pênc deqe dereng mabû kulmek baş xwaribû. Dev û poz di heman demî de di nava xwînê de mabû. Bi porê wê girtibû û bi erdê ve kişkişandibû. Qey ew roj ji bîr kiribû xanim. De ka bila ew bi a xwe bike. Dema ez derbasî hundir bûm dizanim ez ê çi bikim ji wê. Bila ew…”
Dema derbasî hundir bû, dayika wî, xwişka wî û keçikek ku cara yekem didît li quncikê menzelê rûniştibûn û di nav xwe de xeber didan. Di rastiya xwe de keçik xeber dida û dayik û xwişka wî guhdar dikirin. Li rexmî mêvana wan wek teyrê baz ketibû hundir û wek şêrekî bi rojan birçî mayî qêriyabû bi ser wan de; “ çima taştêya min di wextê xwe de ne amade ye” Lê qet tiştek neguherîbû. Ji bo êriş bike xwe pêş de avêtibû.
Deste xwe rakiribû ku lêxe. Lê îcar li hember xwe tenê tilîkek ji wî re dirêjkirî û şeş çavên ku ji wan hêrs dibariya dîtibû. Û ew roj ev roj e desthilatdariya xwe wenda kiribû. Tola di wan çavan de dîtibû. Heke tevgerek şaş bike dê çi were serê wî dîtibû. Ew tirsa ku kiribû nav dilê xwişk û diya xwe niha di dilê wî de cih girtibû. Loma demek wisa bê tevger mabû û vegeriyabû çûbû.
Carek din ew gotina watedar di serê xwe de derbas kir. Dubare kir. Hêdîka her du destên xwe da ser du aliyên kursîya ku li ser rûniştibû. Bi hezar zahmetî û gazinan ji ciyê xwe rabû. Hêdî hêdî ber bi aşxaneyê ve çû. Ji bê hêzî piyê xwe li pey xwe dikişinad.
Gava gihîşt aşxaneyê li wir ber bi sarincê ve çû û deriyê wê vekir. Çavên xwe bi sebir di hundirê sarincê de gerand. Nêçîr li wir bû. Destê xwe dirêjî nêçîra xwe kir. Nêçîrê di qirika wê de girtibû. Piştre sulhiya ku heta dev tije av bû derxist. Li ser hev sê tas ava cemidî vexwar. Tîbûna wî qediyabû. Lê agirê di dilê wî de didomîya wî dişewitan. Li rexmî viya hate carek din li ciyê xwe yê berê rûnişt. Berya ku televîzyonê veke carek din xwe bi xwe wisa got; “ çi qas rast gotiye ew feylesofê çînê; di vê gerdûna mezin de destpêka rêyên herî dirêj jî bi gavek biçûk dest pê dike.”

Ji girtîgeha Rihayê
Mem FARQÎNÎ


Gotinên miftehî :